Rojekê ... Piþtî ku dilopên xwînê Bi lehiyên Baranê re Têkel bibin Û di buxçeya zimanên Bê "Lîwan" de
Vir û vût Ziwa bibin Wê hîngê Dikanim kosteka zimanê xwe Vekim Da bêjim Te ez xapandim
Rojekê ... Li bin Sîbera girnijîngên mirinê Helbesta çavên tê Di nameyên me de Wê dîwarê sozan Bi ser karwanê bazirganan de Li ber deriyê Bihiþta "Piþtxûzan" Hilweþîne Lê wê rojê Nema zengilê xewnên me Êdî dengvedide
Rojekê ... Piþtî ku tlîzok Li ber Landika Dergûþan Xewnên min werbêj kin Û di destên min de Tîpên omîdan sêwî bimînin Dibe ku tu zanibî Çendî bi navê te Min karwanên hêviyan bi rê dikirin Lê wê demê Dibe ku nizanibim Ka tu Cîhanî an Jiyanî