Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mr Dr. Kamran Bedirxan, 43 Sal Xweziyek!

 


Konê Re

  "Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îî; ez heq ji vî îî dernayênim. Titê ko zaroyên heft, het salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina î û karên me, heke ji destê me na ye; î û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ew di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat êr e, te dest avêtê dibe rovî.."
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan/ Rojnameya (Roja Nû), hejmar 11, sal 1943


  Erê.. Werin, em xwediyê van gotinan Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin.. Ev ê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re ge dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givatin..
  Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê, ji rex kemalîstan ve hat derxistin.. Ji neçarî digel bav û birayên xwe, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê/ Kobanî), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya (Roja Nû) û (Stêr) weandin.. Li Parîsê, di zanîngeha (Sorbonê) de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya orea Barzanî kir.. Di lihevhatina 11ê Adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê ingalê de..
  Dawî, ew di roja 04/12/1978an de, berî 43 salan, di koçberiyê de li Parîsê koça dawî kir.. Berî ku bimire, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîkî re li Parîsê..! Anku ew bê gor e! Ew jî wek piraniya ap, bira û pismamên xwe di miextî û zîvariyan de mir.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, ew milet nexercê jiyanê ye.. Xwezî peykerekî wî jî, di Parka Xwendinê de li bajarê Qamilo bihata danîn.. Yezdanê mezin wî û tev lehengên kurd û Kurdistanê bi dilovaniya xwe ad bike..

Qamilo 3/12/2021


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark