kongreya destûrê ya tevkurdê hat lidarxistin…
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Nûçe



Kongreya Destûrê ya TEVKURDê di 24.02.2008-an de pêk hat. Kongreya TEVKURDê di Salona Otela Malabadî de pêk hat. Nezikî sê-sed nûner, siyasetvan, rewşenbîrên kurdperwer yên Bakurê Kurdistanê beşdarî kongreyê bûn. Ev beşdarvaniya kongreyê ji hejmara ku Meclîsa TEVKURDê dipa zêdetir kes bûn. Ev jî dihat wê wateyê ku Kongreya Destûrê ya TEVKURDê ji bo reya giştî û sinifa siyasî ya kurd civîneke gelek balkêş bû. Di hemendem de di kongreyê de hejmara axevtavanan jî ev girîngiya diyar dikir.


Kongreya Destûrê, di Kongreya damezirandina TEVKURDê de (26-27.05.2008) bibû biryar ku bê bidarxistin. Di kongreyê de, guhertina destûrê xala yekemîn bû. Lê şertên Kurdistanê û êrîşa Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanê bû sedem ku xalên Kongreya Destûrê zêde bibin.
Rojeva Kongreya Destûrê ya TEVKURDê ew bû: 1- Vekirina Kongreyê, 2- Hilbijartina Dîwanê, 3- Axiftina Berdevikê TEVKURDê û agahdarî, 4- Li ser modela TEVKURDê, li ser destûrê bîrûrey û pêşniyar diyar kirin, 5- Ji bona destûrê biryar, 6- Gengeşî li ser rewşa dawî ya siyasî û êrişa Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanê, 7- Dawiya Kongreyê.
 
I- Kongreya Destûrê ya TEVKURDê bi sê xalên bingehî û esasî domand. Piştî ku kongre ji aliyê Berdevikê TEVKURDê de vebû û Dîwana Kongreyê hat hilbijartin. Dîwana Kongreyê ji Îlhamî Daniş (Serok) , Sema Çetînkaya (Katib), Selma Güneyê (Katib) pêk hat.
II- Kongreya Destûrê, bi axiftina berdevkê TEVKURDê Sebahaddîn KORKMAZ dest pê kir. Wî, axiftineke xweş, naverok dewlemend û felsefîk kir. Li ser girîngiya yekîtiya nateweya kurd, hêz û kesên Bakurê Kurdistanê rawestiya û di derheqê xebatên TEVKURDê de agahdarî da.  
III- Tê zanîn ku piştî kongreya damezirandina TEVKURDê, ji bona Kongreya Destûrê haziriyeke dûrûdirêj pêk hatibû. Li welêt, li Başurê Kurdistanê, li Ewrupayê bi kesên rewşenbîr û siyasetvan, rêberên qeneatê û civakî û fikrî, bi rêxistinên siyasî yên legal û îllegal, bi rêxistinên sivîl yên Bakurê Kurdistanê re bi gelek babetan; bi civînan û bi nivîskî danûstandin hat kirin, guftûgo pêk hatin, pêşniyarên hemû terefan hatin girtin. Meclîsa TEVKURDê di hemendem de xwest ku hemû teref beşdarî kongreyê bibin. Meclîs û Komîteya Rêvabir ya TEVKURDê di vê xebatê xwe de bi awayekî biserket û hem kesên serbixwe û hem jî berpirsên terefan beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de minaqeşe û pêşniyar di ser sê konseptan re meşiya. Konsepta yekemîn, TEVKURD wek rêxistineke yekîtiyê gorî huqûqa kesayetî model û huqûqa xwe saz bike û hemû kesên ku program û barnemeya TEVKURDê dipejirînin bibin endamê TEVKURDê û TEVKURD bi hêz û rêxistinên sivîl û siyasî re di nav pewendiyekê de be û bi hev re kar û xebatan bikin û rêxistin jî di rewşa xwe ya heyî de guhertin pêk bînin û rêxistineke yekîtî ya plûral û hevbeş û têkoşer û hemû kurdan temsîl dike ava bike. Konsepta duyemîn, Model û huqûqa heyî ya TEVKURDê ye. TEVKURD hem bibe rêxistineke yekîtiyekê ku kesên serbixwe û rêxistinên sivîl û siyasî bibin endam, TEVKURD xwe li herêman rêxe. Konsepta seyemîn, pêşniyara HAK-PAR û Dema Nû bû. Gorî vê pêşniyarê Kesên serbixwe û rêxistinên siyasî û sivîl yên Kurdistanê dê bibin endamê TEVKURDê, di TEVKURDê de divê giraniya rêxistina çê bibe, TEVKURDê bibe rêxistineke hevbeş ya kordinator û an jî ya şewirmenî û şemsîye. Di vê model û huqûqê de TEVKURDê dê xwe nikare wek rêxistenekê rêxe.

