û ev tişta zelal dike dewlemendiya deveran bi hatinên aborî, û ev yeka
nîşan dide li ser pêwîstiya dewletên serdest ji desteserkirina van
hatinan bi rêya danîna neqşeya parçekirin, hûrhûrkirin û bicîkirina
girtinheviyên ragehî netewî li van deveran de, û nimûneya tundirewiyê
dikeve endîzên sazî û partiyên yên ku nirxên sitmekarî, dûrkirin û
gendeliyê diparêzin, û jinavbirina hemî zanyaran yên şerê partîbûna pûç
dikin û herwiha şerî nediyarbûna sîstema rastîn a ew bi xwe rewanê
heyînê ye.
Berhinde zanyar dibînin ji damezrandina komên giştî
gelek partî, şepêl û komeleyan li xwe digere mîna çareyeke misoger ji bo
rizgarkirinê ji bêcaniya hişmendiya gelemper û navendiya bedenketî a
dûrkar ji vîna zanyaran yên gera li rastiya cûrbicûrî û hevgirtin û kar
li gorî rêbazeke rastîn dikin, û bi rêya danîna binema hevjiyana
aştiyane ji bo berhemanîna bijardeyên zanyarî û rawestandina cengan yên
bibûn nîşanên babidestiyê, û gewirîna afirandinê bi heza çavkurî û
têdeçûna li pey aloziyan , ev jî mirovan vegerandibûn çaxên cengan a
dîrok ji me re ravekiribû, û baş mînak Roma şaristanî, desthilatdarî
zorkarî û pişt re roxandina wê bi sedema hêlînên hevgirtinên wê yên
desthilatî , û divê zoreng li hember hêzên nezanî bê rêvebirin, yên têne
naskirin bi vexwenderên pêşesaziya mirinê, ev erka zanyarî a dibe
kilîta têgihiştina hemî ol ,hizirbûn, şepêl û baweriyên ji bo parastina
mirov û hebûnê bi rêya qayimkirina nirxan.
Û zanyar parizvana her
bîrdoziyeke saxlem in, ew bi nameyê xwe Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
rêbendên kûr di navbera ol û felsefeyan de radikin,û bi taybetmendiyên
gelan û cudabûna wan şehnaz dibin, û hewil didin rêyên rêxistinî nû di
têkiliyên mirovan bi hevdû re bibînin, û naxwazin nakokî durist bibe, û
ew mertalekî parêz in ji cureyên bîrdoziyan yên ji bo jiyan û mirov
biserdikevin.
Û ta em hebûna a ku em têde yeksan dibin bi rêya
berketin, bîrawerî û baweriyê têbighin, pêdivî ye ku em bibin
naverokekê ji rêxistina zanîna bi bandor di henasan de, yên bi sedema
pêvajoya şîretbûnê beravêtîbûn, yên nirxên takekesên xwexwedakirî cîgir
kirin ji berjewendiya qezencvanan ,yên xwe li paş maskê rabûnê
berjewendiyên xwe yên teng vedişartin, û kiryarê tevgerê kiryarekî
misoger e hebûn bi xuristiya xwe li ser jîndaran teva pêşkêş dike, û
hişmendiya dûrkar bi lawaziya xwe ve diyar e, û ramanê zanyar a ji
yekbûna hebûnê dibişkive bi rêya belavkirina felsefa evînê, li ser vê
dîtina jîr û bi hêz derbirînê dike , yên zanyaran pê navdar in berve
mirov û jiyanê.
Ji ber vê yekê xelk bi naveroka xwe hest nabin
tenê dema ku xwe di kombûnên zanyarî de yekgirtina xwe çêbikin û li ser
şikestina bendan bixebitin, berhinde bawerkirin bi zorenga a di nav
dewletan an hundirê çi dewletê de diqewime bîngeha xwe sewadîkirina
dabeşkirina hatinan an malgirtina desthilatê bi rêya berdewamkirina
şûnmayîbûnê, û herdû jî ji berhema zordariyeke dîrokî qerpol e li pêş
nezaniyeke sedema wê çavkarî û sertbûn e .
û zanyar bi evînê
weke felsefeyeke banga guhertinê dike bawer in, ji bo bidestxistina asta
herî bilind ji pileyên şahî û xweşiyê û pêkanîna nirxê mirovan û
parastina hebûnê wek pêwîstiyekî ji berdewamkirina jiyanê.
Û
bedewbûna hestyarî zo dihele û li vir jî hêza evînê diyar dibe di
afirandina meya jiyanê, û zanyar dibînin di mirinê de wekî nemana herdû
hêzên giyanî û daringî an tunebûna herdû hêzan li cem mirov û ketina wî
di talîzoka windabûn, nezanî û girtîbûnê.
Û Istratîcîka zanyarî
xelekeke gîhandinê ye xurt e berjewendiyên netewan bi hevdû ve girêdide
li ser bîngeha hatinrêzê ji tek hebûnê re, û ew netewekî hişmendî
yekgirtî ye, bi rêya helwestên zanyaran li hember zorbedî û hevgariyan
yên ku ricîma dadgeha soraxvaniya nû li her cih û demê pêkanîbûn, û
hebûn welatê wanî giştî ye.
Hêza rastîn yê ku em pê dikarin
mirovan biparêzin, hêza rewiştî di nav xwe de hembêz dike a ku ji evîn
dibişkive, û a bi rêya wê em dikarin gerentiyê ji berdewamiya baweriyê
di nav xelkê de bidin, û behirkirina hebûnê ji bo encamgirtina zanîna a
ku milyonan ji nezanî, sertî û perîşaniyê rizgar dike, û bi xirabûna
nîvî hemî jî xira dibe, û bi rêya heyîna bedew em jiyanê û bedewbûna
peyketinê berve rastiya bê sînor di zanebûnê de hizir dikin , û gavên
kirdeyî destpê dike pêşî bi baweriya bi yekbûna hebûnê û yekbûna mêjiya
mirovî a giştî bi nûnertiya zanînê û em nikarin bi çi tevgera guhertinê
destpê bikin eger em bawernebin bi wê rastiyê yê ku zanyar wê ji
rizgarbûnê re weke hêviyekê dibînin, herwiha zanyar bi vejînbûna mirovê
nû bawer dibin û beranberî vê yekê kedên pêşiyên berê hurmet dikin ji
bo lêkolîkirina şerên hebûn û parastina wê ji biveyên mirovê ezez, ji bo
serkeftina rastiya zanyarî a cîgirbûyî li ser azadîxwaziya niştîmanî a
vebûyî li ser gelên kêlek û cîhanê teva, berhinde zanyar dibînin ji
sazîkirina netewa zanyarî a yekgirtî dewsa sînorên erdnîgarî yên ku
desthiladarên dijmin wêna avakiribûn li hember çi aştîbûneke mirovî, û
tiştê ku mirovahiyê li ser heman bername û cudahiyên xwe dicivîne ew
hebûna a rastî gefxwarina bi nemanê tê ji bobelatên yên bi encamê
cengên ku bi destê mirovan çêbûne derketî, û dîrok wekî ciwankariya
kesên heyî dibînin ji bo sengerandina ezeziyê weke rêgeheke cîhanî, lê
ya diyar û xuya ji her kesekî berketî re ku tiştê mirov gîhabûyê bi saya
bikaranîna hişê afrêner û perwer û zanyar e, û hebûna welat ewa
palpişta hebûna giştî ye û zanyar di her cihî de ji wana tê xwestin ku
welatên xwe ava bikin û ji kesên wêranker û nezan paqij bikin taku
lawên heyînê bijîn, ji ber ew hêjayî jiyanê ne ji ber ku normalbûnê
derbas kirin , û zanyar Nîtşe bi mirovê serkeftî bawer dibû, û ji mirovê
normal nefret dibû, ji ber ku yê serkeftî hêjayî afirandinê ye, û yê
normal nêzî mivroyî û çilekbûnê ye, û tenê heyîn bala dibe bi saya
tiliyên zanyaran.
Xwedî çareyan ew çi kesên ku jiyana xwe dabû ji
bo pêşveçûna nifşên nû , û hemî nivîs û kedên xwedî çareyan bi aliyê
evîn, hebûn û zanebûnê ve diçûn, li pêş ewqas sitemkar mînak Feron 1,
Neyron 2, Hitler , Stalîn 3 û Seddam Husên,û kesên mîna wan û her ew
zoreng diyar e timî bi derbasbûna dîrokê, û serkeftina misoger ew ji
hêzên zanînê re ye, û rêber pêdiviyên xwe bi serkeftina leşgeran hene ta
dîrok wan bi bîr bîne, û leşger eger hiş û dilên xwe bikarbînin bi
awayekî kirdeyî bi wan serokên li navendên xwe rûniştî yeksan dibin, ew
serwerên yên bi sazkirina hevpeyman û mercan ve mijol in û dayîna
fermanan û şopandina çewsandina dozdaran yên cihên wan xistin bin gefan û
hin ji wan zanyar bûn li hember sitemkarî, û gendeliya wan rawestiyan,û
di vir de ji zanyaran armancekî bala heye ji têkbirina nezanîbûna xelkê
û bêhişkirina wan bi sloganan, û guhertina mirovan li nîşanên zanyarî
bi rêya jêbirina hişmendiya xwedawendîbûna serok, û armanca a zanyaran
doza wê dikin ji pirsgirêkên bîrdozî û partîtî mezintir e , û ji kiftika
sazî , şepêl û partiyan di her dewlet an yekîtiyê de destpê dike bi
rêya xwebiçekirina bi ramana Evîn hebûn e û hebûn Zanîn e û geşkirina
rabûn û geşepêdanê di giyanê van sazî û partiyan li her deverên cîhanê û
herbilîna li ser xalên hevbeş yên dikarin rêbendan rakin û aloziyên
demborînê derbas kin û vebûnekê li pêş pêşeroja cîhanî saz bikin.
------------------------
1- Feron : navê fermandar e li Misra kevin li gor reftara ya di serdema nûjen de hatibûye naskirin.
2- Şahînşah Neyron 15.12.37 – 09.06.68 pencemîn û dawî şahînşahê şahînşahiya Romanî .
3- Stalîn : serokê dûyem a yekîtiya Sofiyêt a berê 18.12.1878 – 05.03.1953 .
https://youtu.be/Q2AR8m8gOPU