Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Xweziya Bi Dil Te

 



Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.


Sal çûn û hatin,
xewna min
di bîrdankan de asê ma..
Kesek nema dizane, çi bû.
Ronahî zirav bû, zuha bû
hîna çirûskên tûj hene
Rûyê welatekî ahîk dikin
Asîman..
bi ser te de hate xwarê

Neynik gitî bû,
çavek bi kurtahî dinihêrî
qeremên min li hev ketin,
cênîka min lêxist,
dirêj-kurt
dirêj

Ji nika ve,
ewran sîmfoniyeke operalî
ji lerzînên mêjî nîgar kir.
Awira te bêriya semaya
Ser lêvên min kiribû

Te pir tit dizanîn,
çawa pirça min weiya,
lerza bê, lêdana dilê min
bi dûkêl û mija spêdê re
di nav leylanê de
beriya hespê derya diyar bibe.

Tu lîstî,
tu li bilindahiyan ewrên bê ba perwerde dikirin
Hilkiiyayî,
carinan li ber pêlên germê,
ji nerazîbûna kêvir,
dilikestî,
li dora dûmana cixareyê dizîvirî..

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark