Şîlan DoskîHer laperekê ku diqulipînim…metirsî, eşkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî…
Serkîsê Kêvo(Hilûç) bişkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi şûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûşk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deşt û latan…
Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaş dibûn.
Zinge-zinga dengê nalîn û hawaran ew vediciniqand….ne bi destî wî
bû, mijîlank perde li ber çavan vedidan. Keç û Jin bi dar û qamçiyan
laşên wan ên nazik sor û reş û tezî dikirin. Çavên wî bêyî daxwaziya wî
mêvanên dîtina dîmenên hovanedikirin…
Serkîsê Kêvo hêzê dide xwe û ji xwe re dibêje: “Divê ez bijîm!“
Roman
ji 160 laperan pêktê. Ji weşanên Sîtav , li Bakûrê Kurdistanê li bajarê
Wanê çap bûye. Kevalê Belgê bi tiliyên hostayê wênekêş Luqman Ahmed
hatiye amadekirin û wêneyê resen yê Serkîsê Kêvo ye. Ev Roman berhemê
Nivîskarê xwedî pênûsa zêrîn ji Rojavayê Kurdistanê birêz Ezîz Xemcivîn
e. Roman bîrhatinên jiyana Serkîsê Kêvo ne ku ji herdu zarokên xwe
Circîs û Xatûn û ji neviyên xwe re veguhastine.
Ew bi xwe li ser xwe
dipeyvî û digot: „Kurdekî misilman ez ji mirin û girtinê rizgar kirime û
ez xistim himêza xwe li ser hespê xwe siwar kirime tako gihandime
qeflekê, lê mixabin bi rê ve em ketin dahfika leşkerên Osmanî, em
gulebaran kirin, ew ciwanmêr birîndar bû, gava li erdê ket ji min re
got: „Kurê min, tu xwe rizgar bike, ez ê bimirim û nema dikarim tiştekî
ji bo te bikim.”
Lê dirindehiya Alayên Hemîdî ku bi navê komkujiya
Hemîdî hatiye binavkirin xaleka rêş li ber navê Kurd e, tev ko ew
leşkerên Siltanê Osmanî bûne!
Serkîsê Kêvo bi hemû dijwariyên rê ,
pêxwasî, kincên diryayî, gemarî bi mehan ne hatibûn şuştin, serneşuştî,
bi xwarina giyayê çolê, ji neçarî, ji bo jiyana xwe bijî, berê xwe dide
Başûr-Rojavayê Amedê û piştî çendîn roj ji meşê û revê derbasî herêma
Wêranşarê gundê Qoriyê dibe!
Kurdekê bi ola xwe Êzdî bi navê Evdiyê
Etmanê Ozmo, Serkîsê Kêvo di nava mala xwe de dihewîne û navê kurê xwe
yê mirî, Hilûç lê dike dako neyê naskirin ku bi eslê xwe Ermenî ye.
Xelefê
Şelaş biraziyê Etmanê Ozmo ye. Li gora axaftina neviyên Serkîsê Kêvo di
Sala 1925an Xelefê Şelaş digel kurên Birahîm Paşayê Milî, piştgiriya
şoreşa Şêx Seîdê Pîran kiriye û digel hev çûne derdora Amedê, mehekê li
wir mane, piştî têkçûna şoreşê vegeriyane û bi piranî hatine girtin.
Piştî derketina Xelef ji zindanê, demekê ew û Xelîlê Naso û herwesa
birazayê xwe Serkîsê Kêvo hin kesên din bi wan re çûne Şingalê, xuya ye
Xelef aramiya xwe li wir ne dît, tev li malbat û hevalên xwe dîsa li
Wêranşarê vegeriyaye.
Piştî mirina Evdiyê Etmanê Ozmo, Xelef
berpirsyaretiya xwedankirina Serkîs radike ser xwe. Zabêl (Meryem) ku
ji Ermeniyên Izmîrê ye di Romanê de rola xwe dilîz e, ewê ji Serkîs re
dixwaze û dibe hevjîna Serkîs.….
Digel van bi dehan bûyer di romanê
de hatine nivîsandin. Nîvîskar bi pênûsa mirovaniyî bobelata ku bi serê
miletê Ermenî hatiye li gor çavkaniyên dîrokî û malabta Serkîsê Kêvo
dide diyarkirin.
Nivîskar bi pênûsa xwe Hawarên dilmayî di gewriya
dîrokê de ku bêdeng mabûn , careka dî gaziya „Ez Ermenî me!“ di her
rûpeleka romanê de vedengda….bi xîmava pênûsê çavên qederê kil
dike…gotinên binaxkirî careka din zindî dike. Rondikên ne barîn di çavên
Zabêl û Serkîs de bi ava Kaniya Spî mor dike…Dinav firişteyan de li bin
çengê Tawisî Melek, hêlîneka nû ava dike…Bi hestên mirovanî reşgirêdana
serê Zabêlê vedike û bi hîzara pîroza Çiyayê Agirî dixemlîne…Hemû
ristiyên li ser nezanî ji wêjeyên klasîk bi çavên me dide xwendin! Pênûs
çar hestên binaxkirî, bindest, dilşkestî û talanbûyî di nava romana xwe
de dike bazbend û diyarî wijdana mirovaniyê dike…
Spas ji bo evê diyariya giranbiha û ev berheme li Pirtûkxana Kurdî û Ermenî pîroz be.
12.04.2024