Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mrdn zidiyn w

 



 Konê Re

  Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deta Wêranarê, ew jî cihê rûnitina du eîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 km ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 km, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deta Wêranarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eîrên Kurdên Êzidî û misilma bû.


  Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber erê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî, kurdên misilman û erebên misilman yên eîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê ingalê û Kurdistana baûr girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranarê de belav bûn.. Xwe di nav eêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paê, û piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman de belav in, lê mixabin pirraniya wan gundan Daiê bûne kavil..

 
 Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reo mezinekî Ezidiyên Beriya Mêrdîmê.

Konê Re, Qamilo, 02.08.2020

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark