Pêldana dengê te
Va ye çengên çavên me li hev ketin,
û perîk bi ser dilan de hatin xwarê.
Dixwazim,
himêza xwe bi heskirina te aram bikim.
Dixwazim,
te di nav tûmikên sînga xwe de wek pisîkekê veþêrim.
Barê çavan giran nekim,
bila di xewneroja þêrîn de melvaniya xwe bikin.
Bi lavelava wan gulek di nav lêvên ramûsanekê de vebû.
Nikilê nerînan di guldankekê de ew kom kirin.
Gava laþê gulberojkê ji mêjandina nerînan jar bû,
dil jî, xewna xwe bi rastebêja pêldana dengê te re hilçinî.
12.06.2009
* * *
Ristika xweþiyê
Bi buhayê jînekê,
li te guhdarî dikim.
Ji dema ko li nav baxçeyê dildariyê
libên kenê te bi darê ve bûne gilyaz.
Ji dema ko tu diçû dibistanê;
ew dema ronahiya biþkivîna te li xaka hizra min hilat.
Tu wî,
ew nêrgiza di hustê xweþiya min de buyî ristik.
Tu wî ew evîna avê,
li ser pelgên dil diherike.
Keleha bêdengiyê yî,
li ber afrêneriya min,
tu bûyî feraþîn.
20.06.2009
* * *
Sava û biþkoj
Du heyv di pencereya min de
silavê li þeva dil dikin.
Yek sava ye, yek biþkoja çav e;
roniyê li dema dînoke dagîr dikin.
Du wêne ne,
bi gulqedîfeyan dorpêç dibin.
Kevanekî þînsahî,
sîwanekê didin ser serê evîna min.
25.06.2009
Ezîz Xemcivîn