Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BÊHNA ÇIYAN

 



Xemgîn Remo
 
Li derve baran keziyê dargulan diþo
Gul bi hemî ciwaniyên xwe
Rûgeþ dikenin
Dengê meþka dayikê û wîçewîça þalûran
Awaza bi hev diguhêzin
Li ser ristê du hechecûk
Yariyan bi hev dikin
Çavekî min li gula ye û yek li hechecûka ye
Giyanê min jî bi strana ( were têlî )
Bangî dilberê dike ....


Têliyê were em herin kaskahî yên zozana
Wargehê koçran li nav bêrî û þivanan
Têliyê vê sibehê ez xewnevanim
Li ser bazikê xewnerojan hildifirim
Û li bend û sînoran napirsim
Bêhna çiyan , çilpîna pezkoviyan
Dengê quling û qaza hiþê min direvînin
Li nav buhiþtê xwe dibînim
Di gola Wanê de melevanim
Li geliyê Elî beg nêçîrvanim
Û li gel karwanê evîndaran þervanim ...
Têliyê min yek daxwaz tenê heye
Eger ku ez nezîvirim
Li wî cihê ku lê mirim
Li ber awazê bilûra þivanekî Serhedî
Min veþêre
Û li ser kêla ber serê min binivîse :
Ev gora dildarê çiya ye ....


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark