Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mûzîk û karisma

 


Nizar Yosif

‏Di hunerê dengbêjiyê de siroþ (talent) roleke sereke dilîze, stranbêj yan dengbêj bi rengê xwe yê bijare diyar, xweþik û afirîner reng dide, ku þopa xwe bi morek yekta li guhdarvanan dihêle.  Meqateya wî ya bi cefa ji bo xebata wî û hewldan û domdariya wî di perwerdehiyê de ji bo ku berhemê wî yê hunerî serkeftî be, ev e ku xemilek ciwan dide stranbêj û telesma performanê bi hebûna hestê nazik, ku hêza Vekiþandina bi ser xwe ve dide guhan, da ku bi kelbûna bihîztinê mijûl bibin.  Xwedanê van taybetmendiyên hanê tenê hinek ên kêm û cudane di nava civaka hunermendan de.  


‏Di nava van serkeftinên hunerî yên kêmên di hin qonaxên dîrokî de, stranbêjiya nimiz û erzan  berbelavbûn û berxwedaniya xwe ji bo heyîn û bi cîkirina xwe berdewam dikin, her tiþtê hêsan û erzan bi xwe re hildigirin, nemaze peyvên ku tama xwe winda dikin û prir caran jî rêgezên exlaq jî winda dikin.  Ew tijî pêþniyarên ku rûmetê di mertînin û dema ku li guhên welatiyan dixe, cihê ku ew lêbin bi bibihîzinê re aciz dike.
‏Nebûna saziyan û navgînên çavdêriyê li ser helbest, dengbêj û stran bi giþtî û nebûna çavdêriya wijdanê dengbêi bi xwe, ji ber berjewendiyên wî an jî nezanîna prensîbên stranbêjiyê û stûnên avakirina stranan.    Ji aliyek dî ve, quretî, pozbilindî û windakirina hevsengiyê(tewazin) piþtî her berhemeke mûzîkê û stranbêjiyê, di nav gelek dengbêjan (hunermendan!) de ku tê tomar kirin, ew kesên dîtir ji bilî xwe nahesibînin û wan biçûk û kêm dibînin.   Ev bela bûye yek ji taybetmendiyên qonaxa niha û roj bi roj ev nexweþî vedigire û bihtir dibe.  Di encamê de em kêmasiya ragihandina rast di navbera hunermendan de nabînin, ji ber ku hevdu napejirînin, ti nîþanên komkirinek a dilpak jî li ber çavan ne diyare.  
Ji vir em dibînin, ku pêdiviya piraniyê bi etîkêt û rêbaza axaftinê, û çanda kesayetî û cûreyek jîr û lihevhatî, ku mirov ji pozbilindî û pûçbûnê dûr dixe, ev bi serê xwe rêzgirtin û serkeftin e.  Bi vê yekê, ji hin çavdêr û mûzîkjenên rastîn re eþkere dibe, ku stranên kêm-kalîte xetereyek rasteqîne, li ser çanda nifþên sibehrojê û kalîteya afirîneriya ku xizmeta civakê pêk tîne dike.   Ev yek bi taybet piþtî heyamekê ji geþepêdana hunerê û qonaxek zêrîn a stranê, ku siyek ya hunerêbilind ji hunermendên astbilind bi stranên kalîte xwe radabû ser.  Li destpêkê pêþengê wan hunermend ê nemir Mihemed Þêxo, yê ku serdema xwe û ya ku li pey hatî, bi þopa xwe ya zêrîn nîþan û dîmen da wijdanê gelê kurd û bi hostayî çêjek gelemperî navnetewî çêkir.   Di vê hevgirêdanê de em di baweriyê de ne, ku mûzîk û karisma ya stranbêj, xwedan þiyanên mezinin ku hestan rabikin, demê derbas bikin, û bigihin kûrahiya giyanê me, kartêkirinek mayînde li ser civakê bihêlin û mirovan li cem hev kom dikin.    
‏Di encamnameyê de, bi bîranîna vê bejna hunerî, ne tenê rêyek e ji bo rêzgirtina jêhatîyekî awarteyî, lê belê fersendek e ku meriv ronahiyê berdê ser wî, bêyî hunermendên din ên serdema wî.  Kartêkirin û mayînde ya ku wî li ser civaka Kurd û ruhê wê yê neteweyî hiþtî, bi lêkolinê ve girêbide, stran û mûzîka wî û bandora mezin û kûr a ku hîn jî di karê wî yê hunerî de maye, bi þîrovekirin bînin meydane.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark