Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyan: komta xelata Osman Sebr bo dostaniya gelan xelat v car da rojnamevan Misir Essyd Ebdilfettah Esseyd

 


Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi nitimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.


Bo berdewamiya van têkliyan, komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, biryar da, ku vê xelatê vê carê bide rojnamevanê Misirê rêzdar Essyêd Ebdilfettah Esseyêd, bo helwestên wî yên kurdewarî, bervedêriya bo gelê Kurd û doza wî ya dedmend, çi di nivîsên xwe de, û çi jî li konferans û cîvînên herêmî u navdewletî de.
Rojamevan Essyêd Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diweîn, wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok Mediya û hinên din.
Ew arezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê weanxaneya Nefertîtî bio wean û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî pêî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û weandina berhemên ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser erê dij Daî li çeperên cengê, li Baûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd bedarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine girêdan, bedar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpikê çalakiyên ramanî û semînaran li pêengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên erê dij Daî li baûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewenbîrên Kurd, û piraniya hêzên siyasî Kurdistanî li Baûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark