Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

facebook: Çend gotin di derbarê Festîvalên Helbesta Kurdî

 


Ezîz Xemcivîn

Ji dil pîroziya wan kesan dikim, pêrabûna bi karekî wisa di evê rewþa tengavî de cihê rêzê ye. Ew kesên ko xwe didin bin barê evê xebatê (bê yî çi berjewendiyê) ji bo rajeya milet, ziman û çanda kurdî dikin.
Bila mirov di helwesta xwe de ne sert be, ne beþdarbûna min jî nayê wateya ko ez li dijî komkirineka wisa me, berevajî evê yekê ez dixwazim hêj û hêj Kurd ji hev hez bikin û nêzî hev bibin.
Ez devxweþiyê jî ji tukesan re nakim û ne li benda çi kesan im ko surmeya mîrîtiyê bi min ve bikin.
Ji hemûya re dibêjim mala we ava, we karekî baþ kiriye û her li pêþ bin.


Nirxandin jî mafê herkesî ye, lê ji bo avakirinê, bêyî kîn û rexne ji bo rexnekirinê be.
Ez piþtgirê çalakiyên wisa me, digel hin têbîniyên min jî hene:
Berî her tiþtî navê Mehrecanê ji ser bête rakirin, baþtir e bibe (Roja helbesta kurdî) tako li gelek cih û bajaran bêyî parçekirinê çêbibe.
Mehrecan bi xwe mercên wê hene û li cihekî teng û di çend demjimêran de an di rojekê de mirov nikare li bîst an sîh kesan guhdarî bike û gelek tiþtên din.
Xelatkirina takekesî tune be, lê xelatkirina beþdarbûnê bigihê hemû kesên ko beþdar bûne.
Gava (Roja helbesta kurdî be) dergeh û biwar bêtir vekirî ne.
Dema derfet jî çêbibe ev rêkxistin an Yekîtî digel hev dikarin mehrecaneka navendî bi navê helbesta kurdî ragehînin.
23.10.2023

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=pfbid034bqhBE

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark