Birahîm QasimBerê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaşa bike eywana Kesra, neqş û nîgar
Cegerxwîn, helbestvan û nivîskarê navûdeng yê kurd di sedsaliya 20an de, li seranserî Kurdistanê wekî helbestevanekî xame zêrîn hatiye naskirin, nemaze ku jiyana xwe di sedsaliya borî de derbas kiriye, serdemê guherînên mezin piştî şerê diwemîn yê cîhanê, ku van guherînan gelek bandor li naveroka helbestên wî kiriye, tevî ku ew jî di destpêka jiyana xwe de, wekî nifşên berê ketiye di bandora sofîgerî û oldariyê de, ku wekî rewşenbîrekî oldar bû, û ev yek xuya dibe di naveroka dîwana ya binavê Xweşxan de, ku di sala 2016an de li Dihoka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Nalbend ve hatiye çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û serastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî ve.
Xweşxan bi piranî ji helbest û tekstên olî û sofîgerî pêk hatiye, û
diyar dibe ku Cegerxwîn di destpêka xwe de ketiye dibin bandora nivîsên
Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqê Teyran de:
Herçî me got ger wa bibî
Qelbê Cegerxwîn şa dibî
Mislî Kerîm Paşa dibî
Hetta bi roja saetê
Herweha
helbestên xwe bi şêweyên klasîk li ser kêşesaz û newayan nivîsandiye lê
naveroka wêjeya wî hestiyar bû, berbi romantîzma neteweyî ve diçû.
Berê em hikûmeteke cîhangîr bûn li dinya
Wer temaşa bike eywana Kesra, neqş û nîgar
Ew
bi hestên mirovahiyê bawer e, herwiha di nav şêwaza romantîzimê de
hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, êş û evînê di
nivîsandina wî de bi awayekî xuya dibînin, ku li xwezayê vedigerin û
hestên wî bi hestên subjektîv re derdikevin û ji ber ku pêvajoya
afirîneriyê li ser bingeha xeyal û dildariyê ye, di berhevoka wî ya
destpêkê de diyar dibe.
Lê pişt re ji encama têkiliya wî ya
rewşenbîrî bi wêjeya cîhanî re hin guherîn ketin nav helbestên wî, ew
berbi wêjeya rasteqîne ve çû û giha sosyalîzmê, banga wî bi taybet ji bo
milet û civaka xwe berbi ramanên komunistiyê ve dibe û li dijî olperstî
û sofîgerî, Feodalîzm û Burciwaziyê radiweste, herweha girtinheva di
navbera sosyalîzm û împiryaliyê de gurr dikir.
Loma wî dît piştgiriya têkoşîna hemû miletên bindest li cîhanê û berbi rizgarî û azadiyê ve bibe, erkeke girîng e.
lê Cegerxwîn ji qalika xwe ya kurdayetiyê bi yekcarî derneket.
Ma tu Kurd û Kurdistan
Didî bi sed Hindistan
Ger tu bibî yazdê Gurd
Her tê bibê eman Kurd
Cegerxwîn
rewşa civakî û siyasî dişopand û ew bandorek li edebiyata wî kir,
nexasim piştî guherînên cîhanî û ruxandina hêvî û daxwazên gelê Kurd di
hemû şoreş û serhildanên kurdî de, rewşeke aloz derkete holê û
nexweştirîn rewş di dîroka kurdî de peyda bû, parçekirin û dabeşkirina
welatê wî li ser netewên din bûn sedema êş, azarî, stem, kuştin,
derbiderkirin, xemgînî û şîniya gel, ev hemû jî bûn name û sernavên
beşeke mezin ji helbestên wî yên şoreşgerî û şîretvaniyê.
Bêje Kurdan tev de rabin em bira ne tev de mêr
Xwe di rexta de dipêçin sîne bidne ber gulla
Serbilind bimrin we yaxud serbixwe dê em bijîn
Hûn ji bo vê rojê zane heydê êrîş kes nema
Berhemên wî paqij û hêsan in, hişmendiya naverokê di nav nîgarên eşkere û rave yên jiyana rast a rojane de têne diyarkirin.