Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Seh Mr Mamoste

 


Mahir Hesen

Rojekê ji rojan, mîr li hespa xwe siwar bû û kete ser rê bi nêta nêçîrê, sehê wî jî da pey,  wesa dem derbas bû,  hêdî-hêdî roj diçû ava û tîrêjên wê xav û sist dibûn . Weha rojê xwe bi kirasê reng agirî dapoş kir.  Û asoyê mîrgehê sor bû .
Mîrî xwe berhev kir û berê xwe da ser rêka vergera mîrgehê, bi rê de simê hespê mîrî kete qelşekê  de û pêr- pêre lukimî  û lingê hespî  şikest.
 Mîr neçar ma û nema karîbû rêka xwe ya vegerê  berdewam bike.


 Mîrî,  ji sehê xwe re got:
- Em ê îşev,  li vê bêlanê xewkin heya sibê Xwedê kerîm e.
Wê şevê seh ma şiyar û zîrevaniya mîrî, ji teba û giyanewerên dirinde kir.

Bi berbanga sibehê re,  mîr şiyar bû û meyzekir ku seh hîn şiyar e û  wî diparêze .
Mîr gelekî, ji sehî razî bû û jê re got:
 - Ji bo dilsoziya te , ez ê te xelat bikim.
Û çawa mîr gihişt mîrgehê şînî û akincihên/niştecihên mîrgehê kom kirin û ew agehdar û şîret kirin ku rêz û qîmeteke mezin,  bidin sehê wî û çi pêdiviyên xweşkirina jiyanê , jê re dabîn bikin.  Lewma niştecihên mîrgehê , bi dilxweşî biryarên mîrî,  bi cih anîn û bi derbasbûna rojan re, xwedîkirina sehê mîrî bû yek,  ji erkên şîniyên mîrgehê . Heya ku navûdengê  sehî,  li tevaya herêmê belav bû.

Seh pir qure bû û ku dikete kewarên zadî  û kozikên gundiyan, ewî  mirîşka herî baş dibir û tu kesî,  ji tirsa mîrî newêrî bû zixurekî jî,  li wî sehî wer bike .
 Bêhna gundiyan pir,  ji  sehî teng bû û giha asteke berz,  lê tu tişt bi destên wan ve nedihat  .
Rojekê, mamostayekî nû hate mîrgehê , û bala xwe dayê ku tu kes nikare kiriyarên sehê mîrî rawestîne û tu çareyekê bibîne, Heya rojekê mamoste pêrgî sehî hat û jê re got :
- Heger tu li xwe venegerî , wê paşeroja te gelkî xerab  û çepel be . Baştir e ku tu dev ji van tenazokan berde. Sehî bi difinbilindî ve, lê   vegerand û got :
-  Sehê Mîrî Mîr e .
Û guh neda peyvên mamosteyî û dûvê xwe hejand û çû .
Mehek du sê û her seh ma weku xwe û reftarê xwe neguhertin.

Şevbihêrkekê,  ji şevên ku çivat , li oda mîrî  geryaye û mamoste jî, lê amede ye,  mîrî got:
- Mamoste ka,  ji me re behsa serpêhatiyên xwe bike .
Mamoste got:
-  Mîrê min , hûn ê ewlehiyê bidin min?
Mîr got:
-  Fermo çi heye ?
 Mamoste got:
-  Xelk û ''''''''''''''''''''''''''''''''alem sixêf û dijûnan,  ji te re didin û te ageh jê nîne û nizanî .
Me’dê mîrî,  li hev ket û pêt ji devê wî çûn , û bi dengekî, bi hêrs got:
-  Kî wê wêrekiyê , di xwe de dibîne ku di derheqê min de,  min şaş bibe ?!!
 Mamoste got:
- Mîrê min , li herêmê tevî dibêjin;  sehê mîrî,  wateya wan tu sehî, ne seh yê  mîr e.  Ya baş ku tu xwe, ji vî sehî xilas bikî , da navê te,  bi navê sehî re nehête hermandin .

Mîrî,  bi lez da xwe ber bi hewşê ve çû û bivirek, li pêşiya xwe dît , bivir rakir û bi hemû hêza xwe,  li ser sehî xist û seh ket û mir .
 Mîrî gazî xulam û xizmetkarên xwe kir û got:
-  Herin wî sehî binax bikin .
Ya dinî rojê, mamoste çû ser gora sehî û got:
- Min ji te re negot , tu carî Seh nabin Mîr .

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark