EMER ISMAÎL
Cenge îro agire , van rihdirêjan gur dikin
Pîle pîlanin dihûnin , xwîna sore fir dikin
Lewlebazin , ceng berazin , sîxuran xurtir dikin
Li welatê rojhilat , sêwiyan ew pir dikin
Ev hezar sale rijêmin her di zorin ser gelan
Nexþê jînê kir ne pîrepind li çavan wer dikin
Kerb û kîna van dumuhran kevelê min tê birîn
Hebs û zindane cihê min , roja min wenda dikin
Ez bi rêkeftim li waran her dipîvim bost bi bost
Ev welatê þîn û þahî , lê tixûban reþ dikin
Rêça min þop û gihora þêrgela ne ser çiyan
Her tu cengê j` me dixwazî , lê bi aþtî kar dikim
Awirên min çavxizalin , ser çiyan dil sipî dikin
Awirên te yên Guran e dev ji xwînê sor dikin
Qada min tev de dikolin , jê dizê her zîv û zêr
Miletê min birçiye , zarok ji nêza qîr dikin
Ev miletê serbilind îro li çolan der bider
War guhastin bê serî , çûne li Zorava ketin
Bûne sêwî û perîþan in ser delavê qeþmeran
Þev û rojê d`hilweþin , kar û xebatê j`bîr dikin
Eve daxwaza rijîmê vî gelê min bid`ne paþ
Maf û armancan nehêlin , çav li ber deryê mezin
Kundê kore l` çar kinara wa dixwînê þev û roj
Ziwa dikin qada me îro , gul ji tihnan va mirin
Gund û bajar kir`ne kavil kaniyên me ziwa dikin
Gawirin îro dizorin vê buharê qirdikin
Bakurê min nale nale , êþ û jan va lê civîn
Hilgirin barê xwe îro , dest bi dest kurd perwerin
Bavê Kemal im dibêjim : miletê min raperî
Îro cenge werne qoþmê vê xebatê nû bikin
Vegerin warê xwe îro ey gelê kurdê lehing
Mergê Rovî reve her dem Þêr ji waran narevin
Bimînin darê çinara her li wara serbilind
Zîrevan bin tev li qadê nexþê jînê nû bikin