Sereke | Beşŕ Erebţ | Beşŕ Çandţ | Gotarekţ Rŕke | Erşţv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: DEWLEMENDKIRINA ZIMAN╩ KURD╬

 


Xalid Cemîl Mihemed

1.    Rew■a Zimanê Kurdî
Gelê Kurd, bi dirêjiya dîroka xwe, ji bo jiyan, serxwebûn, nasname û hebûna xwe liber xwe daye û hêj di wê kêferatê de berdewam e û ketiye warekî, ku bi hemû erk û belgeyan mafên xwe yên yasayî, mirovî û neteweyî bisepîne, di nav de jî xebata di ber ziman de, ku ew yek ji bereyên wê berxwedanê ye û ne tenê ji aliyê dijminên gelê Kurd ve, ew ziman hatiye binpêkirin, lê belê bi awayekî berfireh û berbiçav, ji aliyê xwediyê xwe ve jî, hatiye perawîzkirin û pi■tguhxistin. Êdî rew■a vê berxwadanê çawa ye, ku Zimanê Kurdî tê de ye û çawa dikare serkeftinê di vî warî de bidest bixe?


Bi sedên salan serdestên desthilatdar ên li ser jiyana gelê Kurd, rê nedane Zimanê Kurdî ku pê■xistinê bibîne, ango rê pê nehatiye dan ku ge■bûn û dewlemendiyê bibîne, herwiha di nav xwe de jî, xebata ku gelê Kurd, di vî warî de kiriye, ji ber gelek hokar û sedeman, ne li gorî pêwîst û daxwazê bû, tevî ku di vê serdemê de, hinek gav hatine avêtin, lê negihi■tine asta ku ev ziman cihê xwe di platformên cîhanî û navdewletî de bibîne û bi berfirehî bibe zimanê sereke yê dahênan, lêkolîn, zanist, perwerde û nivîsîna gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê jî.
Hinek zimanzanan, ziman weke dara biber pesin daye, wiha jî dîtine ku eger guhdan bi wê darê nebe û ew dar neyê ge■kirin, pê■xistin û parastin, êdî metirsiya hi■kbûn, zuhabûn û nexwe■iyê li ser peyda dibe. Ne tenê koka darê, lê belê reh, ■ax, çiql û pelên wê jî, pêwîst dikin ku cihê guhdanê bin. Bi wê parastin û guhdanê, ew dar hebûn, jiyan û nasnameya xwe jî, jidest nade, hevdem ew dar dîrok û fîlosofiya xwe jî bi xwe re hildigire.
Di vê çarçoveyê de, bi egera ku Zimanê Kurdî bê jinavbirin û tunekirin, êdî kultûreke dewlemend ji berhemên astbilind ên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqeyê Teyran, Macin, Nalî û Mehwî û yên din wê bêne windakirin.
Zimanê Kurdî ne tenê amêreke hevtêgihi■tinê ye, lê belê gencîneyeke tijî zanyarî, zanîn, kultûr û nerînên gelê Kurd e, derbarê hebûn, jiyan, ■aristanî, civak, dîrok û pêvajoya dem û gerdûnê. Ango ziman hilgirê fîlosofiya gelê Kurd e û yek ji amêrên berxwedan û kêferata wî ye ji bo jiyan û hebûnê.
2.    Metirsiyên li ser Zimanê Kurdî
Pê■xistina Zimanê Kurdî, weke hemû warên din ên jiyana gelê Kurd û civaka Kurdî, bi diru■m û siloganan, ti encameke erênî nedaye û nade, lewma pêwîstî bi gavên kirdarî heye, ku ew jî girêdayî ast û awayên bikaranîna wî zimanî ye.
Ůikestina di warê pê■xistin û ge■kirina Zimanê Kurdî de, vedigere gelek rehendan, li ser asta civakî, hizrî, siyasî, ewlehî, derûnî, abûrî, neteweyî, navxweyî û cîhanî, ku ew hemû rehend, bandorên nerênî yên mezin li ser çarenivîsa gelê Kurd dirust dikin.
Di vî warî de, ji bo pê■xistina Zimanê Kurdî, pêwîst e gef û metirsiyên li ser vî zimanî bêne rakirin, ew gef û metirsî li ser sê terwereyan têne dabe■kirin:
2/1. Tewereyê navxwe: Ew jî bi bereya navxwe tê naskirin, ku di cudabûna navbera ■êwezaran û ■axên ■êwezaran de, diyar e, bi awayekî ku heta niha li gorî pêwîst ■êwezarên Kurdî sûdeke mezin û berfireh ji hev nedîtiye, bi wateya ku hebûna wan ■êwezaran bibe dewlemendî ji Zimanê Kurdî re, li ■ûna ku bibe sedema cudabûn û hevtênegihi■tinê.
2/2. Tewereyê ragihandinê: Ew jî amêrên ragihandinê û medyaya civakî, di nav de jî, rêklam û pankartan li xwe digire, ku li ser bereyekî berfireh bandora wan heye, lê bi qasî ku ew bandor nerênî ye, ne erênî ye, ji ber ku heta niha, bi piranî, Zimanê Kurdî, li ser asta ragihandinê, tû■î wêranî û têkdanê dibe û bi piranî jî, zimanekî ■ikestî û nesaz nî■an dide, êdî li ■ûna ku Kurmancî be, dibe Erebmancî yan Tirkmancî.
2/3. Tewereyê derekî: Ew jî girêdayî desthilatên serdest ên Tirk, Faris û Ereban, ku hewlên wan di tunekirin û pijavtina Zimanê Kurdî de, berdewam in û herdu tewereyên yekem û duyem ên bûrî jî, bi wan re dibine alîkar.
3.    Kêmguhdana bi Zimanê Kurdî
Kêmguhdan bi pê■xistin, dewlemendkirin, bikaranîn, vejandin û ge■kirina Zimanê Kurdî û perawîzkirina wî li ser asta takekesî, civakî, perwerdeyî, siyasî, abûrî, bazirganî, pî■esazî, medyayî, navxweyî, herêmî û cîhanî, vedigere gelek sedeman, ji wan jî:
3/1. Guhdana bi zimanên biyanî bêhtir ji guhdana bi Zimanê Kurdî, di xwendin, nivîsandin, dahênan, rêxistin û dezgehan de, bi taybetî zimanên Erebî, Tirkî û Farisî, ku ji bo Zimanê Kurdî ew dibine hokarên pijavtin, têkdan, jinavbirin û tunekirinê, di demekê de, ku li ■ûna Zimanê Kurdî, êdî ew ziman ge■tir û xurtir dibin. Herwiha ■anaziya dezgehên ragihandina Kurdî bi bikaranîna peyv û ■êwazên dari■tin û derbirrînê yên zimanên biyanî, bi taybetî yên desthilatên serdestî Kurd û Kurdistanê, weke mînak, bi behaneya hêsankirina zimanê ragihandinê, êdî berê xwe didine bikaranîna peyv, ■êwaz, dari■tin û derbirrînên bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî li ■ûna yên Kurdî, ku pêwîst e di ragihandinê de cih bigirin û xelkê li ser perwerde bikin. Tew gelek dezgehên ragihandinê, bikaranîna peyv û ■êwazên biyanî li ■ûna yên Kurdî, weke serkeftin, pê■ketin, ■aristanî, bajarvanî, taybetmendî û serbilindî dibînin, di heman demê de, bikaranîna peyvên Kurdî yên resen weke kêmasî û ■ermezariyekê dibînin, û li hinek deveran jî, pabendiya bi Zimanê Kurdî yê resen dibe cihê tinaz û henekpêkirinê jî, bi behaneya ku zimanê resen û xwerû peyama ragihandinê têk dide, ew jî behaneyeke têkder û ziyandar e.
3/2. Bikaranîna lawaz û ■a■ ji Zimanê Kurdî re, li xwendingeh, dibistan, peymangeh û zanîngehan, herwiha li ser rûpelên tora medyaya civakî û di ragihandinê de.
3/3. Pi■tguhxistina pispor û ■arezayên zimanzan û rêgirîkirin li pê■ erkên wan, di warên pê■xistin, ge■kirin û dewlemendkirina Zimanê Kurdî de, bi awayekî azad û zanistî, li xwendingeh, dibistan, peymangeh, zanîngeh û dezgehên ragihandinê.
3/4. Bêbawerî bi Zimanê Kurdî, ku weke amêreke berxwedan û bercestekirina kesayetî û nasnameya gel û mirovê Kurd e, li hember pîlan, ajanda û siyasetên li dijî gelê Kurd û Zimanê Kurdî têne birêvebirin.
3/5. Jibîrkirina rola Zimanê Kurdî di dirustkirina serkeftin û hevterazûya derûnî û hizrî li cem mirovê Kurd, li beramber aloziya hemû warên jiyanê û krîzên ku mirovê Kurd xistiye jêr dorpêçên tund û dijwar, ku yek ji wan dorpêça li ser çand û ziman e.
3/6. Têkdan û pi■tguhxistina rola Zimanê Kurdî, di warê rûbirûbûn û berengrabûna astengiyên li ber derbirrînên hizrî, li beramber sitem û pirsgirêkên ku hevterîpî proseyên siyasî, le■kerî, ewlehî û abûrî, li dijî gelê Kurd, têne birêvebirin.
3/7. Zimanê Kurdî hêj neketiye warê sûda abûrî û darayî, ku ev yek jî dibe sedema dûrketina gelek kesan jê, û guhdana bi zimanên din, ku deriyên karên cudacuda li ber wan vedikin.
3/8. Kêmguhdana berbiçav, bi xwendina berhem, lêkolîn û pirtûkên Kurdî bi gi■tî, hevdem ligel guhdaneke bêhtir bi berhem û pirtûkên zimanên din.
3/9. Kêmbûn û lawazbûna wergera ji zimanên cîhanî ji bo Zimanê Kurdî, herwiha kêmbûna wergera berheman ji ■êwezarekî bo ■êwezarekî din.
3/10. Astengiyên cyografî, civakî û abûrî, di navbera ■êwezarên Zimanê Kurdî de û zehmetiyên hevtêgihi■tinê û lawaziya rola ragihandinê û materyalên perwerde û xwendinê, di vî warî de.
3/11. Guhdana bi milmilaniyên siyasî, bêhtir e ji guhdana bi çareserkirina pirsgirêk, zehmetî û pêdiviyên zimanî, ku dibe bi çareserkirina wan milmilaniyan re, alîkar bin.
4.    Dewlemendkirina Zimanê Kurdî
Ji bo pê■xistin, parastin û dewlemendkirina Zimanê Kurdî, dibe ku hinek pê■niyar û rasparde di çend xalan de bêne rêzbendkirin, ji wan jî:
4/1. Ge■kirin, pê■xistin, dewlemendkirin û bihêzkirina pirtûkxaneya Kurdî, bi berhemên wêjeyî (Helbest, çîrok, roman, ■ano, rexne, pex■an…), herwiha bi berhemên zanistî, dîrokî, civakî û lêkolînên corbicor.
4/2. Pê■xistina ragihandina Kurdî, bi taybetî di warê bikaranîna ba■ de, ji Zimanê Kurdî re, di hemû amêrên ragihandinê de, ji televizyon, radyo, rojname û malperan, bi awayekî ku pêwendî û danûstandin di navbera ■êwezarên Kurdî de peyda bibe, û ew amêr bibine platformên têkilî û hevtêgihi■tinê di navbera wan ■êwezaran de. Wiha jî arastekirina sîstematîk ji bo bikaranîna ba■ ji tora medyaya civakî re (Facebook, You Tube, Twitter, Instagram), bi awayekî ku sûdê bigihîne Zimanê Kurdî û wî dewlemend bike.
4/3. Dirustkirina ferhengên corbicor ên yekziman, duziman û pirziman, herwiha ferhengên pispor û taybetmend bi mijaran, di hemû warên wêjeyî, zanistî û hunerî de. Li kêlekê jî dirustkirina ferhengên têrm û zaraveyan, ligel ensîkolpedyayên berfireh û ferhengên wêneyan û yên ■êwezarên Zimanê Kurdî û etlesên ziman û ■êwezaran. Ji bo vê yekê jî, pêwîstî bi erkdarkirina komîteyên ■areza û pispor heye, wiha jî pêwîstî bi terxankirina budceyeke darayî ji bo cîbicîkirina van karan heye.
4/4. Guhdana bi wergerê, di asteke bilind, akadîmî, sîstematîk û plankirî de, ji zimanên din ji bo Zimanê Kurdî, ligel wergera di navbera ■êwezaran de jî.
4/5. Pê■xistina materyalên perwerde û xwendinê, di hemû ast, pol û qonaxan de, bi rêya damezrandin, pi■tgirî û alîkariya dezgeh, deste û komîteyên ■areza û pispor.
4/6. Handana bi xwendin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî, herwiha guhdan bi pirtûkên Kurdî û çapkirin, we■an û belavkirina wan. Di nav de jî guhdana zanistî bi Zimanê Kurdî û ■êwezarên wî, bi rêya lêkolînên zimanzanîn, rêziman, rênivîs, dengzanîn û hemû astên pêwendîdar bi Zimanê Kurdî.
4/7. Arastekirina ber bi bicihkirin û bikaranîna Zimanê Kurdî di bazar, bazirganî, kolan, dibistan, civîn, tevger, belavok, arme, werzi■ û lîstikan de. Herwiha pê■xistina Zimanê Kurdî di asta devkî, axaftin û nivîsandinê de.
4/8. Guhdana bi çand, huner, stran, folklor, pend, gotinên pê■iyan, film, belgefilm, rêzefilm û ■anoyê bi Zimanê Kurdî.
4/9. Girêdana Zimanê Kurdî bi derfetên kar ve, bi taybetî peydakirina derfetên kar li ber kesên ■areza bi Zimanê Kurdî, bi awayekî ku sûda darayî û abûrî jî, jê hebe.
4/10. Pakirina Zimanê Kurdî ji peyvên biyanî yên ku li ■ûna peyvên Kurdî yên resen girtine, her di vî warî de dibe her ■êwezarek sûdê ji ■êwezarên din bibîne, ji bo dagirtina valahiyên zimanî û ferhengî, ku peyda dibin, bi wateya ku eger gelekî pêwîst be, ya ba■tir ew e ku ew valahî, bi peyvên ■êwezarekî Kurdî bêne dagirtin, yan jî bi peyvên zimanên din ên ne serdest li ser Kurd û Kurdistanê, ku di hewla pijavtina Zimanê Kurdî de berdewam in, bi taybetî zimanên Erebî, Farisî û Tirkî. Lê eger peyva pêwîst di ■êwezaran de nebe, ya ba■tir ji zimanên cîhanî yên Ingilîzî, Fransî û yên din bê wergirtin.
4/11. Kar di ber azadkirin, ge■kirin û danpêdana bi Zimanê Kurdî, li ser asta navxweyî, herêmî û cîhanî.
4/12. Naskirina taybetmendî û ciyawaziya Zimanê Kurdî ji zimanên din, weke mînak, di diyardeya ergatîviyê de, ku tê de lêkera gerguhêz di dema bûrî de, li gorî bireserê tê kê■an û kirdar tê tewandin û bireser nayê tewandin, herwiha cînavên kirdariyê cihê bireser digirin û cînavên bireseriyê cihê kirdar digirin. Ev diyardeya ku di zimanên naskirî de peyda nabe. Weke mînak: (Narînê pirtûk xwendin) diyar e ku kirdar (Narînê) yek e, lê lêker li gorî bireserê, ew jî (pirtûk) e, hatiye kê■an, û bi rêya lêkerê mêjera bireserê hatiye naskirin, ku pirjimar e. Ev yek jî tê wê wateyê, ku pêwîst e guhdana bi zîrekî, dahênan û xurtiya Zimanê Kurdî, bê dan, ku ji zimanên din ne kêmtir, qelstir û lawaztir e, eger kar jê re bê kirin.
5.    Encam
Bi pê■xistin, dewlemendkirin û ge■kirina Zimanê Kurdî, taybetmendî û kesayetiya mirovê Kurd bihêztir û ge■tir dibe. Ji ber ku di çarçoveya fîlosofiya ziman de, Kurdan hêma, sembol û nerînên xwe nî■an dan û hizr û fîlosofiya Zimanê Kurdî ava kirin.
Zimanê Kurdî, li kêleka ku gencîneyeke dewlemend e, ew amêreke civakî û rew■enbîrî ye jî. Hevdem ligel hewlên pijavtina gelê Kurd, hewlên pijavtin û nehi■tina Zimanê Kurdî jî dihatin kirin û berdewam in, lewma pêwîstiya gelê Kurd bi wê yekê heye, ku çawa li ser asta siyasî û abûrî kar û xebatê dike, pêwîst e, li ser asta Zimanê Kurdî jî, bi heman awayî, kar û xebatê bike û ziman nebe qurbanî di nav milmilaniyên navxwe û derekî de, ku bandoreke nerênî ya mezin li ser hebûn û pa■eroja gelê Kurd dikin.

 
Gotar Nerţne Xwediyŕ Xwene
 

Puanŕn Nűšeyŕ

Asta Dengan: 5
Bi Tevahţ Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vŕ dengdanŕ:

Herţ ba■
Pir ba■
Ba■
Ne xirab
Xirab

Vebijark