Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ha ez ev im

 



Brahîm Mehmûd

Dema ji te re dibêjim
Ku ez hejtedikim
Wate ew e ku tu
temenekî   ciwanî
ku ez temenekî derbasbûyî  me
ku di navbera me de
temenekî dirêj hey


katijmêr weke xwe dike: Tik..Tik…Tik
lê dil ne ew dile
Çem weke xwe diherike
Lê xwîna rehan ne ew xwîne
Siruþt salane xwe nuh dike
Lê laþ ji xwe dixwe
Ez jî rojekê
Zarokek
Sîpeyek
Xortek
Mirovek bi hiner bûm
Di dilê wî mirovî de
Asoyeyek berfireh hebû
Ew dil
Bi heyvê re bazdida
Xwe li çem dixist
Aviya jiyana hezkirine
Di xeyala wî de bû
Ew jî demek bû

Dibe ez te bibînim gulek
Gulek ji xwe bi hêvî
Gulek dar bi navê wê xwe dibîne
Gulek bi ronahiyê diyar bûye
Dibe ez te bi nav dikim steyrikek
Asîmab pê dilgeþ dibe
Dibe ez te  weke   kaniyekê  hênik  û  zelal dibînim
Çem  jê nayê  veqetandin
Lê kalemêrek im
Ez ketime nav salan zeriya gianê min
Ku ez nikarim bi darê  ve hilkiþim
Ta te bîhin bikim
Ez nikarim melevaniyê bikim  di  çemê hejkirina te de
Ez nikarim bifirim ta bighêm asîmanê ku tu lê niþtecî  bûyî
Dest dilerize
Dil dilerize
Çav lewaz bûye
Tenha mirovê  ku helbesta min
Li ser te xwendiye
Dikare xwe bighîne te
Ku hûn beþdarî jiyaneke hevbeþ bibin
û  ez bi helbesta xwe ciwan dimînim
Ha ez ev im…..


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark