Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin da evînê li hevûdu bireþînîn û desta ji gerdena azadiyê bernedîn

 

 
Hesen Silêvanî
 
berî roj ji xew rabe , bi þadî min berê xwe dida bejna þêrîna bilinda çiyayê li bin lêva esmanî bi azadî  palday , çawa bi bawerî yê qîr dike sitrana û dibêje : erê zalim û xwînmêj , dizanin ewên mêjûya wî ya reþ , her bêhin li bin befra spî dinxêvin, mîna wî rûreþin ?? Erê ma ew nizanin  çi nemaye dê di gel ava genya cukan melevanya bikin  û beq dê dev û lêvên wan tijî ber bikin û bi werîsên rastiyê girêdin !! Demê lehiya peyvan ji qelemekê evîndarê guliyên genmî û zevyên mendehuþ bi rengan û pelatînkên keyifxweþ bi þewqa tavê  dizê û awazên wefadaryê bo jiyanê û xemila bihara em li bendê dibêje û xwe bi çiqên keskên bayê azadiyê û heqiyê digire ... 


Eger ne qelem û dil vegêrê wî be , kî dê alozî û hindabûnên mirovên li vê jiyanê heyrî mane , vekole û qelb bide , kî dê þewqa rengan bo bihara di xwînêra may  vegerîne ??
    Hû vegêrê te rastiya bi benkên wehmê ve girêday  dîtî , mirina herwe ya serbazên ku mîna pezî berev cengê diajotin aþkera bike , da ku êvarî nesaxekê keyifxweþ bi nîþanên þeþ rêzî liser sîngî razayn û piþtqos , dtelefzîwnê da bi kene ,  bi grinjie , bi bihnije û xelkê xav û xlule  bxabîne ve û belgên zerên bayîza  mirnê dxelkê xwe werke .. Hû vegêru , rengê janên jnên xew vi çavên wan nakevt  jtirsa xþêna pêngavên lerzuka mirnê berî elnidî ,  bi neqþîne  , baþ li çavên wan yên têhinyên tenahyê jbo evîna evîndarî û danga wî ya piþtî bêhnekê di çeperî de diçe xwarê , baþ binêre ...
Hû vegêro , qelemdaro , ka tu ji kerema xwe bîrdanka me bi derêzîyekê kun nakî û Syanîdî û Fuscînî û bêhna sêvan li Helebce , Balîsan , Germyan , Kurêmê û Burcînî û Behdînan, careke dî li bîra me naînê ?? Ka tu dubare wênê Emerê xawrî nagirê,  ka çawa bi dilovanî xwe di zarokê xwe alandiye ?? dixeyalê da çawa berev kanya manê ve çûye û lber dengê suyiska nvistîne ?? Were vebêju , mal newêranu , dê behsa wê pelatînka lber mirnê bike ka çawa rundikên wê awazên wexerê dilorandin , ka çawa ber bi siha dara hejîrê ve diçû ?? ..  
    Erê , erê vebêjo , vegêro , çîrokbêjo , dêmê wê xanima weshiyên genimî bo zaroyên xwe vê dide nêzîk bike , hêj , hêj nêzîk bike ,erê kovanên di gerdenê ra diyar , nêzîk bike ... Ew çi keserin li ser dilî ?? Çima wesa damaye ew xanima dinav xeman de xendiqî?? Ew dêm tehlên pêxwas û ser qijavij , ewên ji dêmê befrê û gyayên çyay û kakilka bahîvê dûr , dûru sil  , kê anîne ser zevyên me ?? Li ser dar û ber û  bayê me. ??
Dê çîrokbêjo , rastiyê û xeyalê jêk vavêre û çîroka Heluyê û içnuyê û balolka þekirê vegêre. Ka zûmekê bde wî frokvanê nanê `alyayê bi xuynê rþandî û ew bi duþka malwêran pertandî û tîqelîqên wî difrîn esmanan , dê bêjê yê bo xwe yaryan dike !! .. Kabo me bêje Heluyê çi digote Çinuyê di þikeftê ve ??   Nuke dê damin êt û balolka þekrê înt , dê bikim duqet , qetek bu min , u qetê dî bo te , bila çinu. ??
      Herê vegêro ,, erê herê ,, ka tu bo me wênê wî segbabê ji navê te vedcinqî xuya nakê ??? Ew ê xwe ji gamêþekê mezintir didît û bi difin bilindî digote te : kirdun , kirden , girgir ..  Eve çi navê tamsare kardan.? Korru kurdoye , kurdo , û kurdu navekê xweþ û þêrîne , ka digel min bêje kurdo , kurdo , te gul musîqa navê nîne malixrabo , kurdo ye , kurdo !!!
     Erê vegêro , te bi çavên xwe dît çawa bi tlîlîya jinên Maltayê ew ji çek kirin û dîlan girêdan û vêkra digotin : “dê  kîn çiya me viya , qet nakevîn bin piya” bêje vebêjo dê bêje , nê roja te hat, li bîra teye ewê ji tirumpêla reþ xweþ berev te hatî û bi kerb gote te : tu bi ç dikenî ? Te hêdî , hîdî , çaya xwe têkveda û peyale bilindikir û firek jê vexwar ... Wek gurgekê har cardî gote te: Ha dê bêje tu bi min dikenî ??? Ma ez te nas dikim da bite bikenim ? Koro ma yek li vî bajêrî heye min nasnekt ?? Li min negre ez nexelkê vî bajêrî me ....
Dê bêje bêje vegêro ka ew îro li ber kîjan `erebanê kerefs û xiyar  û pîvazterrka  difrotin .? ..Li bin kîj xîvetê dirune.? Li ber kîjan mizgeftê destê xwe vedgire ??  Erê vegêro duniya ne þevek û rojekin , babkalikên me  her û her digotin û li benda bangê dîklê kofî sorê  azadiyê bûn , erê vegêro ez dizanim neviyên wan mizgînî gehandîye wan , lewma her bihar nêrgiz li ber kêliyên wan dibiþkvin û xemla Newrozê bi kiras û lewendiyên zeriya zêde dib  ..... Bila vegêro bêhna xwe veke û rê bide yekê dî were behsê rastiya xwe bi lingên xeyalê ve grêday bike ... Dê bila bê û ew jî ya xwe bêje  ,, kerem bike were .. Lê wern da evînê li hevûdu bireþînin û desta ji gerdena azadiyê bernedîn.
 
( li d estpêka Rojên wêjeya berawird ya 4 li Amedê, 21-10-2022  hate xwendin )


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark