Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez Qamilo di kefa herdu destn xwe de hildigirim tr digrm

 


Konê Re
 
Qamilo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te yê birîndar bineqiînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe.
Qamilo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike, wê roj here ava û serme berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser rûpelê deryayî îmze bikin..?!


Qamilo! Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê digere..?! Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de, reahiya evê bi giraniya xwe ve konê xwe di sînga te de vedigire..? Çima vedigire hêlîna min..?!! Qamilo! Niha hêsrên or bi ser dêmê min de di xindirin, dinesilin û axîn û nalîna min e...
Qamilo..! Tu ketiye dilê me de û jê dernakevî! Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..! Tu ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye; Sînga wê, ji kul û xem, kêf û ahiya me re vekiriye û firehe..
Qamilo! Xwîna me, mîna keriyê pezkovî, di hêrikên sibehên te de diçêre.. Ne xeme em ê al û apekî Botanî ji te re birêsim.. Û kum û kolozekî Xerzanî amade bikim.. Her tê bimînî bûka Cizîrê, bûka kurdan..
Erê Ezbenî! Tu dibînî bê çendî Qamilo mîna bajarekî biyanî, li te mêze dike!!
Dilê min jî, nema di çar diryanên wê de, di çayxaneyên wê de lêdixîne.. Lê di bîstikekê de ji bîstikan, di nav ê û bêdengiyê de, navê wê bi xurtî xwe tîne hizir û bîra min.. Ez jî, wê di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm.. Erê têr digrîm..
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.27
Bi Tevah Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark