„Emin be xwida, be kelamî
ezîmî xwida, be niștîman, be șerafetî milî kurd, be alayî muqedesî
Kurdistan swênd dexum, ke ta axirîn henaseyî (bînkișandina) jiyanim û
rijanî diwaîn tonkî (dilopa) xwênim, be giyan (can) û mal le rêyî
ragirtinî serbixweyî û berzkirdneweyî (bilindkirina) alayî Kurdistan de,
têbikoșim…“
Bi dîtina min dema xwendin û guhgirtin li van
gotinan, rastiyek eșkere dibe û derdikeve meydanê; ewjî serbixweyî
Kurdistane, rastgoyî û dilsoziya wî Mêrxasî bû, daku wê armanca herî
serke û pîroz li ba kurdan, di dil û wijdanê nifșên pêșerojê de biçênê!
Tevî ku temenê Komarê zor kêm bû jî, lê pirsyar ewe: gelo çima ta vê
rojê jî û li hemû parçeyên Kurdistanê, ew bû ye simbola têkoșanê,
serbilindî û hêviya pêșerojê? û jiber çî ta vêgavê Komar bû ye stêrka
herî geșe di esmanê xewnên kurdan de?
Bê goman, li gorî
belgenameyên li ber destan, ez dikarin bêtirs bersiva wan pirsiyaran
bidim û bêjim: jiber ku Komar ê armanc û xewnên rewa (heq) yên gelê kurd
bi cih anîn û tekez kir, ku ev gel (milet) dikarê serbest û serbixwe
welatê xwe bi rêve bibê, bi șêweyî șaristanî ber bi pêșve herê û jibo
miletên dewir û pișt (cinar), bibe nemûne! Her ji roja yekeme ve:
Mirovhezî û parastina mafên wan, dadpreweriya komelayetî (civakî), ruhê
tebayî û dest di nav dest de, rêzgirtin li deng û raya xelkê, bayexdan
(giringîdan) bi berjewendiyên neteweyî yên sereke bû bûne xeyset û
simayên bi rêvebirên Komar ê. Ji ber wê û her ji destpêkê de, Komar bû
bû dirik (sitrî) di nav çavên dujminan de.
Loma pêwiste, proseya
damezirandin û ruxandina wê komarê a yekem di dîroka me de, û ezmuna wê
ji me kurdan re her zindî bimênê, da ku em û nifșên dahatu sûd ji çend
serpêhatî û dersên, ku ji bo me bi cî hiștiye, bigrin:
1 Kurdistan
yek parçe ye û gelê kurd yek gele; jiber her ji yekem roj de, nunerên
hemû beșên welatê meyî parçekirî li Mahabada Paytext, li gel
Rojhelatiyan șahiya serxwebûnê, pîroz kirin û amadebûna xwe jibo
parastina wê nîșan dan (nemûna herî baș di vê derheqê de, Xebata Mela
Mistefayê Barzanî û hevalên wî bû).
2 Bawerî bi Serxwebûna Kurdistan ê û rizgarkirina gelê kurd ji bindestiyê.
3
Tenê bawerî be hêza netewyî û hevgirtina navxweyî dibê garantî û
misogerkirina serkeftin ê; neku palpștî bi hêzên dereke (biyanî) û bawer
bi gotin û sozên dujminan.
4 Helgirtina berjewendiyên neteweyî û têkoșan jibo cîbicî kirina wan, di ser berjewendiyên Hizbî, malbatî û kesayetî re.
5
Parastin û bi hêzkirina yektîtiya neteweyî, rêzgirtin li bîr û raya
xelkên xwe, gringîdan bi pileya zanebû û șarezayî miletê xwe.
6 Rêzgirtin li azadiya bîr û bawerên siyasî û olî, dêmokrasî û parastina mafên rewa yên miletên ku di nav kurdan de dijîn.
7
Çandina kultura hezkirin, rêzgirtin, parastin û bilindkirina sîmbolên
netewyî di nav gelê me de; wek Ala rengîn û siruda „Ay Reqîb“!
75 sal
derbas bûn e, lê ezmûn û dersên „Komara Kurdistan“ li Mahabad ê jibo
rizgariya netewyî hîn jî bi sûdin, lewra baștrîn wefadarî bo ruh û
yadgarî Qazî û hevalên wî, ewe ku em armancên têkoșana wan bi cih
bênin!!
Bêgoman eșkere ye, ku di vê serdema nû de, rewș û
çarenûsa gelê me çetin û aloze; zor dîwar û berbest yên navxwe û derve
li ser rêya bi cîanîna armancên Komarê hene; lê tevî wê jî, weku kurdekî
hêvî û daxwaza min ewe, ku rojek berî rojekê, li hevhatin û hevgirtina
hêz û rêkxistinên netewa me li hemû parçeyan bi cih bibin, û bi taybet
le Rojhelata Kurdistan ê! çima Rojhelat?
Jiber: ji aliyekî ve, ew
motik û dayika yekemîn Komara gelê me bû û ji aliyê din ve jî, bi dîtina
min, rêjîmên Iranê xeraptirîn û dijuartirîn dujmnên Kurd û kurdistanin;
ew bi zanebûn, pîlan û tanî radeyekî bi bêdengî, dîwaran li ser rêya
serxwebûna gelê kurd li her cihê ku lê dijîn, ava dikin!
Hezar Silav li ruhê Qazî Mihemed û hemî șehîdên Komarê û rêya azadî û serbixweyî Kurdistan!
Mahabad, meydana çar-çira, 22.01.1946