Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên  navçeyî  û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û şîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêş û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û  nirxên  wan jî   li gor nirînên xwe bi kurtebirî şirove bikin,lê divê em destnîşan jî bikin ku  di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weşandin. 


Lê berî ku em seyranê di nav cîrokên folklorî de bikin, em  pêwîst dibînin ku em hinekî û bi lez li ser wate û giringiya zargotinê di civakê û di pêşketina wêjeya nivîskî de  rawestin.
(Folklor ji afrandina gel e,ango gel nayabkarê folklorê ye,folklor di nav gel de pir hatiye gotin û ewa zû jî hatiye belavkirin,lewra jî pisporên folklorê gotine:Folklor vedenga  dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha ye.)û piraniya çîrokên di (Ronahî) de hatine weşandin beşek ji zargotina   Kurdî ye,emê li jêr li ser pirana wan rawstin; armanc û sûdên wan bi kurtî bidin diyarkirin.   
Di çîroka (şêr û kêvroşk) de weha hatiye:Şêrek hebû destlatdariya xwe li ser pir ajelên derdora xwe diki,ewî hercarê celebek şîv ji wan dixwast,lê vê carê sira kêvroşkan hat,di nav wan de kêveroşkek jêhatî habû û ewê bi   hevalên xwe re got:Ezê vê taştê ji şêr re amede bikim,kêvroşk piştî sê rojan çûye cem şêr,lê şêr gote kêvroşkê,ez çavnêrîna we dikim,we gote min,xwarina te li ser me ye,lê ez gelek birçî me.
Kêvroşkê bersiva şêr weha daye û got:Ezbenî!Di roja pêşîn de min ji te re  xwarin anîbû,lê dewarekî mîna te xwarin ji min istand.
Şêr got:Kesî din mîna min jî  heye ku kane destlatdariyê li lawiran bike?
Erê,tu bi min re were,ezê wî nîşanî te bikim,ew herdu bi hev re çûn,kêvroşk li ser devê bîrekê rawestiya û bi şêr re got: Ev e destlatdar di vir de ye, şêr li binê bîrê temaşe kir,wêneya şêrekî mîna xwe di avê de dît, yekser  ewî xwe ji devê bîrê avête ser wêneya xwe û ew şêr jî kete binî avê  û hemû lawir ji zordariya wî rizgar bûn.(Hej. 6).
Wek hemû kes dizanin,di nav hemû miletan de kêvroşk jî mîna pisîkan bi tirsonek hatine naskirin,lê di vê çîrokê de xûya dibe ku hin caran hinek ji wan jî awerte ne û ew kanin bi hişmend û jêhatî xwe di ser perda tirsê re bavêjin û bi wêrekî şêran jî bixûpînin,xwe ji wan biparêzin û koletiyê ji şêran û hêzdaran re nekin.Di nêrîna me de Celadet Bedirxan gelek bi zanebûn ev çîroka ji çîrokên gelêrî vebjartiye taku ew nameyek û waneyeke hişmendî bide xwendevanên kovara xwe û bêje:Ne tenê hêz rola xwe di civakê de dilîze,lê belê hiş û wêrekî jî dikanin zora neyarên xurt bibin.
Lê di bin vê navnîşanê de (xwe  ji bavê xwe vedizî ,terka gund û mala xwe  da) serpêhatiyek bê destnîşankirina nivîsevanê wê hatiye  weşandin,li gor texmîna me nivîsevanê wê Celadet Bedirxan bi xwe ye.
Nivîsevan dibêje:Ev nivîsa serpêhatiya xortekî Kurd hêja ye û ew weha dinivîse:Ev xorta ji bona ku bikane hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibe,xwe ji bavê xwe vedizî û çû Amudê,lê  ev çîroka xwerû rastî ye û ewa ne di çarçewa zargotinê de ye.
C.B.Xan dibêje:Ez derng çûm çapxanê,min dît xortek rûnişiye û ew ji ber min rabû û min silav dayê,di çavên wî de çirûskên jîrîtiyê diçirisîn,di lebatên wî de  terbiya Kurdmancî  a zikmakî  dihate dîtin,min jê pirsî,tu ji ku yî ? Ewî got:Ez ji Tilêlûnê ji derdora Dirbêsiyê me,lê min dîsan bi wî re got:Lê zarê  te  ne zarê  wir e,xort li min vegerand û got:Erê eslê me  Wartoyê ye,ji gundê Qerekan û em bi xwe Cibrî ne û navê min Cengbazê Cibrî ye û ez kurê Şêx Mehmûd im,lê ev bûne deh sal,em ji welêt derketine,lê min dîsan ji xortê xwe(Cengbaz)pirsî,tu zanî bi Kurmancî bixwînî?Cengbaz got:Ma çawa ez  nizanim,hergav (Hawar) ji min re tê,lê hetanî  ku ez  hînî zimanê xwe bûm,min gelek  zehmetî  dît,lê min ji wî pirs kir, çira(çima)ji elfabeya me hêsantir heye?Cengbaz dîsan gote min:Zehmetî(dijwarî) ne di Elfbeyê de bû,Celadet dîsan ji wî pirsî,lê ewa di çi de ye?
Cengbaz dibêje:Gava (Hawar)nûh derketîbû,ez pê agardar bûm,lê hîngê ez biçûk bûm,min nikanîbû ji xwe re tevdêrek bibîta û  ez hînî xwendina zimanê xwe bûbûma .
Xweda ramana miliyetê ji berê de, di serê min de çêkiriye,min dixwast hevaltiyê zimanhezan bikim,lê di gundê me de yên ku zanin Kurdî bixwînin,nînin;Cengbaz hîn bi Celadet Bedirxan re dibêje:Min rêdan ji bavê xwe xwest ku ez herim Amudê li cem Seydayê Ebdilhelîm taku ez   îlmê(zanista)Erebî bixwînim,lê meqseda(mebesta) min tiştekî din bû. Celadet  ji Cengbaz  pirsî,çima ev derew,te çira negote bavê xwe ku tuyê li Amudê hînî xwendina çîroka Kurdî bibî? ¬ Cengbaz:Bavê min, wê  ji min re bigota:Tu dixwazî kafir bî? Li dawiya dawiyê;Cengbaz baş zimanê Kurdî dizane û ew hevalên xwe jî hînî zimanê Kurdî dike.( Hej.7)Celadet Bedirxan bi hevdîtina vî xortî gelek dilşad dibe û xwastiye di riya vê  serpêhatiyê re; rewşa olperestên şûndamayî bide diyarkirin û rolên wan yên neyênî di pêşketina çand û bizava Kurdî de bi xwendevanên xwe bide zanîn,lê li rexberî vê diyardeyê jî,ew xortên niştimanperwer û zimanhez jî di civakê de dide ber çavên xwendevanên kovara xwe,ew bi vê  serpêhatiyê hestên pir nezanan û olperestên kevnehiş dide hember awêna jiyana Kurdî.
Di hejmara (8) an de çîroka folklorî (mîh, şêr û gur) hatiye weşandin,lê di çîroka (ker û heft gur de),(hej.9) bi kurtî weha hatiye weşandin:Li derdora gund kerek bê xwedê hebû,ew ji ber karên nişteciyên gund pir şerpeze  bibû, lewra ew çû ser  çiya,lê di rêkê de rastî roviyekî hat,rovî ji kerê pirsî,tu kuda diçî?Kerê got:Quzilqurta bavker,rovî jî li kerê vegerand û got:Lê ez çi bêjim?¬¬ ¬¬¬Û yekser got:(bêje ker kurtanê zer,sînîk ceh li ber),rovî jî wilo got û  ji wî pirs kir,tu min bi xwe re nabî?Herdu bi hev re çûn û ew rastî beranekî hatin,berên jî ji kerê pirs kir,lo kero!Tu min jî bi xwe re nabî?Ew herdu bi hev re çûn û ew rastî beranekî jî hatin,berên jî ji kerê pirs kir,tu derî kû?Ew hemû bi hev re çûn,lê ew rastî dîkekê hatin û dîk jî bi wan re bûye heval û  hîn kîvroşkek jî gihaye wan û ew hemû bi hev re  çûn nav çiyê û ew di nav mêrgeke xweş de man,kerê bi hevalên xwe re got :Divê ez bizirim,hevalên wî ji wî  pirs kirin:Çawa tuyê bizirî,gurên çiya wê me bixwin,lê kerê bi ya wan ne kir û ew ziriya,lê heft guran dengê zurîna kerê bihîstin,gurek çû cem wan û ew hemû bê xwedan dîtin,lê kerê,berên û dîkê bi hev re hêriş
birin ser gur,gur ji nav lepên wan serbest bû,lê ew nîvmirî çû û giha hevalên xwe, ewan ji wî pirsî,te çi dît?Gur got:Bira qet deng nekin,ez çûm
 û min qewmek dît,bila kes wan ne bîne,hevalên wî dîsan ji wî pirs kirin,xêre?Gur got:Heman ez çûm,wan yekser serê min kirin nav du latan,her yekî bi rengekî li min xist û yekî jî ji wan  gorna min dikola,hema her heft guran ji cih bazdan û bi hev re gotin:Em ji lepên wan rizgar bûn.¬-?  
Vaye me dît çawa sernivîserê kovarê di rêya vê çîroka zargotinî de  waneyeke kêrhatî dide gelê xwe û giringiya yekhêzî û yekdestî  dide ber çavên rêvebir û welatparêzên Kurd,yanê ew dixwaze bêje;eger çiqas dijminên me mîna gor bi hêz be jî,lê ew nikane zora yekbûn û yekdestiyê gelê Kurd bibe.
Di hejmara (10) an de  kurteçîrokek kurt  di bin vê navnîşanê de  (Xezna sê kosan) cihê xwe girtiye:Sê kes birayên hev kuse hebûn,ew di welatekî biyanî de dixebitîn,sendoqek zêrê wan hebû û ew danîbûn cem xanimekê,lê koseyekî din jî ji Hindistanê hebû,ewî remil avêt û zanîbû ko  sendûqek  zêr ya sê birayên kose heye,ev kose ji Hindistanê hat û çû cem  Xanimê û bi wê re got:Kanî sendûqa zêrê me,lê xanimê  ew nasnekir, ji ber  ku kose hemû mîna hev in,ewê di dilê xwe de got,qey ev kosa yek ji sê koseyên biran e û ewê  zêr dane wî, lê di  êvarê  de her sê koseyên birayên hev jî hatin cem xanimê,birayê biçûk pere ji wê xwastin,Xanimê  bi wî re got:Birayê te hat cem min û min zêrên we  dane wî,birayê biçûk ji Xanimê pirsî,lê  ew kose yekî çawa bû ?Xanimê  got: Ew yekî bejinbilind bû,ewî bi birayê xwe re got:Zêrên me ji Xanimê birine,birayê mezin ji wî pirsî, yê ko zêr birine, mirovekî çawa bû ?Birayê biçûk got:Ew bejinbilind bû,birayê mezin  got: Eger ev  nîşana heye, emê zêrên xwe  bibînin.
Birayê biçûk got: Hebilbilind e (Bejinbilind) e.
Birayê mezin got: Hebilkemal e(Bejinkemal) e.
Birayê navîn got:Hebilkemal e(Bejinkemal) e,keleme-diran e.
Birayê mezin dîsan got:Bejinkemal e, kelem diran e,navê wî Hecî Remezan e û bajarê wî jî Hindistan e,her sê bira çûn Hindistanê û perên xwe anîn. Di rastiyê de û li gor nêrîna me,belkî hin agahiyên din ji vê çîrokê kêm in,lewra jî xwendevanên wê nikanin gelek sudan ji wê bigrin,tenê mirov kane bêje, ew xanima ku zêr li nik wê hatin danîn, gelek tam e û bi yekçavî li kusan temaşe kiriye û hemu kose mîna hev dîtine  lewra  jî  şaşiyek mezin dermafê sê kuseyên bira kiriye,li aliyê din jî çawa kuseyên bira diçin Çînê û zêrên xwe bi sanahî vedigerînin?! Di vê diyardeya de jî hin valahî hene û hin agahî ji wê  kêm in,lê di nêrîna me de ,ev rûdawa di hemû  zargotinên cîhanê de xwazayî ye û lêkolînên taybet ji vê diyardeya gîştî re pêwîst in.   Di hejmara (11) de jî  em kanin çîroka (Dehbe û nêçîrvan ) jî bixwînin, lê emê li nik naveroka  çîroka (Roviyê Şêr) di hjmara (12) an de rawestin:
 Carekê şêr  dît ku roviyek ji wê de hat,şêr ji wî  pirsî,çima tu wilo belengaz bûyî û pirça dûvê te weşîya ye?Rovî li şêr vegerand û got:Ey Sultanê lawiran,ev sala xerap bi ser me da hatiye,lewra ez wilo şerpeze bûme.Şêr bi rovî re got:Eger ez te têr bikim,tu çi dibêjî ? Rovî got:Ma tiştek ji vê çêtir heye ku ez îsal têr bixwim?!
Şêr got: Tu guhdarî min bike, min çi bi te re got tu li min vegerîne.
Rovî gote Şêr, belê ezbenî,şêr ji rovî pirsî,çavên min çawan?Rovê got:Çavên te çavên şêran in,şêr dîsan ji rovî pirsî,lê pora min çawa ye ¬?Rovî dîsan got:
Miwên te weke singên di zirihan de sekinîne, ¬¬¬lê şêr dîsan ji rovî pirsî,lê serê min çawa ye? Rovî got:Serê te serê qehremana ye, şêr pirsî:Lê lepên min çawan in?Rovî got:Lepên te lepên şêran in,vê carê şêr bi rovî re got:Tu rabe bide pey min!Ew herdu çûn mêrgekê,di wir de hesp û hêştir diçêrin,şêr dewarek ji wan êşand û lepek li wî daye û bi rovî re got :Tu rabe wî bixwe û rune û kînga tu birçî bûyî, tu were cem min!Rovî jî kete ser goşt û xwar,sê roj derbazbûn,çavên wî sor bûn,roviyek bi ser da hat,ewî dît ku ew ji wextê berê xeraptir e û jê pirsî, bira çima tu wilo sêfîl bûyî ? Ewî li hevalê xwe vegerand û got:Bira çima tu nizanî ko ev sala xela ye (tunebûnê¬ )ye û bi hevalê xwe re got:Kuro,meyzeke tiştê ko ez ji te re bêjim li min vegerîne,hevalê wî got:Belê ezbenî,ewî ji wî pirskir;çavên min çawan in? Hevalê wî got:Çavên te çavên roviyan e,hevalê wî dîsan bi wî re got:Ne wilo bêje!Bêje çavên te çavên şêran e,pora te wek singên di zirhan e,yanê roviyê têr ew hîn kir û ewî jî mîna hevalê xwe bi şêr re got,paşê  roviyê sêfîl pey roviyê têr çû û ew gihana mêrga Selekûnê,ew giha  cem bergilî(bergîr), roviyê têr xwe kire paşiya yê birçî û got:Belkî ewê weke şêr bergîr bavêje erdê,lê ne wilo bû,bergîr pîhnek li çavên rovî da û ew li erdê dirêj kir,roviyê  din bazda û got:Wela bira min zanîbû ,tu ne şêr î,. LÊ TE LI BER ÇAVÊN MIN XWE KIRYE ŞÊR !!!.
Mebesta vê çîrokê  jî gelek zelal e,  lewra jî em pir pêwîst nabînin ku em  li ser rawestin.
Dûmahîk heye
Efrîn,6.03.2024   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark