Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Xêre ez ji helbestê hez dikim?

 



Ebdilmecît Þêxo

Di rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Piþta min qiloç dibe
Lê ne ji ber bara  
                      Tenên zêtunê
                      Bara henaran
                      Û seleka tirî


Tenê ji ber  barên derd û êþan
Gava ez helbestekê bi bîra xwe tînim
Pêlên  êþa dilê min
 Dîsan hêmin dibin.

 Di êvaran de
 Rûdinim
Diponijim
Êþ ji her aliyekê de
Min gez dikin
Min dixwin
Kovan min diþewitînin
Raman min sermest dikin
Lê dîsan ez helbestekê dixwînim


Ewa giyana min sernûve vedijîne

Bi sibehan ez zû þiyar dibim
Bêhêz û bêqîret dibim
Di ber  fîncana qehwê re
Dîsan ez  helbestek Þêrko Bêkes
                                             Dixwînim
Vê carê
Ez dibim
Mîna perçak nanê sêlê
Di devê zarokekî  birçî de
Piþta min dibe derguþ û Lange
Ji zarokekî sêwî re.
Çawa ezê ji helbestê heznekim .?

Di rojên
Bajarê xwe  de
Ez piyasê dikim
Li dewsên  çavmamizan  
                    Bejinpilingan
Ez tenê biznên reþ
Û bejnên maromîro

                                                           -3-


Li kolanên min diçêrin  
                           Dibînim
Ez dîsan helbestek Ebdela Peþêw
                                           Dixwînim
Hemû bêzariyên min  diþwetin
Çeql û gor ji tirsa peyvê re
                                         Direvin
Vêca ezê xêre ji helbestê
                                    Heznekim!!! ???.
Eger ez gulek çelimisî
Di guldana dilekî de dibînim
Ez(Sebahul xeyr xanima min)
Ya Mileyê Cizîrî dixwînim
Û gula xwe dîsan vedijînim
Ez zanim  ewa jî, ji min hez dike
Carcaran bêsoz serdanê
Li min dike
Xêre, çima û çawa
Ezê ji dîlbera delal
                    Heznekim  ???

 Efrîn.2019
 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark