|
|
|
|
|
|
|
Yasîn Hisên - Amûdê
-1-
Mîna barana çille Hêstir di barandin Di xwîna xwe de volqan di temirandin Weke nanekî tenûrê Dilê xwe li ber ruhniya wê dipêja Bi þehrezayî dever di kuþtin Heta dikete xew Pêre sêwana wê diçilmisî Û evîndar dikete xewê …
Da di wê tîne de Jinek por kesk Û berfeke sipî mîna dilê tariyê ji xewnan biçîne… -2- Ruhniyeke mijgonî dida odake bê deng… Li wir…mîna zindaniyekî Him bi him Serî dernexûn dikir Ku tilîka wî a qereqûçkê bûbû gardeyanek.. Û Careke din sitema xwe didomand… -3- Dilê wî mîna ronahiya yezdana venedimirî… Bi têlên tembûra xwe re…dibû yek Koka xwe bi dilopên hêstirê wê re saz dikir Û mîna çûçikekî digiriya Banga wî ji xwedê re bû…soprano Çiko merov ji zimanê wî tênegihiþtin… -4- Ew keça li goþa odê bi heftoka dilîze… Bi kevirê pênca re Hilpekiya… Li sîka xwe nerî… û giriya… mîna mûmekê… ew yara min…dema zarok bû û aniha mezin bû…mina wê sîkê ez jî pêre dih..eli…ya…m……
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|