Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: roka Cejna Newroz Di Nav Kurdn Rojava De

 


Konê Re

  Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera ev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê ev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi ûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
  Li gor ku ez serwextî tevger û rewa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêwaziya Cejna Newrozê kiriye. Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir..


Pitî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956`an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbespiyê maye, paê çûye amê.
  Li amê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paa, Ekrm Beg Cemîl Paa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewen xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji kurdên amê û qutabiyên ku wê hingê li amê dixwendin.. Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û ahî pêwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xwe bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li amêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, pitî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
  Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veartî bû.. Vê paiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
  Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di iyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê, di nav kurdên amê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim pitî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin.
  Lê di sala 1986`an de, dema ku kurdên amê divîbûn derkevin dervî amê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kutin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêwazî dikin.



Ne:

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark