Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Welatê me:

Di vê mijarê de lê bigere:   
[ Here Serûpelê | Mijareke Nû Hilbijêre ]

Gotar: Efrîn Pêþenga bajarên Kurdistanê ye


Hiþmend Þêxo

Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye , Û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê. Herêmeke çiyayî bi dar û ber , Çem û avên xwe navdar û dewlemende , Herêmeke xweþ û dîrokî ye.
Efrîn li aliyê herî dawîn li Rojavayê Kurdistanê dikeve , Li gelek deveran bi navê Çiyayê Kurmancan tê naskirin.
Herêma Efrînê pir kevnare , Dîroka wê vedigerê dema Horî û Mîtaniyan , Herwiha jî gelek cihên dîrokî yên þaristaniyên kevin tê de hene , Ev jî tê naskirin ku gelek þaristaniyan li ser vê heremê di demên cuda cuda de desthilatdarî kirine.

Bixwîne... Gotar

Destyê bêrê tenê þikest (pêkenok)


Dilovan çeto

Did ola islamê de çi kesê maldar be ji mêr û jina yan jî mal û mewdanê wî zêdetirî  cil û berg û xwarina malbatê be dibe ku ferza hecê bike.lêbelê did dem û dewranê berê de berî  balefir û erebe û tirên û gemî  derkevin ,mirovên ku di çûne hecê peyatî diçûn yanjî li devehan û qantir û hespan siwardibûn û diçûne se,ûdiya erebistan û ferza hecê dikirin,paþê vedigeran malê xwe.lê mîna ku her kes dizanê riya hecê pir dûr û dirêj bû,jiber vê yekê karwanekî mezin kar dibû û mirovekî ku rê nasdikir dibû rêberê kerwên.lê pirê cara gelek kes birêde dimirin,gelek cara jiber av ji wan qut dibû yanjî bayê xurt did rabû û hi dimirin ji toz û dûmanê,hinek li hatinê dimirin û hinek li hecê bixwe dimirin.

Bixwîne...

Çîrok: Daweta kunda


 Dilovan çeto 

Mîr bankire wezîrê xwe û got  divî welatî de çi heye çi nîne , gelo miletê min jimin raziye ? liser min çi dibêjin, lê berî tu bersivê bidî ez dizanim tê çi bêjî.
Min tu carî ne bihîztiye rojekê kesekî ne razîbûna xwe daye xwiyanîkirin û ez bawerim tu kes birçî namînê jiber ez bixwe zanim bê çiqasî xêr heye mîna xêr û xweþiya li qesramin.

Bixwîne... Çîrok

Çîrok: Elo û mîrê bota


 Dilovan çeto

Dibijin di cizîra bota de gelek çem û golê avê hebûn , û jibo vê yekê kesê li cizîrê dijîn gelek zor zehmetî dikiþandin di çûn û hatina xwede nemaze kesê livî aliyê çem û kesê li aliyê dîtir.
Mîrê bota ev zehmetî bi çavê xwe dît û jibo wilo fermanek da bi avakirina pirekê liser çem jibo çûn û hatina xelkê cizîrê û lawirên wan. 

Bixwîne... Çîrok

Çîrok: Dostaniya rast


Dilovan çeto

Rojekê mîrê bota bankire wezîrê xwe û jêre got : tibixwe zanê ez tiþtekî divî welatîde bê þêwrate nakim,jiber evbû çend sal tu wezîrê minî û min ji rastiyê pêve li dorî te nedîtiye.
Lê îro ezê bite biþêwirim ne di derbarî kar û xebata meyî welatîde.lê belê jibonî daxwazeke minî teybet.
Wezîr got xwedê xêrbikê mîrê min, fermoke bêje ez lite guhdarim.
Mîr got : bi rastî hîn dilê min di dinyayêde heye û ez dixwazim jineke dî jixwere bênim, jiber vê yekê ez dixwazim bite biþêwirim ka ez jineke çawa bênim ?

Bixwîne... Çîrok

Çîrok: Torî û Torîk


Dilovan çeto

Dema welatê kurda hate parçekirin û bi teybetî herdû parçê li sûriyê û li turkiyê hatine naskirin bi navê binxet û serxet.kesê mane li rexê turkiyê jiwanre digotin serxetî,û kesê mane li rexê sûriyê jiwanre digotin binxetî.lê malbat û eþîrê kurda li serxetê di hatine naskirin bi navê gund û bajarê go lê dijîn,wek kesê li herêma omeriya jiwanre digotin omerî, û kesê li nebilê dijîn jiwanre digotin nebilî, û wisa herkes dihate naskirin bi navê cihê go lê dijî.

Bixwîne... Çîrok

Çîrok: Kî yê dakevê torbe bînê


 Dilovan çeto
 
Rojekê xelîfê bexdayê û wezîrê xwe li ser hespê xwe siwarbûn û daketne nava bajêr ka binêrin çi li nav miletê wî çêdibê  bi rêde rastî torbekî paçikî hatin  xuyabû ku  pere  têdene .
Xelîfe li wezîr nerî wezîr li xelîfe nerî ka kî jiwa wê ji  hespê dakevê û herê torbe bînê . wî go ti dakeve wî go ti dakeve!herdû bi çavekî mezin  li xwe di meyzênin . wezîr go mîrê min:ka emê heryek jime serpêhatîkê go pêre qewimî ye bêjin , ya kî gelekî zor bê ,wê yê dî dakevê herê torbe bînê .xelîfe go berebê,kerembike wezîr ya xwe bêje.

Bixwîne... Çîrok

Çîrok: tira mîr


Dilovan çeto
  
Rojekê mîr li dîwana xwe rûniþtîbû û li dora wî wezîr û çend kes ji bazirganê bajêr.wext bûye derengî þevê û ji niþkave ba ji ber mîr çû(mîr tirek kir)!!!dengê tirê çû her kesî .mîr serê xwe rakir û li civatê meyzand ,dît teva serê xwe berdane berxwe,mîr dinava xwede got xuyaye dengê tirê çûye her kesî,bi tilîkê xwe miwê riha xwe xwerandin,rabû ser xwe û bi dengekî bilind bakire wezîr û got:

Bixwîne... Çîrok

Dîrok: BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREÞ HATIN KUÞTIN (Xeleka 6)


Luqman Silêman
hevind@nefel.com

PIRS: ev hevalên we tevlî sikirtêr hatibûn çi?
 BERSIV: ji ber hikumeta Turka bazdabûn û di xwestin di Sûrî re herine Ewropa lê xwiya dikê Hikûmeta Turkî xweþik ataxî li wa girtibû...?
 Min silav li wa kir û ez rûniþtim em ji xwe re axivîn ta ber êvarê min di xwest ez rabim herim û baranê ji erd û ezman dayê sê roja mirov nikarîbû serê xwe ji xênî derxê.
PIRS: hûn gelek bûn.
 BERSIV: Bawer ke ez nizanim em çend bûn çimkî hin ji wa min ew nas nedikirin lê bi gomana min em bihtirî dih kesabûn wê þevê.
PIRS: tu dibêjê wê þevê ma çûn û hatin li mala Kabreþ gelek hebû yan hinê dî hebûn û ew ji wir çûn.....

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREÞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (4)


Luqman Silêman  
hevind@nefel.com

Hemî li hev dinêrin di çavê hev de di xwînin lê kes ji kesî na pirsê Hisên jî Axavtina xwe  nîv birî sekinand û ketin xeyalên kur wek ku li benda hina ne yan wê hin bi ser wade bigrin lê ew kîne û wê kengî werin vê yekê nizanin, ketin Çiya yên bilind gelîyên kur wa þikeftê bê binî hewingên li hev pêçayî bajar û gundê li quntara çiya zivistanên sar þevên dirêj zikên birçî çavên kêm xew bazdana wa ji ber cendirma li rexekî û li rexê dî ji ber kurdên alîkarî bi hikumeta Turka re dikirin

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: Ji bo bîranîna damezrenêr û yekemîn serokê PDK li sûriyê «Dr. Nûredîn Zaza» di 19 saliyê koçkirina wî de


Amadekar: Zinar Mistefa

      Li  ser vê rêya dijwar
      Min jî kire pir hewar
      Da jibo we jî rojekê
      Dinya bibe gulbehar
                            Dr. Nûredîn Zaza

Dr. N.Zaza, ev malikên han, ji rehmetîyê "Dr.Nûrî Dêrsimî" re pêþkêþkiribûn, li ser daxwazîya pîreka wî," Ferîde Xanim".
Dr.Nûredîn Zaza, di 7/10/1988 an de, li bajarê Lozanê (Siwêsra) çûbû dilovaniya Xudê.

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: GUNDÊ TEBKÊ


Luqman Silêman
Hevind@nefel.com



Gundê tebkê li hêla koçera ye.
 Ew hêl hatiye naskirin bi hêla koçera, çimkî piraniya gundê wê, yê koçerane, û ev  gund bi xwe ne ji zûde hatine avakirin, ji ber ku koçera di dema berê de gund ava nedikirn ew koçerbûn, havînê diçûn zozana û zivistanê dihatin germiyane, ew xwediyê sewêl bûn

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: GUNDÊ KANÎ KERKÊ


Luqman Silêman
Hevind@nefel.com



 Li ku dikevê.?

Kanî kerkê li roj hilatî Dêrika Hemko ye.
Gund yê mala Hecî Zora ve.
Wek ku tê gotin ev gund ji pênsed salî û bi þûne de hatiye avakirin, dema ku kanî kerk hatî avakirn, wê demê kurdistan di parêçbû yek di bindestê Farisiya de bû, û parçêdî dibin destê Osmaniya debû.

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: Gnndê Hemzebegê Hatiye bi nav kirin li ser navê Hemzebegê þikakî

   Luqman Silêman

Gundê Hemzebegê li herêma Dêrikê li baþûrî çiyayê Qereçûx pêþberî dara keçika kezî dikevê. Ev, çiya negelek ji rûyê zimînê bilinde û ne, gelek dirêje, ji hêla roj hilat ve, ji kaniya dirêj dest pêdikê ta di gihê Omer tewîl. Dinav bera gundê xana li,ser rê û gundê mêrga Mîra de. Gund bi navê Hemzebegê Þikakî hatiye bi, nav kirin lê Hemzebegê þikakî kengî li vî Gundî daniye û kengî jê barkiriye kes ji Gundiya vê, yekê nizanê

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: (Rêveçûna deh hezaran) - Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -


Cankurd

III
Rêveçûna bi guman
Leþkerê Girîkî û Ariyawûs di çadirgehekê de 20 rojan çavrêya Sapran ê farsî kirin.Di wê navê de merivin ji malbata Ariyawûs hatin serlêdana wî, û ji wî re soza þah Erdeþîr anîn, ku ew ziyanê bi hinde kesên piþtvaniya Koroþ kirîne, nake. Paþ wê serlêdanê, êdî dilgermiya peyrewên Ariyawûs bi ser Girîkan de kêmtir bû û dilê Girîkan jî ji wî sar bû. Hinde þervan çûn ba Klîrgos û gotinê: 

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: Þewata Çalika Dinav bera 1960 û 1970


 Luqman silêman  
hevind@ nefel.com  

Gundê çalika li bakur û rojhilatî,Tirbespiyê dikevê û li, hêla rojhilat gundê Xirbê cihûya ye û cardî li rojhilat û bakur Nebîsadiye, li hêla rojhilat û roj ava Eleqo se.
Hediya keçek nû tê temenê wê, nozde saliye, yeka zirava dirêje mirov guneh dikê li bejna wê binêrê, keziyê wê, li kabokê wê disekinin, navê wê Hediyaye û birastîjî ew, Hediya ye, sipehîtayy ji kesîre nehiþtiye.

Bixwîne... Dîrok

Dîrok: Girê moza

Marîlyn Kelly-Buccellatî û Gîorgîo Buccellatî
wergêr Zagrosê Hajo

Cih

Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marîlyn Kelly-Buccellatî û Gîorgîo Buccellatî de berdewamdike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyardike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boþiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayiya Sûriyê, di salên hezarê sisiysan de yên Berî Zayînê. Ji bilî mezinbûnê rasitiyke dinî balkêþ, ya Girê Mozan heye, ew jî homojeniya radeya niþtecihbûna wê ye: weke ko em dibînin, delîlên darîçav, yên niþtecihbûnê vî cihî diyar dibin, ji serê gir bigire ta binê wî û ta derdorên derve yên bajêr jî, hê ji sê hezarên sisiysan ve yên Berî Zayînê.

Bixwîne... Dîrok

X

Helbest