Sereke | Beşŕ Erebţ | Beşŕ Çandţ | Gotarekţ Rŕke | Erşţv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Hin ji šewtţyŕn herţ bela ve di zimanŕ kurdţ de

 


 Ho■eng Nîzar Nûh
 
“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?
Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?
Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?
A. Ew ê pirtûkê bixwîne.
B. Ewê pirtûkê bixwîne.
A. Wî/Wê yê bigota…
B. Wîyê/Wêyê bigota…


“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne pa■pirtikek e, tu sedem tuneye ku bi cînavk an bi navdêr re were nivîsandin, heke bi wan re were nivîsandin, gelek tevlihevîyan pedya dike, mijaran serobino dike, ka em bi hev re bibînin ku çi gêre peyda dibe.
Ji boyî ku mijar zelaltir bibe, em ê li ■ûna cînavkên hevokên B. navdêran bi kar bînin:
1. Dîlanê pirtûkê bixwîne.   
2. Gulêyê bigota…
3. Dilyarîyê bigota…
4. Wîyê/Wêyê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
Ji xwe heke tîpa dawî ya navdêr bi xwe dengdêrek be, wê gavê sergêjîyeke mezintir peyda dibe:
6. Perîyêyê bigota…
7. Ronîyîyê bigota…
Çi bû?
I. Di hevoka 1. de kirde ‘-ê’ wergirt, loma wek pa■pirtika bangê yan tewangê jî tê xuyakirin, ew hevok jî di dema nuha de ye û em zanin ku divê kirde xwerû be, lê ew bi xwe ne pa■pirtik e û ne jî yek ji wan pa■pirtikan e, amraza sazkirina dema bê ye, lazim cuda wer nivîsandin ji boyî ku serê mirov gêj nebe, ji alîyekî din ve jî, lêker jî ji rew■a dema bê ket rew■a raweya fermanî, de vêca werin vê ecêbê.
II. Di hevoka 2. û 3. de, ‘-ê’ û ‘-î’ pa■pirtikên tewangê ne, ‘-yê’ çi pa■pirtik e û li wir çi dike? Binêrin ku ‘-yê’ jî wek pa■pirtikekê xuya dike, lê ew bi xwe ne pa■pirtik e, bi dîtina we çi ye? Ji alîyê din ve, heke ‘-yê’ bi serê xwe neyê nivîsandin, bêhna dema bê ji wê hevokê nayê.
III. Di hevoka 4. de dirûvê cînavkan gelekî guherîye, gelo ew çi pa■pirtikin ku bi wan ve bûne, loma lazim cuda bin ji boyî ku bêhna dema bê ji wan were.
IV. Di hevoka 5. de, hevok bi tevayî guherî, êdî nema ma dema bê jî, bû raweya fermanî, “Ewê pirtûkê” li vir ‘Ewê’ jî bû rengdêra ■anîdanê, ji xwe kirpandina van her du hevokan jî ne yek e:
- ‘Ew ê’ pirtûkê bixwîne. (Dema bê)
- ‘Ewê’ pirtûkê bixwîne. (Raweya fermanî)
V. Di hevoka 6. û 7. de, her du navên nêr dirûvê peyvên mê li xwe girtiye.
De ji kerema xwe vê tir■ik û hewdelê safî bikin û zimanê xwe di rêzên zimanên akademî de bibînin dema ku hûn amraza avakirina dema bê “ê” bi cînavk û navdêran ve binivîsin. Wek encam jî, divê amraza dema bê bi serê xwe were nivîsandin, loma ka em mînakên jorîn serrast bikin:
1. Dîlan ê pirtûkê bixwîne.   
2. Gulê yê bigota…
3. Dilyarî yê bigota…
4. Wî yê/Wê yê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
6. Perîyê yê bigota…
7. Ronîyî yê bigota…
Hin mînakên din:
8. Ez ê biçim                      
9. Ew ê here(wê here).    
10. Tu yê birevî(tê birevî).
11.  Elî yê were.                  
12.  Delalê yê bihata.         
13.  Min ê nên bixwara.
Têbinî: Di mînaka 9. û 10. de cînavk û amraza dema bê pev re kelijîne û bi dirûvekî kurtkirî wek ‘wê’ û ‘tê’ hatine bikaranîn, ev bikaranîn jî di nav gel de gelekî berbelav e.
HOŮENG NÎZAR NÛH
Îlon 2016
 

 
Gotar Nerţne Xwediyŕ Xwene
 

Puanŕn Nűšeyŕ

Asta Dengan: 5
Bi Tevahţ Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vŕ dengdanŕ:

Herţ ba■
Pir ba■
Ba■
Ne xirab
Xirab

Vebijark