helebça bi xêrhatina we dike
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



Selah mihemed

bi hemû zincîran
bi hemû pozê bilind
çiya tê
bi hemû kewan û darên berûwan
û guhbel , û riwan
bi wan siteyrikên daliqandî li jor
tilî tên
rex riyan dadigirin
ji cihê bilind di nerin
bi darave têne sernixûn kirin
û reh berdidin
di tilî û cihan de


.........
ew balefira bi perî
ne … nala kevokek sipîye
yan jî fireştiyane
gund bi lez ew xaza xerdelê alast
ji tîna
û berê xwe da goristanê
di rêçik
û mal
û dara re
derbas bû
û deng û bas ne hatin
belavkirin
û rojgarek ji bê dengiyê
di ser canê
pakrewana re çû
............
cendek ew cendekin
riwê we nema îdî çiyane
û ciyê parastinê ne
û hûn ne mîna
ez dixweazim
ew tilî avê şîlo dikin
tilî ew tilîne
tilî li ser rex riya
tilî li ser dara
tilî li ser tixûban
tilî di nav axêdene
tilî di
tilîyadene
zarok kaldibin
di tilyan de
êl bi tilîyan belû dibe
tilî li her cihî
mirin dibe tilî
zayîn dibe tilî
tilî dibin tilî
...........
qîrîna me zelal tê
işkere helbest derdikeve
ji serê tiliyan
hemû peyvên xwe
li ser riwan di reşîne
agirê wê bêdengiya min di pijîne
û ez ê ku li paş kerwan
meme
ne ez rawestiyam û
ne hûn gihiştin
û ne tiveng kete xewde
û ne xaza mal wêran
dilovanî li kesî kir
............
fermisk li ser helebçe
dibarin
girî û desmalkê xwenê
kaxezê jibîr dike
neynûka di tilîyan
jibîr dike
û dest tije tilî dibe
hesin vedigere hesin
ber bi sorbûna wî
bê agedarî tav li me
vedigere
bê ba û legleg û ajo
bi pêlavê xweyî
bi herî tên
û xweşikbûna
salê bûhûrî
.................
we hemya
soza cudakirina wî da
di buharê de
bênder tozê ji ser xwe
vedimalin
bi maseyên dagirtî
wêran
bi bajatrekî ku
bajartiya xwe avêtiye
û we ji êvarê re got
de rabe
hûn hemû tên bê xwe
binçiqî we dide xuyakirin
û hûn xwe bi dagirtinê dibûnin
we gavên xwe
li ser rê hiştine
û nû hûn hatine
ne razîbûna xwe li ser
kaxeza didin
tilî ew tilîne
û hûn ne hûnin
ne dengê min digihe ...
û ne hûn tên
ne hûn hatin
û nez giham
pencerên xwe li min
dikin qencî
bi camên min
we şikenan din naskir
û me hêdî hedî
me kevan kêm dikirin
û valebûn
lê tu awa di wênê de nînin
tu xaçe nîgarê we
di cugrafyade nînin
û hûn mîna minin
emê negihştbûna xwe ji
izgêre bi hêlin
û bera tirên û fargonên xwe
destê xwe ji mere
bilinid bikin
bera sawêrê me rûneka
bi toza xwe dagirin
da em bi mînin
ji namare
ji revaxwere
ji jinare
ji kevnetorê xwere
derkevin seyrana
bi kevin ber dûrahiya
sekvana de
darên ser bilindaya
reha vedixwin
................
bumbe berî balefirê hat
balefirek berî balefirê hat
balind berî mêşan gihiştin
wênên me gihiştin
rojnama n difna
...............
bahor , mirin , sînor
gulistanekê
payiz xwest ser masa xwe
darên xwe avêtine cîhokê
û wênê toh
li celda daleqandin
li ser dergihê derve nivisand
piştî bumba dawî
û dara dawî
li virbû :
dar
aştî : li vir bûn
û hûn her mîna xwene
sed salek ji reş girêdanê
hesin
û ne reş girêdan
...............
pakrewn tlêne rêzkirin
û bexda pişta xwe
dide bobelatê
şikeft û nava dide xuyakirin
leşker
minara
li partike
jibîrdikin ku selman ji meye
di limêja înê de destê xwe ji mere
li ba dikin
û bi destê din
balefir tilîyan perçe dike
û helbçe li ser ekranê
tilivzyonê
tête xuyanîkirin
bi cilên xwenî çiyayî
balefir wêna talêsin
û dengê mela di minarande
ziwabû ... !!
...................
ji pişt berçavkan
helbestvan bi ser rojnamêde
radibe
gotinên wî ne agirbûn
ji lewra kaxiz ne lerzîn
ji şewatê
agirê jor û jêr
agirê qelş û beyabanê
agir ji agir derdiket
agirê payv û berfê
agirê oliya kevin
li jora me
li cijna
li deriyan dixe
û reşgirêdan
li pey wê tê ... !!
.....................
 
 
 
 
helbça da xuyakirin hatina wa
lê ne danîn
şev bi rengê pîrekî
hat xemilandin
kesî ji we
ranehişt rengarenga xwe
da ku rehniyê
di tiliyên xwede
bi xwîne
zane pirbûne
kesî riwê wî nediye
xernûfeke
" di rengê qawê debû xwîna wê "
lê mîna fîlimekî
balefirê dîdar
bi dawî anî ...
......................
helebça bi ser riwê xwede hat
di ser riwê mere helebça çû
helebça bi me dest pêkir
helbeça bobelat bi ser mede anî
helbça bê me vegeriya
devê xwe bi pêkeniyan dagrtin
û gotin
mîna jineka pîrebî
hatiye xwe belû dike
û dibêje : aşitî
bera serê we saxbe
aşitî
ji zilamtiya were
..
helbça di dengde dike qîrîn
deng di helebça de dike qîrîn
helbça ji xizmê malêye
destê min bi şidîne
û bêje :
di riya mere here
û navê xwe hilde
û xwe li ber kavilan
veşêre ..
...................
pêşengehek dagirtî wêne
were dagirtin ji bumba
...................
te xwe daxist
ji bumba û qîjeka re
ji patozê re
gava ku tê nav zevîyan
kanî şekirê cejnê
û zeredeşt jibîr neke
we ji zayînê re got
katjimêreke ..
emê bikine festîval
tiştê di pişt giran û darên xurmande
we nedî bû
we got : ha vaye !!
we bi tilîyên xwe nîşan dida
û hûn ji wanre
bûne rêber
we destê xwe ji bumbare li badikir
da bi dilovanî dakevin
û bi dilovanî daketin
bumbe ji êla mestirin
hûn ji têrbûna birçîman
hûn ji pişt rastiyê di tirsandin
tilîyê webûn kilît
da bi wan di helbça re
derbas bin
di ser av û hemû darên mazîre
derbas bû
hûn şabûn bi pirs girêkê
we bijî şehîd nivisand
bijî şehîd , bi girîre we
digot
hûn girîyan
we bi fermiska xwe nîşan dida
hûn li ser maseyên xelkê
ezmon dibûn
partîkên piçûk hûn
ji xwere dikirin peya
hûn hatin parkirin
ristevan
şofar
.................
 
 
 
bayê gund
helbça bi xweve daleqand
ji difnê wê
çermê wê
tilîyên wê
hilma wan
gîhand pozê me
hilm gihand
rekiha sînga me
bûn wêne di erşîfa mede
bûn ximav di pênûsê mede
dîwarên xaniya
binalînin ji rawestandinê
û li ser ken digrî ..
.........................
xweşbûn di tilîyan re
gihişte pîlot
ne sêv li ser
asîmanê gund dibariyan
tiliyên serdar ne ewrbûn
wêne gir , fosfor , û hilma
serdar , rojname .. bariyan
dest li ser bişkokê
lêborîna xwe
ji kuştiyan xwest
tilî di nav axêde ne
lê kuştî û tewan bar
birane ..!!
..........................
dev bê ramîsan vegeriya !!
tişt bê tişt vegeriyan
stran bê sema ji êzgê
vegeriya
bexşer vê carê bê sixêf
filitî
be ne babû li wir
hilm berdanê wha got
hilm berdan jî pakrewane
belê got lê nema
hilm kişand .
..........................
cênişa pêve hatinê : wê bê
cênişa pêve hatinê : dereng ma
cênişa pêve hatinê : ne giha
çiya zû digihe çiya
bilindb/na wa bi efesanaye
bi efsane û xwînê bilinde
na ji hevpeyvîn
na ji sarbûna zarokan
na ji gemarê re
cênşê wilo xwend
rê hatin girtin li ber
hatina wê
xwendin
jimartin
rojname
çiya li pêşiya kat jimêrê
û tûpişkê wê da
çiya gihişte gund
cênî gihişt
lê mixabin
gund gihşte goristanê ..
............................
çiya ew çiyaye
çiyayo tu çiyayî
" me fosforê ademî kuj
li ser te daniye
hediniye ji şerma
xwe daye hev
çiyayo
rêçikê te tije pirrk bûne
pêlav dinavde
di çikilin
tilor digihine te
da hêlînê xwe çêkin
tije hêkbikin .
siwar , rok , tirî , û aho
darê zeytûn , gwîz , û tilî
tif li agirê te dikin
reşî li deriyê te dixe
xwe bin cilik dike piştî baranê
xweziya xwe bi şikeftek
bêmirês tanî
şikeftek
tije diz û keleş
şikeftek genî
da têde bême paraztin
tu ji darare bavbû
em dûrketin
siteyrik , kovî , xêze nîgar
û hilkişandina mêrdewan
tilî bi biviran li riwê te dixin
min hemû tişt tehmûl dikir
û dibûm bawerî
min şape dikire bûk
ji deştêre
çolên te sirûdan dibêjin
sifîl û ba herdû
bihevre
bi serneketin .
..........................
serdaro ...
Ha va çiyayî hatin te
Vê sibehê ji deştê
Û çavên wan di gwîzikande
Rawestiyane
-         dibe ku em Pirotestorabikihînin
- emê Pirotesto rabikihînin
- me pirotest ragihand
- pirotestê ragihînin !!! 
bêhnekê rawest ji bo term
lê îdî bese helebça
darên ku pelên xwe di weşînin
bajarin ku xaniyan
wêrandikin
alek ku rengê xwe vedixwe
rojeke , tiştê tu dixwaze
emê bi civînin
saleke , sed sale , emê te
bi nav bikin
û emê riwê te ji kom kujiyê
bidoin hev
helebça tu mîna dohî
ha va em hatin .
awayên xwe di neynikê
gemarîde di xwînin
serdaro ..
gernejînek ji serdar re
wa girnejîna serdar
ro te bi reşayê hildidin
riwên ku bi tariyê reşbûne
û mirina tebayî
serdarê wêrankirinê
ken bi giriyê we tê
nîşana bidin serdar
mirin ji ber xatirê
serdar
koviya bînin ji masa
serdar re
serdarê wêrankirinê
wêrankirina ji serdar re .
............................
şîn
pêşeng mindi hilfrîne
tev zarokan
û cendekê binfşa
da ez bimînim
palaxwe bidim tirsê
ta ro li min derkeve
min bêriya rojnama
ji xwînê kiriye
ne ez rawestiyam
û ne hûn gihiştin
û ne tiving kete xew
û ne xaza bêbeş got :
bimînin di xweşiyê de
we navê şevê
li ser riwê min hişt
û we got :
sibêdê baş
sibêdê baş ji şînahiya were
tevî wê hişkbûnê
sibêdê baş
ji wan bajarê ku xweşbûna
xwe vedigerînin
sibeha qirqira bi ser
rawestandinê dikeve
sibêdê baş çiyayo
ji bin birîna rabe
da sulavên te bi herikin
da girik ji te cuda bibin
da tu bêje : hevgirtin
li xwe vegerîne :
neyeksanî
sibêda hevgirtin û qawê
hesin .. hesine
piştî sorbûnê
çiyak piştî cengê vedigere
çiyayo
xwe li gunda bi pêçe
çolên xwe ji tilûlare berde
çiyayo ...

------
 
di kovara – peyv de – hatiye weşandin jimar 25 – sel 2002







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=981