Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Ne: Xelata helbestvan zimanzan Mele Nr Hesar ya v sal 2021 giha nivskar Mahn xan. Proz be!

 


Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek “Seydayê Pirêan” jî tê naskirin. Di het saliya xwe de, li ser destê bavê xwe fêrî xwendina Quranê bû û pitre li gelek gundên navçeya Cizîra Sûriyê meletiyê dike û di nav pêlên helbesta kurdî û welatperweriyê de dibe melevanekî ehreza.
Ji destpêka sala 1967an ve, Mele Nûriyê Hesarî li bajarê Qamilo yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.
Lê pitî nexweiyeke dûrûdirêj, roja 25ê meha Çile ya sala 2011an, Mele Nûrî di 78 saliya xwe de, li taxa Qenat Siwêsê ya Qamiloyê koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hate veartin.


Mele Nûrî gelek berhem afirandine. Ji berhemên wî yên çapkirî: orea Berzanî- Zeviyek Gazîdan - Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî - Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî. Lê ji xeynî berhemên çapkirî yên Mele Nûriyê Hesarî, gelek berhemên wî hê jî destnivîs in û li benda dîtina çap û ronahiyê ne, weke Rêzimana Kurdî, helbestên kurdî, ferhengeke kurdî-kurdî û ferhengeke kurdî-farisî.
Mele Nûriyê Hesarî çend xelat û rêzname jî wergirtine wek: "Xelata Cegerxwîn ya afirandina helbestê di sala 2008an de - Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12an li Sûriyê di sala 2007an de- Rêznameyek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim, û di sala 2014 an de, Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê jî xelatek bi navê Mele Nûrî ragihand, ta ana gihaye sê kesan.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark