Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dê tu Agirdad bî.. Avdar 2004 ê serhildanê

 


Mizgîn Hesko

Ji buharê ta buharê
Çend binefeþ biþkivîn
Û çend nêrgiz çilmisîn...?

Çend gelawêj çirisîn
Û çend berbang fetisîn..?


Ji Halapça ta Qamiþlo
Çend aheng...
Çend festîvalên jiyanê
Tên li darxistin...?

Ji cejnên mirinê
Ta cejnên jînê
Çend Leyla
Çend Agîd
Çend Samî
Çend Ciwan
Çend Qasimlo
Ji dayik dibin...?

Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeþtên kal
Avistayê didomînin...?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên hetaw
Têne der...?
Çend Qadî
Di zikê Mehabadê de
Bûn çira û fener...?
Çend Þêx Sa‘îdên nuh
Ji hicrikên bi ocax
Vedan keser...?
Çend Maþûqên nuh
Bihêrs dijîn
Ji bo qada sor û zer...?

Ji adarê ta adarê
Çend Anahîta
Çend Xwedanên dilbijok
Tên xapandin...?
Çend Þaxoþînên nuh
Tên perçiqandin...?

Ji serê salê ta bînê salê
Çend bêrîkirin
Dikevin bin pêlavên
Biyaniyê de...?
Çend firmêsk
Di qermîçokên riwên zuha de
Tên veþartin...?

Ji Nesrînê ta M.Þêxo
Çend þeydayên nuh
Distirînin ji bo dilberê...?
Çend zeriyên nuh
Dienerin ji pencerê...?

Ji Cigerxwîn ta Tîrêj
Çend helbestvanên nuh
Dest tavêjin kemberê...?

Ji îþqa Nîþanî
Ta bi evîna Feqyê gerhok
Çend Bêkesên nuh
Hildigirin
Pênûs û fenerê...?
Çend Agirdadên nuh
Vêdixin luksa berê...?

Ji Urkêþ ta Qamiþlo
Çend Pakrewan
Ji pêsîra goristanan
Ber Bi asîmên ve hilperikîn
Û çend Agirdadên nuh
Ji Xuncên Gulan herikîn...?

Dê tu Agirdad bî
Û dê 12 ê adarê cejn bî

Dê tu Agirdad bî
Samanê Newroza me bî
Dê tu aramiya çavên ...
Ku di bendemanê de
Melûl, melûl
Þilopilo dibin
Û dîsan bi omîdên dîtinê
Avis dibin

Ji adarê ta adarê
Çendîn mahîtav rawestandin
Çendîn roj di binê awiran de
Nixumandin...
Dê tu Agirdad bî
Dê tu ..
Ronî bike xewnên me
Dê tu...
Germ bikî dilkê dilê me

Dê tu Agirdad bî
Keftelefta mendalekî
Ku ji nuh îro
Ji dayik dibe

Dê tu hilm û bîna
Rîhaneke
Di nav kavilên wêran de
Hewil dide ku serî rake
Dê tu bejna findeke
Ku ji nuh tête vêxistin
Dê tu Agirdad bî
Di þopikên buharê de
Tu ne buyer î
Di hinavê dîrokê de
Tu SERHILDAN î.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark