Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Dibistan

 


Read eref

Dem peyîz bû, roja min ya pêî bû ez diçûm dibistanê, dibistana me ji sê odeyên kelpîç pêk dihat, sê odeyên hevrastî hev.Di hewa dibistanê de, gundiyan lodên qir danî bûn ji bo bêxin ka û li zivistanê bidin sewalên xwe, ew lodên qir gelek nêzî hev bûn, kesekî bîr nedibir ko zarokek nefêm çirîskek agir bavêje li nav wan.. wê demê wê her tit biewitiya tevlî dibistana me ya yekane. Her odeyekê ya dibistana me du sinf tê de hebûn, odeya me sinfa yekê û ya ean bû, navê mamosteyê me Feysel Ebo Rinda bû.


Mamosta sirt û qûnsîr bû, ji gotinekê xwîna wî dikeliya, timî dar di dest da bû, te digot qey gavan e, ne mamosta ye!
Em gelek piçûk bûn ewên din jî gelek mezin bûn yan me wusa didîtin, hinek ji wan simbêlên wan dabûn der û hinek din dengên wan gîr bibûn, lê tev ji mamosta ditirsiyan, dema dengê xwe dikir henaseya agirtan dihat birin.
Sinfa me piçûkan em li rêzên pê bûn, dersa me xelas bû, Elîfebeya zimanê erebî bû.
Mamosta dest bi dersa sinfa din kir, em li ber nediketin ew çi dibêje.. hem ji hi û hizrê me zêde bû, hem ne bi zimanê me bû.Em dikerixin û diwestian. Me dixwest em derkevin derve yariya bikin, lê derfet tune bû. Ba li bîra min tê, min û hevalê xwe bi dengekî nimz û pistepist me diranê hev dijmartin, li xwea mamosta nehat, darek li nav serê min xist.. cihê dar pir êiya lê min newêrî bû bigrîm.. min giriyê xwe daqurçand zikê xwe de. paê weke xwerek zirav kete serê min.. xwîn jêhat di cînîka min re herikî heta giha bineguha min.
Ders xelas bû.. danê sibehê qediya, xwîna min qerisî, ez vegeriyam mal. Li derîzana malê çeltê pirtûk û qeleman min avêt bi kel û girî min got: Ez nema diçim dibistanê; ezê herim li ber pez, ji wê rojê û hirve ez bûme ivanê pez. Ji bo ez çîroka dibistana xwe ji bîr nekim, herroj ez ji pezê xwe re dibêjim û nîana cihê derba mamosta anî wan didim.
Ew xemgîn dibin, lê ew jî mîna min, nikarin titekî bikin.
27.4.20


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark