kurtepistek di guhê te de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



  Konê Reþ

1
Di welatê min de;
Dema ku xerab di govenda þerê te de
Biraqisin..
Zikreþ di bin simbêlan re
Bikenin..
Dîkên þinik li ser tingê mala te
Bi qud - qud bin
Hingê xweþ bawer be ku tu bi serketiye.


2
Madem çolistana fireh û bê deng,
Gir, hêrik û qelaçên ker
Bi aso re dirêjî asman dibin û
Têkiliyan pêre datînin..
Pêwiste tu biaxifie..
3
Dema ku kêlîkên dijwar û çetîn,
Bîstikên xweþ û þêrîn û
Salên dirêj derbas dibin
Çima tê li hespa demê siwar nebe..
4
Di welatê min de;
Þêrên birçî di hêrik û geliyan de
Xwe di qurmiçîn in û
Gurên har li ber tava heyvê
Diraqisin.
5
Bixwîne bê çi dinivîsim;
Ev buyera ha carekê li Qamiþlo
Qewimiye..
6
Warê þah û melekan
Ji xwe re neke war
Bawer be gelek kesên
Li dor wan
Di xemgîniyê de
Dijîn.

15/03/2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=980