Ibrehîm ŞitloBerêz Konê Reş di Nivîsara xwe ya di Rojnama Welatê me de bi navê:
Gera lipey Şopa Dr. Nûrî Dersimî çapbûye gelek ji Dil û xwîngermî nivîsandiye.
Sipasiya min jê re hene ji bo Bîranîna Qehremanê Serhildana Dêrsimê û bi taybet ew Rêzên giranbiha û hêja ku li dawiya Lîkolîna xwe û Bîranina 47 Saliya Koçberiya Dr. Nurî Dersûmî.
Lê ji ber Giranbuhaya Têkoşîna Dr. Nurî Dêrsîmî û ji bo diyarkirina rastiya Koçberiya wî ez dixwazim van Bûyeran diyarkim û hinek Gotinan rastkim:
1 Dr. Nûrî Dêrsimî di Sala 1939 bi alîkariya Kenîsa Ermenan li
Helebê bi fermi li gora Peymana ku Iskenderûn kirin para Dewleta Tirk,
Dr. me nemir bû Welatiyê Dewleta Sûryê.
2 Piştî wê tirkiyê
agahdarbû ku Qehremanê Sehildana Dêrsimê li Sûriyê ye, gelek bi fermî ji
Dewleta Fransa – yê ku wê demê li Sûryê bû – û piştra ji Hukûmeta Sûryê
vegerandina wî tirkiyê dixwest…lê her car Xwesteka Enqerê bi cî
nedihat.
3 Ta Sala 1962 Mala wî li Kolana:Îsmeîliyê- Avahiya Gozim bû. Piştre barkir Kolana Mehetet Baxdad – Ew Qat ji Ewqafê Kirî.
4
Dr. Nûrî Dersimî di Sala 1966 de û piştî Lêkolîn û Pirsa Kesên nêzîkî
wî biryar da ku Ew Mezelekî ji xwere û yekî ji Xêzana xwere Ferîde Xan
re li ser Mezela ZIYARETA HENAN ji bo pêşerojê amade bike.
Apê Hêja
bi dehan car berê xwe da Gundên dora Ziyaeta Hanan ji wan jî Gundê
Meşalê û Gundê Metîna. Welatiyê van Gundan bi Dilxweşî û berzî
bixêrhatina wî pîrozdikirin û ji Biryara wîre ku ew wê Mezelê xwe û yê
Xêzana xwe li Ziyarea Hanan bicihbîne kirin.
Lê ji berk u Mezgefta
Ziyaretê û Meydana Mezel di reşeka nebaş dabûn, Berêz Dr. N. Dêrsimî
Hoste û Zanayê Avakirina Mezgeft û Mezelan civandin û bi bixwe li ser
Avakirin û durustkirina Mezgeft û Mezel dima.
Piştî piraniya Karê avakirin û Nûhkirina Mezgeft û Dîwarê dora Ziyaretê pêkhat.
Aloziyek
ji aliyê Axayê Gundê Kortikê(yê ku Mezel û Ziyareta Hanan dora 2 Km
dûre) Elî Ekrem. Rojekê ez çûm ba, min dît ew gelek xemgîne û ne weke ku
ez wî herdem dinsim…ji ber xwe ji min re got:
„ Lawê min ez dixwazim
tiştekî baş bikim, lê Ali Ekrem Axa Karker û Hostiyên ku Mezgeft û
Mezela Ziyareta Hanan qewitandin û ji wan xwest ku car din nêzîkî wir
nebin. Ew dibêje ku ew Der Milkê Malbata wiyê û mafê biyanîkî wek Nuri
Dêrsimî nine bêyî destîra min were li ser Mal û Milkê Malbata wî
avahiya ji xwere çêke“. Ew jî hîna Tehdîd ji min re rêkir ku ewê min bi
rêya Dadgehê Tawanbarke.!.
Di Kolana Mala Apê berêz û ne dûr Xelîl
Axa Şêx Ismeîl Zada cîwarbû û hin Şûyîn hatina wan ba Dr. Nurî Dêrsimî
bi dostanî hebû. Dr. Ev Bûyera ku Axayê Gundê Kotikê Elî Ekrem pê kiribû
ji Sînorvan û Dostê Malbatê re gilî kir, li vir hêjayê gotinêye ko
Xêzana Xelîl Axa Xwişka Elî Ekrem Axa ye. Li dawiyê û piştî nêzîkî 3
Mehan, bi alîkariya Malbata Xelîl Axa şêx Ismeîl Zade û çend Kesan Elî
Ekrem Serdana Dr. Nurî Dêrsimî kir û ji wê pêve Hoste û Karkerên Avahiyê
karê xwe li Mezgeft û Ziyareta Hanan birin serî.
5- Dr, Nûrî Dêrsimî di Salê 1961- 1962 bi Nexweşiya Dil ket.
6- Koçberiya Apê Qehreman Dr. Nurî Dêrsimî:
Die
Meha Tebaxê 1973 Hevalên Partî – Sedariya serdemî – Berêz: Horîk
Ehmed,Ebdilrehman Osman û Zekeriya Mistefa xwe ji ber Polîs û Asayêşên
Sûriya xwe ji Malên xwe bidûrxistibûn û Çûyîn Hatina xwe binehênî
dikirin. Min jî li ba Apê nemir bi rastî pesnna van Hevalan dikir ta
giha ku ji min re got ez dixwazim van Hevaklên te li ba şevekê li mala
xwe bikim Mîvan, ka tu çi dibêjî ewê kanibin werin ba min?. piştî min
xwesteka Dilê Dr. ji hevalan re got, wan jî bi dilxweşî erê kir û die
Roja Duşembê dora kat 11.00 berînîvro min ew hwersê Heval gihandin Mala
wî li:Mehatet Baxdad. Dîtina wan bihevra gelek germ û weke ku wê
Şahiyek mezin biqewime. Em wilo bi hevra ta Îvara man. Soz bû ku ez
Rojêdîtir „ Sêşembe 21. Tabaxê „Hevalan ji Mala Dr. vegeränim Çiyayê
Kurd ..Çawa me biryar dabû wilo jî hersê Hevalan bi Oxirê bi dil û Can
em Mala Dr. derketin û berê xwe dan Bajarê Efrînê û ji wir min Heval
gihandin Gundekî nêzîk. Min jê şeva xwe li ba wan derbaskir û Roja dîtir
– Çarşembû - ez çûm Helebê. Dora Demjimê yek û nîv bû, gelek germ bû,
Dilê min nerihet bû, hişl min bixem bû…weke Tiştek qewimî be diket bala
min…hema ji nêzîkî Geracê min ji Froşgehekê Telefûn Xwişka xwe mezin
kir, Apê hêja û Xêzana wê gavê Îza min wendadikirin wan pêwendiya wê
dikirin.
Xwişka min hema jimin peirsî:tu li kûyî?. Tu neçû Mala Apê Dr.?
Min ji Denk û pirsa wê naskir ku Bûyerek nexweş qewimiye, min gotê: Apo rehmetî bûye?
Çawa
ez giham Avahiya Mala wî Çûyîn hatina Paya û Jinên Kurd bi girî û
xemgîn li ber Çavên min ketin. Deriyê Malê vekiribû, Çawa li min lingê
xwe avête Salonê min Nivînek ser girtî dît, bi ketina min Meta hêja
Ferîde xan li min nêrî û bi bi Erebî û bi dengekî bilind got:
„ Vaye Kurê me hat, êdî ew Zane, ew Karê wîye!.“.
Piştî
min Çarçef ji ser serê Apê xwe hilda min maçek da ser Eniêa wî, helsam
çûm ba Meta Giranbuha Ferîde Xan û ji çi pêhat ku rehmetî bû?.
bersiva min da:Lawê min, Taştê xwar û jinişkêve, Êş kete Dilê wî û dirêjnekir….
Ez
mam li ber Barekî giran. Min berê Karê wilo nekiribû. Rabû min Çavên
xwe li Kesên li wir civiyane gerand …Çavê min li Berêz: Ehmed Mele Tahir
ket“ Bingeha wî ji Cizîra Botaye, Zavayê Miftî bû, Welatparêz bû, li
Helebê Bazirganiya Tixtîl dikir û li gora Civata Kurda li Helebê Abûriya
wî başbû, Kurê wî li Birlînê Xwedî Dermanxêye“ ü pêwendîkî bi Bîr û
bewerî dineqeba me de habû.
Min jê re got:Rakirin,Oxirkin û Veşartina
Dr.li Mezalê wî Karê mine, lê ez bitenê xwe nikanim Karekî wilo bikim,
ez hêvî dikim - ji camêriya xwe - tu jî bimin re bimîne û em tev vî
Karî bibin dawî. Berêz Ehmed Mele Tahir bi dilekî xweş pirsa min erêkir.
Di
wê Rojê de ez çûm Kolana: Siryan Mala Hevala Tengasiyê Meta Qehreman:
Fehîmê Sêrokî û min jê xwest ku Ala Kurdistanê amadeke ji bo em Laşê Apê
Giranbiha pê bipêçin û jê xwest ku Hevalên Partê jî agahdarbike ta li
gel me li Mezela Ziyareta Hanan amedebin.
Roja dîtir bi Awakî fermi –
bi Otombîla Ambulans yê Heyva sora Sûryê - li gel dora 25 Otombîl em
ji Helebê Hêdî Hêdî bi Banga: Koçberiya:
Dr. Nûrî Dêrsimî ketin Rêya Çiyayê Kurd.
Min
Karwana Apê xwe li Çata Kefer Cenê rawestand û ji Millet xwest ku em
Tabuta Dr. Li ser Milan wirde wirde peyatî bibin Mezgefta ku Mezelê xwe
lê amade kiribû.
Piştî Nimêjê, mi Apê xwe bi Ala Kurdistanê pêça,
oxir Mezela wî kir Kitêba wî:Dersim Kurdistan Tarihinde weke Balifkî
danî bin serî wî û Axa û li gora qewîtiya wî Axa Dêrsimê li ser Singê wî
weşand.
Gavê em gihan Ziyareta Hanan, min ji Mamoste: Mihemed Enwer
xwest ku ew piştî min ew jî Gotinekê bi navê Kurdên Çiyayê Kurd bêje.
Lê, tiştekî balkêş û gelek bi dilê min giranbiha û xweş bû ew jî:
Şêx
Mele Elî“ Kurdekî Welatparêz, bejbilind, xwedî Rûmmet û Karime bû,
gelek Dostê Bavê min bû, eger ne şaşbim ew ji Gundê Bilbilê ye, lê li
Bajarê Efrînê cîwardibû û li Ofîsa wî hebû ba Dadgeh û Diwanê Fermî Karê
Millet birêve dibir.“.
Berêz Şêx Mele Elî Karê Meletiyê bi destê
xweve anî û li gora Olê Islamî Quran xwend û piştre bi Zimanekî Kurdî
paqij û Zelal Biografî û Jiyana Qehremanê Koçber Dr. Nûrî Dêsimî bi
Dengekî xurt û Hêrseka bi Kel û girî li ser Mezel bê nivîsandin rêzkir.
Berî ku bighê dawiyê, min ji Mamoste Mihemed Enwer re got:
„Bira, bixwedê Şêx tiştek ji min û tera nehîşt, min nizanîbû ku ew wilo bi Kurdî Şarezaye.Herbijî jê re“.
Mixabim ku bêjim: ji Axayên Cilusiya û Şêx simelan kesekî xwe li Koçberiya Dr. neda pêş,ne jî weke ku dildixwest hatin Mamla wî.
Li
dawiyê, min ne dixwest ku ez anaka tiştekî li ser Dr. Nurî Dêsimî
belvkim, ji ber ku min Biografie – Kesayetî û Jijana wî – ji bo Çapê
amadedikim û têde jî her Bûyerek ku min bi xwe li gel Apê Hêja dîtiye,
pêkhatiye û wî bi camêriya xwe ji min re gotiye dubaredikim.
Lê ji
ber dubare Nivîsandin û Gotin di 47 Salbûna Koçberiya wî di hinek Bûyer
ne cihê xwede ne ez vê Daxuyanîyê didim belavkirin.
Sipasî û
pêşketinê ji her Kurdekî Welatparêz re dikim ku Kesayetîyên dîrokî weke
Qehreman: Dr. Nurî Dêrsimî bi Bêrbînin û weke Nimûnekî ji me û Kurdên
nuhgihayî li Welat û Penaberiyê re bi Bîrbînin û bidin nîşan kirin.
Ibrehîm Şitlo
30 Tebaxê 2020