Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Ew yara min e.

 


Mizgîn Hesko

Mîna Gulgamiş
Ez mame di rê de
Giham û negiham kaniya jiyanê
Kanî ava...
Di çavên Dilberê de..?!


Ew yara min bû
Pir nazenîn û şêrîn bû
Lê ew biçûk bû di çavên Xwedê de
Ew î kelem û çiya xistine rê de
Birûsik û Pereng xistine wê sîngê de

Ew yara min bû
Cerg û hinav
Dane ber xedeng û tîran
Dilkê min kesidand
Û ew xiste nava xwê de.

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Ez qerisîm di vê zivistanê de
Lê ji işqa Dilberê
Vî dilê şikestî
Her bi xurtî lêda

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Jîn bi min agirê sor e
Va hîn zindî
Ez dikelim tê de
Mîna nanê tenik im
Her dişewitim
Di wê tenûrê de..!

Ew yara min bû
Ew yara min e
Min...
Bi lêvên lerzînok maç jê da
Lêvên min qelaştin
Di sira maçê de
Min...
Xwe avêt bextê
Xaça di sukrê de
Min...
Xwe avêt bextê Yahwa
Û Yasîna di kemberê de
Min...
Xwe avêt bextê Zaradeşt
Û Tawis melekê di Laleşê de


Ew şax û şeng
Yara min bû
Yara min e
Ji pişta Kasî- Mîtan û Mêde
Yara min e
Li min nabe xwedî
Her min dibîne
Tirsonekê di wê revê de..!

Yara min bû
Ez Gilgamişê di wê rojê de
Min...
Vînos û Iştar navin
Bi tenê min divêt
Ew ava ku diherikî
Ji destên Dilberê de


Û dawî...
Eger ez negihiştim Firatê xwe
Besî min e
Mistek ji axa pîroz di wê bejnê de
Dê her şîn bibe
Giyakê sêvê bi ser gorê de..!


Ji dîwana / Tîpên Evînê/ Avdar 2007.
Yekek ji helbestên herî, herî kevin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark