Hijmara 41 ji kovara PIRS ê derket
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Nûçe



  jimara 41an ji kovara rewþenbîrî, serbixwe (PIRS) ket ber destê xwedndevanan.
Ev jimara PIRSê gelek gotar, vekolîn, çêrok, û Helbest bi xwe ve girtine.
Eva xwar naverok a wê ye:

 Pêþgotin ….. 1 
Lêkolîn û gotar:
-  15 Stêr li eniya Pirsê ……… Rêberê Silîvî  ….. 3      
- Rojnamegeriya Kurdî li Sûryê………  Reþoyê Pirê  ……  5
-  Ziman li Ci.Kurmênc……… Dr.Mihemed Elî  ….. 14
- Cegerxwîn (Festîvala Hewlêrê)……… Rezoyê Osê   ….  17


 Wêje:
- Vekolîn:
Memûzîna Ehmedê Xanî 4/4 ……… Rizgar Kurdaxî  ….. 22
Ilse Aichinger……… Tengezarê Marênî  …….. 28
- Çêrok:
Kurdî: Þivanê bêkêr……… B.vînyar  ……. 31
  Werger: Çawa Goltþo di diz derxist……… Mistefa Henan …. 34
- Helbest:
  Min nizanî çi bû !! ……… Ebdilmecît Þêxo  ……. 38
  Dawiya xwînvexaran……… Merwan Berekat           ….. 40
  Pirtûkxana Kurdî: 
-Çiyayê Lêlûn di nînika……… Merwan Berekat de  ……. 42
 Nameyên xendevanan:
- Ji kovara Pirsê ya Hêja re……… Dilsozê Dozê  …….. 47

Û eva xwar pêþgotina wê ye:

   Xwendevanên hêja !.
   Ev jimara kovara we, kovara PIRSê, di heyva Adarê de roniyê dibîne û gelek bûyeran bi xwe re hiltîne.
   Belê, bê çawa demsala buharê, nemaze miha Adarê, bi kêf û þahî ye, bi gul û nêrgiz e, bi cejn û seyran e, wilo jî bi kul, êþ û jan e. Vê mihê xêr û xweþiya suruþtê bi ser me de barandiye, lê dilên me jî êþandiye. Derbarî vê xweþî û þahiyê M.E.Xanî dibêje :
      Di fesla nûbuharê de , di gel dilber biçin geþtê
       Ji ew xoþtir umur nabit, li min ev hal qewî xweþ tê
   Lê, mixabin ku em di welatê xwe de û bi welatê xwe re tim xemgîn in, derd û azarîkêþanên me pir in, bê kenar in. Loma deng û rengê welatê me li me rû dide, me melûl berçav dike û omîdên me bi mij û moran dike, asoyên çakbîniyê li ber me bi tûman dike. Wilo, civak dibe yek gewd, ku deng û rengê xwe ji xaka welatê xwe werdigre. Lewra, Nasirê Rezazî bi goyînî dibêje:
   Ekem dengî zulalî to nebêt, minij lêrewe bê deng im
   Ku xakekem rengî soralî to nebêt, minij lêrewe bê reng im
   Lê, bi ser van kartêkirinên ne normal de jî, em xwedî lephilanîn in û desthilat in ku toz û gemara demê ji ser xwe daweþînin, xwe di bin barên giran de hilweþînin û bi geþbînî kar, xebat û jiyana xwe berdewam dikin. Belê, rewþenbîrên me, bê westan, bi ser hin velukimandinan de jî, bi erkên xwe radibin û karên xwe bê texepaþî bi pêþ ve dibin.
   Yek ji wan gavên hêja û hizra payebilind ew bû, ku kovarên Kurdî li Sûriyê lihevbanîna xwe, di bin konê kevnetorevanê xwe Cegerxwîn de, pêk anîn û bûne nimûne ji rewþenbîriya Kurdî re. Belê, kovaran mil li mil û dest bi dest bîranênên 22 û 23 saliya koçkirina seyda Cegerxwîn,di salên 2006 û 2007 an de, li darxistin. Loma lidarxistina festîvala Cegerxwîn, di rojên 10-12/2/2008an, li Hewlêrê bû qezencek ji serkeftina rewþenbîriya me re. Ev festîvala banbilind û nirxbuha, li seranserî Kurdistanê bû nimûne ji lihevbanîna rewþenbîrî re, bû nîþana lixwepirsînê û bû durvê kar û xebata serkeftî.
   Em, weku desteka kovara PIRSê, bi hêvî ne ku xwendevanên me, nivîserên me, rewþenbîrên me û hemî xêrxwazên pirsa netewî bimînin destek, da li xwe, li kevnetorevanên xwe û pirsa xwe xwedî derkevin.
  PIRS







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=983