Ji bona model û huqûqa TEVKURDê gelek nûner û berpirsiyarên rêxistinan bîrûreyên xwe pêşkêş kirin. Di kongreyê de 26 kesan axiftin kirin. Kesên axiftin kirin ew in: Nursîn Kotan (Bi niviskî û li ser navê Unîteya Herêmî ya Îzmîrê axiftin pêşkêş kir), Şêx Zihnî, Azad Sagniç, Bayram Bozyel, Îbrahîm Gûçlû, Sînan Çîftyurek, Eyûp Karakeçîlî, Şemsettîn Işikli, Ferhad Sagniç, Ehmed Kasimoglu, Sertaç Bucak (Li ser navê Hak-PARê axiftin kir), Azîz Aliş, Şaban Aslan, Seyda Alpşen, Umît Tektaş, Sitki Zîlan, Ehmed Onal, Sabahaddîn Korkmaz, Fuad Onen, Ehmed Halhalli, Bedran Acar, Remezan Pertew Işik, Erîf Sevînç (li ser navê HAK-PARê axevtin kir), Sabrî Akgonul, Muhîddîn Batmanî.

IV- Di destpêka kongreyê de komîsyonek ava bû. Di vê komîsyonê de, Îbrahîm Gûçlû, Bayram Bozyel, Şêxmûs Ulek, Fuad Onen, Seîd Aydogmuş, Sînan Çîftyurek, Erîf Sevînç, Fehmî Demîr, Hasan Çakır cîh girtibû.      

Komîsyonê, minaqeşe û pêşniyarên di Meclîsa TEVKURDê û Komîsyonê û Kongreya Destûrê de hatibûn pêşkêş kirin da berçav, biryar da ku ev pêşniyara berê  amadekirî bû pêşkêşî kongreyê bike. Kongreyê jî ev pêşniyara wek paketekê kir biryar.

Pêşniyara ji aliyê komîsyonê de pêşkêşî nûnerên kongreyê bibû li jêr e:

“Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê, ji bona ku pêşniyarên ji bona destûrê TEVKURDê ji aliyê organên TEVKURDê, nûnerên kongreyê, rêxistinên siyasî û sivîl de hatine pêşkêş kirin bicivînin ser hev û bigihîjin encamê, Komîsyona Destûr û Diyalogê, ji Seîd Aydogmuş, Fuad Onen, Bayram Bozyel, Sînan Çîftyurek, Şêxmûs Ulek ava bibû.

“Civîna 5-emîn ya Meclîsa TEVKURDê, di 23.02.2008-an de  pêk hat. Di vê civînê de bes pêşniyarek ji bona destûrê hatibû pêşkêş kirin. Ev jî, ji aliyê HAK-PAR û Dema Nû de hevmişterek hatibû amade kirin û nûha jî wek reşnivîsekê jî, ji nûneran re hatiye pêşkêş kirin.

“Komîsyonê ji bona ku destûra heyî ya TEVKURDê û pêşniyara reşnivîsa ji aliyê HAK-PAR û Dema Nû de hatiye pêşkirin bê minaqeşe kirin, ji Meclîsa TEVKURDê re pêşniyar kir. Meclîsa TEVKURDê heta derengiya şevê li ser destûrê minaqeşe kir, hezar mixabin ji bona destûrê negihîşte encameke hevbeş. Pişt re Meclîsê, ji bona ku pêşniyarên di Meclîsê de jî hatine pêşkêş kirin bide ber çav û pêşniyareke hevmişterek ji bona destûrê amade bikin, komîsyon fireh kir. Îbrahîm Gûçlû, Hesen Çakır, Fehme Demîr û Erîf Sevînç (wek xwediyê reşnivîsa desturê ya li ser navê HAK-PARê û Dema Nû amade bûye) daxilî komîsyonê bûn.

“Komîsyona me ya ku ji neh kesan pêk tê jî, duh (23.02.2008) heta nîva şevê minaqeşe kir, lê hezar mixabin li ser pêşniyareke hevbeş li hev nekir. Di encamê de Komîsyona me biryar da ku pêşniyarên li jêr pêşkêşî Kongreya Destûrê û we nûnerên hêja bike:

“1- Wek di rojevê de hatiye diyar kirin, divê nûnerên Kongreyê ji bona destûrê bîrûrey û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

“2-  Ji bona ku pêşniyar û bîrûreyên ku di kongreyê de hatine pêşniyar kirin bi firehî û bi hemû terefan re bê minaqeşe kirin, ji bona ku zemîneke hevmişterek ya têgihîştî pêk bê, kongreya destûrê ev bîrûreyên hatine pêşkêşkirin neke biryar, di Kongreya Asayî (olagan) de bike biryar.

“3- Ji bona ku armanca yekîtiya neteweyî ya kurd û  li ser destûra TEVKURDê lihevkirineke fireh pêk bê, bi riya Meclîs û Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê û bi komîsyonên ava bibin,  bi rêxistinên ku dixwazin bibin endamê TEVKURDê re civînan pêk bînin, pirsgirêkê li wir minaqeşe bikin û lihevkirinekê pêk bînin.”

Ev pêşniyara Komîsyonê ji aliyê nûnerên kongreyê de hat pejirandin û bû biryar.

V- Kongreyê biryar girt ku di 25.02.2008, saet 10.00-an de li ber AZC-ê êrişa Dewleta Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê bona ku bê protestokirin û rûreşkirin civîna çapemenî ya kîtlewî û vekirî lidarxe. Ev biryara cîbicî bû. Daxuyanî ji reya giştî û çapemenî re hat pêşkêş kirin. Ji hemû endam û tereftarên TEVKURDê re jî hate şandin.

VI- Însîyatîfên Kurd Li Ewrupayê û M. Emîn Kardeş mesaj ji bona kongreyê şandin.

Amed, 29. 02. 2008
     
  Îbrahîm GUÇLU
  Sekreterê TEVKURDê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=938