Konê Reþ Bi helkeftina ku 15ê vê tîrmehê/ 2021, (70) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bidirxan re derbas dibe, bi min xweþ e ku hûn serwextî van gotinên min bibin: Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..
Belê, bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji
me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara
wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek
xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro
piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û
Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û
helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya
kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hiþyar..hwd. Hem jî
bi weþana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr.
Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr.
Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin. Eger mirov li dîroka malbata
Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di
sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê
wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Mîr Celadet yê ku gotiye:
(Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, bi du
qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê
serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman
e..)
Mîr Celadet Bedirxan
Nîþe: