Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Du Cotê Çav

 


Gurkan Elhac

Dilê êsîr di tewlê de
Binê bîrê di dewlê de
Du cotê çav birûsk lêda
Evîn û xwîn lehî pêda


...
Berûkê þer vekir lêda
Dilê bêçek xwe dî tê de
Xwe ber gulle negirt zêde
Birîndar ket di cengê de
...
Çiqasî dil xwe da alî
Li tîrêjên du çav alî
Evîn înaye bîst salî
Gerandim ez di çerxê de
...
Ne xewnek bû dihat û çû
Ne rojek bû hilat û çû
Awirên pir  þewat û dû
Piþavtin min teniþtê de
...
Ji awirkê hezar name
Hinartin bê  pel û xame
Di koda dil de peyxame

Bi xitma çav muhur lêda
...
Li bin ebrû du mermûl im
Wekî jîjo du mijgûl in
Bi nêçîrê ve mijûl in
Dilê min ketye derbê de
...
Perê çava bi guvguvbûn
Du þanê pir ji hinguv bûn
Du perwanê miçî liv bûn
Niza ketbûn çi kerbê de
...
Du çava tîr liserhev dan
Hiþ û sewda hemû tevdan
Kirim mat û mi dest levdan
Mi xatir xwest di rex wê de
...
Mi rêkir lav di çava de
Ziwa bû hêz di gava de
Li paþê min serî bada
Bi çîmanê diçû wê de
...
Serî mest bê mey û  bade
Du kul man raz hinava de

Xwe kir nîþan dilê sade
Vegestî can di pey wê de

...
Hejandim pê evînek zû
Vekir îro birînek nû
Li hêvya lê bikê pembû
Qemûþ bigrê di sîngê de
...
Ne poþman im bi vî halî
Bimînim piþtî sed salî
Werê derman bi dest malî
Nigê min best û qeydê de
...
Dîlok12.04.2023
Demjimêr 17.57 êvar

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark