Hevpeyvîn: Idrîs Hisso- Duhok
Ardin
Diren di sala 1988an de li Kurdsitanê, bajarê Batman jidayikbûye, Derin li
zanîngeha Eskîşehir û Akdenîz, beşa Sînema xwendiye, pişt re vegeriyaye
Kurdistanê li bajarên mîna Amed, Batman û Wanê jiyana xwe derbas dike û karê sînema dike, herwiha ji hejmarek kovar û
rojnameyan re gotaran derbarê sînema û rexneya huberî dinvîsîne û ji bo
rêxistina festîvalan jî dixebite.
Ji bo me hatina wî bo bajarê Duhok û beşdarbûna wî di festîvalê de bi fîlmê Her Malek Dibistanek, derfet bû ku em vê hevpeyvînê pê re bikin.
Tu çawa heftemîn fîlmefestîvala Duhok a Navdewletî dinirxînî?
Festîvala
Duhokê, herwiha hemû festîvalên ku li Kurdistanê û diyasporayê ku ji bo sînema
Kurdî dibin, karekî gelekî baş e. lê şêweyê organîzkirina wê û dabeşkirina
fîlman û hilbijartina wan ev behsekî dine. Lê em binerin bê çawa hunermend û
sînemakarên Kurd li hev civiyane wê demê tê nasbike ku, ev festîval valahiyekê
dadigre.
Rexneyek
min heye derbarê paşguh kirina Zimanê Kurdî di festîvalê de, tevî ku raste
zimanê Inglîzî zimanekî cîhanî ye, lê festîval li welatê me ye, û divê bayex bi
zimanê me were dan.
Hemû
miletên dinyayê sînema bi zimanê xwe çêdikin, ji ber dema tu sînema bi zimanê
biyanî çêdikî, wê demê ew sînema dibe ji bo keltur û çanda miletê ku sînema bi
zimanê wî hatiye çêkirin. Lewma divê em di fîlmên xwe de, di festîvalên xwe de,
di poster û banghêşên xwe de Zimanê Kurdî bikarbînin û bayexê bi zimanê xwe
bidin.
Di
baweriya min de wê di salên bê de festîvala Duhokê van xalan berbiçav bigre û
guhdanê bi vê yekê bike, ku hemû fîlmên beşdar jêr nivîsa wan bi Kurdî were
çêkirin berî ku werin nimayişkirin.
Lo gorî te sînema Kurdî heye?
Tekez
em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, ev bêhtir ji 30 salî ye, Kurd sînema
çêdikin, mirov kare bêje jî ku berî sed salî sînema li ser Kurdan hatiye
çêkirin, ez behsa fîlmê Zarê ku derheqê Kurdan de hatiye çêkirin, lê Ermeniyan
çêkiriye. Ji wî fîlmî heta ku dighê Yelmaz Guney valhiyek mezin çêbûye. Biherhalî
em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, lê bi çi awayî heye, ew pirsek dine, divê
ji bo vê pirsê lêkolîn li seranserî Kurdistanê were kirin û li ser berhmên hemû
derhêneran, ka çi ziman di sînema xwe de bikaranîne, ciqasî nêzîkî pirsgirêka
neteweyî ya Kurd bûne û hin mijarên din.
Gelek
mijar û babet girêdayî sînema Kurdî hene, derbarê akterên Kurd, sponserên Kurd,
sînaryo û mûzîka sînema, divê li ser wan niqaş û lêkolîn were kirin, lê bigiştî
ez dikarim bêjim sînema Kurdî heye, lê dibe ku di rewşek ne baş de be.
Tu çanda sînema di nav civata Kurdî de çawa dinirxînî, bitaybet li
Bakurê Kurdistanê?
Ez
dikarim bêjim niha heta asteke baş sînema di nav civata Kurdî de, bitaybet li
Bakur belav bûye, çi bi rêya telvizyonanan be çi bi rêya holên sînema be, lê
asta vê yekê nizme ne li gorî daxwaza me ye. Ji aliyekî din ve jî em bala xwe
didin hejmarek baş ji xortên Kurdistanê diçin sînema dixwînin û dixwazin vê
valahiya ku heye, bi fîlm, kurtefîlm û belgefîlman dagirin, lê ji ber sînema di
nav me de nebûye wek pîşezaiyekê cîgir, kêşeyên darayî û abûrî herdemê
derdikevin û yek carnana dibin rêgir.
Tu paşeroja Sînema li Kurdistanê çawa dibînî?
Di
vê ez wê yekê bêjim ku li ser asta cîhanê jî sînema rastî qeyranekê tê, çîrok
xelasbûye lê dûbarekirina çîrokê maye!
Welatên
rojava ji nû ve berê xwe didin welatên rojhilat, ji ber çîrokên welatên
rojhilat gelekî kûr in. û li ser wan baş nehatiye karkirin û zûbizû naqedin,
Kurd jî beşek in ji rojhilat, lewma divê li ser vê xalê kar were kirin û em ji
vê sûd werbigrin. Kurd jî xwedan hizr û ramanên baş in, lewma ez bi paşeroja
sînema li Kurdistanê geşbîn im. Bi taybet dema em hejmareke baş ji derhênerên
zîrek, festîvalên sînema û hejmarek alî û kes ku dixwazin piştevaniya karên
sînema bikin. Ez geşbîn im lê bi mercê ku sînemakarên Kurd werin cem hev û
rêxistinekê çêbikin, tê de hemû mijarên girêdayî sînema Kurdî niqaş bikin û
têde pilanan ji pirojeyên xwe re danin.
Tu çi li ser Yelmaz Guney dibêjî?
Yelmaz
Guney ew kes e ku rê ji bo hemû sînemakarên Kurd nişan dide. Em dikarin bêjin
Yelmaz mîna stêrkekê ye ku di tariyê şevê de rê bo me ronî dike, ji bo sînemakarên
Kurd Yelmaz ew stêrk e.
Bi te pencemora Guney li fîlmên ku niha di sînema Kurdî de em dibînin
xuya dibe?
Belê
heger ne wisa be jî, lê di her fîlmekî Kurdî de tu dikarî hest û henaseyên
Yelmaz Guney bibîne, ji ber Guney bo me wek bavekî rohî yê sînema Kurdî ye.
Alavên
di nav destên me de gelekî ji yên di nav destên Guney de pêşketîtirin, lewma
divê em fîlmên bi kiwaliyeteke baştir ji Guney çêkin, lê herdemê hensae û hestê
Guney dê di fîlmên Kurdî hebin û ev ji bo min girîng e.
Niha Kurd xwedan ragihandin in, bi dehan telvizyon, rojname , radiyo û
saytên entirnêtê, tu rola ragihandina Kurdî di piştevanî û belavbûna sînema
Kurdî de çawa dinrxînî? Herwisa heger fîlm ji aliyê xelkê ve nehat dîtin wê
demê çi sûde ji çêkirina fîlm dimîne?
Ev
behsek gelek gringe, heger fîlm ji aliyê milet ve neyê dîtin, ti sûde ji fîlm
ji bo civatê namîne.
Kesek
hunerê ji bo xwe tenê çênake, huner çêdibe ji bo ku mirov derd, êş, hêvî û hestên
xwe bi xeynî xwe re parveke. Ez werim ser rola ragihandinê, ragihandin rola xwe
wek pêwîst nalîze.
Li gorî te, çima ragihandin bi rola xwe ranabe?
Pêwendî
di navbera ragihandin û sînemakaran de nîne, ji bo ku fîlm werin belavkirin bi rêya
ragihandinê, pêwîste pêwendiyeke baş di navbera dezgehên ragihandinê,
sînemakar, nivîskar û rojnamevanan de hebe. Dema ku yekîtiya neteweyî nebe,
herwiha dê hevgirtin û yekîtiyek di nav hunermendan de jî tinebe, wê gavê ew
pêwendiya ku ez behsa wê dikim jî dê tinebe, lê bi berdewamiya kar dibe ku ev
rewş were guhertin.
Ez dixwazim derbarê çawaniya beşdarbûna fîlmê te (Her Malek Dibistanek)*
di festîvala Duhkê de nasbikim?
Festîval
kêm caran pêwendiyên bi hunermendekî, yan jî derhênerekî sînema dikin, ew li
ser malpera xwe belav dikin, min jî bi rêka enternêtê, pêwendî bi festîvalê re
kir û min fîlmê xwe bo wan şand bi vî awayî ez beşdarî festîvalê bûm.
Mamoste Ardin dema tu fîlmekî sînema li Bakurê Kurdistanê çêdike,
rêgirî, astengî li berdem te çi ne?
Astengiyên
ku li berdem Kurdekî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dijî, ji wan astengiyên
ku têne pêşiya Kurdekî ku li devereke din a Kurdistanê an jî li diyaspora dijî
cuda ne.
Li
Bakurê Kurdistanê, ji xwe hikûmeta Tirkiyê ti destûrekê nade, lê hemû imkanên
xwe bikartînin ku karê te serkeftinê bidestnexe, çinku hemû sînema Kurdî, bi
taybet belgefîlm, herdemê stemkarî, rûreşî û karên hikûmeta Tirkiyê yên xirab
nîşan dide, vêja helbet wê hikûmet li dijî karê me be.
Rewş
ji bo sînemakarekî Kurd li Bakurê Kurdistanê gelek xirabe, lê tevî wilo jî bi
zehmetî be jî em derfetê bo xwe çêdikin.
Niha
Komeleya Rojhilata Navîn ya Sînema, ku ev nêzîkî heft bo heşt salan li Bakurê
Kurdistanê çalake, serbixwe ye û ti pêwendiya wê bi hikûmeta Tirkiyê ve nîne, û
alîkariya me dike ku em hin fîlman çêbikin.
Derbarê
zehmetiyan girînge ez vê yekê bînim ziman, çendî astengî hebin, çendî mirov
xwedan abûriyek lawaz be û çendî astenkî û sitemkarî ji aliyê delwtê hebe jî,
ev hemû li hêlekê, lê divê mirov di hiş û bîrweriya xwe de azad be, herwiha
divê ji xwe bawer be û bi mafên xwe bawer be wê demê tevî hemû zehmetiyan dê
karibe berheman bidestbixe.
Desthilata Tirkiyê li dijî çand, hebûn û keltûra Kurdî ye, lê ez
dixwazim li vir ji te bipirsim aya fîlmê Kurdî di nav gelên Tirkiyê de tê
nasîn?
Ez
dikarim bêjim ku, Tirkên demokrat, bi mafên mirovan bawer, Tirkên çeb û yên ku
dîroka Kurdan baş dizanin ew li cem Kurdan in û fîlm û çanda Kurdan jî heta
redeyekê dinasin, rêjeya wan kesan hindik e, ji ber îdolojiya dewletê bi hemû
rêyan di nav Tirkan de tê belav kirin, ew îdolojiya ku li dijî hebûna Kurd û
Kurdistanê ye, bi tenê Tirkan wek mirov dinasin.
Ji
ber van hemû rêgiriyan Tirk baş Kurdan û çanda wan nizanin û bi tenê bi çavê
îdolojiya dewletê Kurdan dinasin.
Çendî
sînema û çanda Kurdî belv be jî, lê heta ku Tirkiyê wek welatê TEK ALA, TEK
MILET Û TEK ZIMAN be dê Kurd û hemû pêkhateyên din bindest bin û dê stemkarî
berdewam be.
Di fîlmê te de (HER MALEK DIBISTANEK) tu dixwazî çi peyamê bighînî? Û
tu dixwazî wê peyamê bighînî kê?
Pêşî
peyama min ji bo gelê Kurd e, ez bi rêya fîlmê xwe dixwazim ji Kurdan re bêjim;
çi şert û merc hebin, rewş çendî xirabe, kî dagîrkerê te be, tu li kîjan welatî
be, çi dibe bila bibe, divê tu ji bîr nekî ku tu Kurd î, zimanê te Kurdî ye, her
kêlîkekê tu dikarî zimanê xwe biparêzî û vejînî û berdewam bi zimanê xwe
bipeyivî û bikarbînî, bi vê her malek dikare bibe dibistanek û rola xwe di
parastina ziman û çanda xwe ya neteweyî bilîze.
Pişt
re jî ez dixwazim peyama xwe bighînim serdest û dagîrkeran ku dixwazin Kurdan
bi komkujiyan û kiryarên asîmîlasyonê tine bikin, û ji wan re bêjim ku, hûn dê
nikaribin vî zimanî ji holê rakin, ev ne mijareke wisa hêsane ku zimanê me ji
holê rabe, bi taybet dema ku her malaek me bibie dibistanek .
Ez
dixwazim ji dagîrkeran re bêjim, em dê di her malekê de mûmeyekê pêxin, ji xwe
wê zimanê me bi wan mûmeyan ronî bide û dê bibe agirekî mezin û dagîrkeran
bişewitîne.
Çend fîlmên te hene? Û pirojeyên te ji paşerojê re çi ne?
Ev
belgefîlma min a duyemîn e, ji xwe berî ku dewlet akadîmiyên sînema ku li
bajarên Kurdistanê bi rezamendiya şaredariyan hatibûn vekirin bigre, li wir min
waneyên sînema didan û li ser geşepêdana sînema, min xebat dikr, lê ew jî neman.
Rêjîma Tirkiyê ew derfet jî me re nehişt.
Ji
xwe çend babetên girîng hene ku li ser wan kar bikim, lê li gorî derfetên li
ber dest, em dê binerin bê ka em dê çi karibin bikin.
Tu piştevaniya hêz û tevgerên Kurdî ji bo sînema û sînemakaran çawa
dinirxînî?
Ez
dikarim bêjim ku alîkariyeke wan ya berbiçav heye, ji wan jî em piştevaniya
Hikûmeta Kurdistanê ji Festîvala Duhkê re Karin bînin ziman.
Lê
tiştê girîng ew e ku, li Herêma Kurdistanê, divê kesên ku rêvberiay wezareta
çand û hunerê birêvebibin, kesên têkldarî vî rengê xebatê bin, û ji karê hunerê
bi hemû şaxên xwe têbighên. divê kesên wisa bin heta ku mirov karibe bi hêsanî
pêwendiyê bi wan re bike û çepera ku têde xebata xwe dike fireh û dewlementir
bike.
Bi
kurtî ez dikarim bêjim alîkarî hene, lê ne di wê astê de ne ku sînamakar
daxwaza wê dikin.
Di festîvala Duhokê de, min hejamrek mezin ji fîlm, kurtefîlm û
belgefîlmên Kurdî dîtin, di wan fîlman de, zimanê Kurdî bi hemû şêwezar û
devokên xwe hatibû bikaranîn, bêyî ku jêrnivîsa fîlman bi ti şêwezarekî din
hatibe nivîsandin, tu vê yekê çawa dinirxînî?
Ev
pirseke girîng û bersiva wê jî ne hêsan e, Zimanê Kurdî bi şêwezar û devokên
xwe dewlemend e, li gorî min divê hemû devok û şêwezar di dirama, sînema, stran
û komîdya de werin bikaranîn, da ku reseniyeta her deverekê were parastin, ji
ber bi min standarbûn kuştin û qirkirina devok û şêwezaran bi xwe re tîne. Ev
ji milekî lê ji milekî din ve jî pêwîstiya me bi standerbûnê jî heye jibo ku
şêwezarek hebe em pê muxateba xelkê bikin, her wisa bi wî şêwezarî hemû Kurd ji
hevudin têbighên.
Lewma
ez dibêjim sînema kare hemû şêwezaran biparêze û herwiha şêwezarekî jî mîna
stander belav bike.
Tiştekî
wisa jî mirov dikare bibîne, ku êdî Kurmancî kêmzêde li seranserî Kurdistanê bi
her çar pênc parçeyên xwe tê nivisandin û di fîlm û alavên ragihandinê de bi
rêjeyeke baş tê bikaranîn.
Dawî pirsa min ew e, aya Sînema ji bo Ardin çi ye?
Sînema
ji bo min ne tenê pîşe û kar e, lê belê ez bi çavekî felsefî, rûhî lê dinerim,
sînema dikare bibe zimanê min. Hemû derd, hêvî û armancên xwe pê bînim ziman,
da ku bighînim kesekî, komek an jî mieletekî din.
Ez
bi sînema dijîm, bi sînema li civak, xweza û mirovan dinerim, ji bo min sînema
pireke ku ez dikarim bi alîkariya wî xwe bighînim her dera ku ez dixwazim,
herwiha derd û azarên gelê xwe jî bi sînema bighînim her dera ku pêwîste bighê.
Dawî gotina te çi ye?
Ez
serkeftinê ji her sîemakarekî Kurd re dixwazim û spasya te dikim ku te xwest vê
hevpeyvînê bi me re çêbike, û dengê me bighîne xwênerên Kurdî, ji bo te jî
serkeftin.
|