Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina YNRKS di bstemn salvegera kokirina seyday Trj de

 


Mêvanên birêz: Kat û demên we ronîbin
Di bîstemîn salvegera koçkirina helbestvanê nemir seydayê Tîrêj de, her wê bimîne çirayeke vîketî di dîroka wêjeya Kurdî de, ku ji xwe evan hozanvanên bi rûmet, zimanê me,wêjeya me,folklore me, serpêhatiyên me, ore û serwerên me , di wijdanê gelê Kurde parastin.
Hevalên hêja:
Bi navê yekîtiya gitî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê em ser saxiyê ji malbata seydayê nemir Tîrêj re dixwazin, her wiha jî Xudayê berz û gewre bihuta xwey rengîn bike par û pika wî, wisa seyda bi dilovaniya xwe abike, ku timî fîxana Bilbilê xwey dil ad li nik hewdê sorgula di bin sîka dara (Sedret elmuntiha)de bibhîze, pêre jî  axaftina xwe bi ewî Qulingê  ku ji refê xwe dûrketî berdewam bikê.


Hevalên hêja:
Wek em dizanin ku seydayê Tîrêj helbesta xwe bi rengê kilasîk di rêst, ji xwe pênasîn bi wan coreyên din wek helbesta serbest, azad, bexane, ne dikir, ewî wek akirtê Ehmedê Xanî û Melayê Cizerî xwe di dît.
Çar merc seydayê Tîrêj li ser nivîstokê di danîn ta ku wê wek helbestê bi nav bikê:
1-Ristin 2-Awaz 3-Qafiye  4- Naverok
Ji vêjî helbestên wî bi hesanî û xwebûn dihatin awaz û belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku nemir seydayê Tîrêj gelekî bi xursta welêt  ve hatibû girêdan, ta navê çiyayê Kurdistanê li her sê dîwanê xwe kirbûn  
1-Xelat  2- Zozan  3- Cûdî
Bawerim ku gerek ba li her çar parçê Kurdistanê kiribû,çûbû hemî deverên pîroz ji xaka welêt, Dicle û Ferat, çiyayê Barzan, gora Mem û Zînê, Birca belek, lale û warê Siyamend û Xecê, û geleg deverên din.

Hevalên heja:
 nemir seydayê Tîrêj mezin bû, û wê mezin bimîne,evek yan simînarek bi tenê mafê Tirêj nadiyê de, emê hewl bidin ku vekolîn û serhevdeyên dûmahî di dermafê vî lehengî de pêkbînin.
Ku ji xwe armanca me wek yekîtiya gitî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, danehev û parastin û komkirina berhemên niviskar û helbestvanên meye, wisa jî çapkirina pirtûk û dîwanan wan di pêerojrke nêzîk de.

Silav bo giyanê nemir seydayê Tîrêj
Spas û silavên herî germ bo bedarbûna we mêvanên hîja.
YNRKS
26.03.2022 Essen

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevah Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark