Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: Hejmara (21) a Kovara Žermola Derket

 


Hejmara (21) a kovara Žermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê wežandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Žoreža Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêžekiya hejmarê:
" Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de žorežeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan... hwd.”, di nav de jî azadiya wežangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, wežanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û wežana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêž.


Di demên dawî de, bi taybetî pižtî nêzî deh salan bi ser damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû, di nav qada wêjeyî û biryarderên herêmî de gelek axaftin li ser rewž û rastiya tevgera wêjeyî û bandora wê li ser civakê tê kirin. Ji ber vê yekê, pirsa bingehîn li vir ev bû: Gelo dozdeh sal pižtî “žorežê” û deh sal pižtî damezrandina “Rêveberiya Xweser” nirxandinek ciddî yan jî amareke ciddî ya gižtî ya berhemên wêjeyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rast e? Gelo berhemên wêjeyî yên heyî ast û nirxên “žorežê” rave dikin û bandorek erênî li ser civakê kirine?
Rast e ji sala 2012’an û vir ve guhertineke bingehîn li herêmê pêk hatiye, di hemû waran de, û di warê wêjeyê de jî, nivîskar pižtî bi dehan sal ji qedexe, zordarî, biçûkxistin û çewisandinê karîbûn berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê dayikê çap bikin, her wisa derî li pêžiya wežangeriya wêjeyî, nivîskarî û wergerê vebû. Di navbera salên 2012an û destpêka sala 2024an de bêhtirî (800) pirtûkên curbecur, di navbera “nivîsandin, amadekirin û wergerandinê” de ji aliyê zêdetirî (18) saziyên wêjeyî, çandî û akademîk ên herêmî ve hatine derxistin. Lê belê, daxwazên têkildarî nirxandina berhemdariya gižtî ya berhemên wêjeyî - ku niha li gel kampaniya "ji nûveavakirin" ya berdewam li ser asta Rêveberiya Xweser bi gižtî pêk tê – ew daxwazên rast in û di heman demê de dereng in..".
Di hejmara (21) de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara (21) a kovara Žermola 156 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beža kurdî de ev berhem hene:

Pêžek
- Žoreža Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê
- Wêjevan û Žoreža Wêjeyî.. (Merwan Berekat)
- Tevgera wêjeyî li Rojava.. (Kemal Necim)
- Žoreža Wêjeyê.. (Bežîrê Mele Newaf)
- Žorež bi pênûsê dest pê dike.. (Darwîn Darî)
Hevpeyvîna Hejmarê
- Li gel nivîskar û lêkoler Berzo Mehmûd e (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Lêkolîn
- Ji helbestên Melayê Cizîrî: Žah Bi Qesda Kužtina Min.. ( Diyar Bohtî)
Pirtûkên Derketî
- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Wergerandin
-Birçîbûn.. (Zekeriya Tamir, Werger: Aram Hesen)
-Polîs û Sirûd.. (O. Henry, Werger: Hižyar Murad)
Helbest
- Siya dil.. (Zahid Mehmûd)
Ciwan û Wêje
- Vîna jinê.. (Sewsen Žêx Bekir)

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark