Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Welato, d bese!

 


Konê Re

Bes e, bes pirsa evînê û
helbestên evînê ji min bike…!
Çax û demên min nîn in
ji dilgirtin gurnijandin û hevdîtinê re…



Li min bibore; Êdi nema strana
(Keçka Simoqî û Bavê Seyro)
giyanê min dihejînin..
Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin
Dil perçe-perçe bûye; Perçak li Efrînê ye
Bi darên Zeytonan re diewite..
Perçak li Kobanî û Serê Kaniyê ye,
xwîn jê diherike..
Perçak li Qamilo û Amûdê ye,
jar û rebene, ji belengazî dirikrike..
Welato!
Me got û ne got..!
Me got: Hawar e Hawar;
yê ku nikaribe darekê biçîne
itlekê ne qurquçîne…
yê ku nikaribe avanîyekê ava bike
koxekê wêran neke…
Êdî bese welato..
Konê Re, Qamilo, 25.09.2021

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark