Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: EFRNA RENGN XEMGN

 



Rûxweê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binef û nêrgiz û gula ye
Bax û buhit û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xwe û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e


*********
Efrîn ciyê firît û kevoka ye
Warê hechecûk û perperoka ye
Ne ciyê hêtir û pîrhevoka ye
Ne warê kêzik û gumgumoka ye
*********
Efrîn çiyayê Lêlûn û Hawar e
Kela Horî, Duderî û Endar e
Xwedî ûnwarên resen û kevnar e
Ne konê bê bingeh û bê dîwar e
*********
Efrîn çeleng û nazik û ciwan e
Lê bindest û xemgîn û perîan e
Dermanê wê xebat û berxwedan e
Ne slogana bê hêz û sermiyan e
*********
Efrîn ava çemê ge û zelal e
Ji ber hovên dulingî pir dinal e
Dike hawar û qîrîn û dikal e
Lê komela dewletan kor û lale
*********

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark