Ezîz Xemcivîn
Helwesteke gul bû!
Helwesteke gulle bû!
Doh tu pîj bû yî
Îro tu mij bû yî!
Xêr e ezbenî,
Çend rûyên te hene?
Ma tu kelemperî,
bayê berjewendiyê,
te bi kû ve dibî?
Ji înê heta bi înê,
geh spîkî û geh zerdikî…
Ma tu hêka dîkil î,
li ser benê birînê rawestiyayî?
14.05.2011