Kovara W Hejmara 19’mîn Derket
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Nûçe



 Bi kêfa biharê
Bi Coþa Cejna Vejînê
Bi germahiya agirê Newrozê em dîsa dibêjin merheba!
Xwendevanên hêja;
Me xwest ku em bi vê hejmarê rengîniya biharê û coþa Newrozê bi nivîsên nivîskarên kurd bigihînin ber destê we û bi wateya roja nû di kovara xwe de jî nûbûneke biharî çêbikin. Pêþiyê hejmara rûpelan zêde bikin û rengê pênûsa nivîskarên nû li ser rûpelan pêþkêþî we xwendevanên hêja bikin.


Di vê hejmarê de gelek nivîs ji xwendevanên me hatin. Kovar dibe hêza teþwîqkirina nivîsînê, ev yek ji bo me kêfxweþiyek e. Ev, hêzê dide me ku em kovara W(e) hîn bi coþtir û xurttir pêþkêþî we bikin.
Xwendevanên hêja;
Em bi vê kêfxweþiyê dixwazin cejna jiyana nû Newrozê li we pîroz bikin û bibêjin roja 8’ê Adarê li tevahiya jinên kedkar û têkoþerên azadiyê pîroz be.
Bêguman em 16’ê Adarê jî jibîr nakin... Wê roja reþ, roja ku ewrên reþ û tarî bi ser jin û mêr, zarok û pîr û kalên Helepçeyê de mirin barandin... Wê rojê dilê gelê kurd tevî êþiya, xwîn rijiya ji kezeba me tevan... Îro hêviya me ew e ku ew rojên Helepçeyî careke din li me venegerin... û 16’ê Adarê ji roja reþ derkeve bibe roja mizgîniya azadî û serxwebûnê...
Xwendevanên delal,
Me hewl da ku em bi vê hejmarê hindik be jî pêdiviya her xwendevanê/î bibersivînin. Me di vê hejmarê de rûpelên kovarê wekî gul û kulîlkên biharê ji berhemên wêje û hunerê dagirt û xemiland. Me di serî de bi dosyeya li ser mijara; “Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz” ê rûpelên kovarê dagirt. Me bi vê mijarê xwest ku hindiktirîn be jî lîteratora wêjeyî, çandî û hunerî ya Newrozê em çêbikin. Niviskar û helbestvanên hêja yên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Pîremêrd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Eskerê Boyîk, Jan Dost, Seyîd Feysel Moctevî, Ronî War, Rizoyê Xerzî û hyd. bi helbest û pexþanên xwe cih girtin.
Ji bilî dosyeyê hevpeyvîna bi Mîrê Bilûrê Egîtê Cimo re ji aliyê Serwet Denîz ve hate kirin. Aram Gernas bi nivisa xwe ya li ser çanda rexne û rexnegiriyê balê dikiþîne ser rêbaza rexnegiriyê. Adar Jiyan jî bi dumahiya rêzenivisa li ser wêjeyê Bizavên Wêjeyê rave kiriye. Cîhan Roj bi helbesta xwe ya hêja, Sîpan Xizan bi helbesta þêweyê klasîk “Ala Serhildan” û niviskarên me yên din; Selaheddîn Çam, Ehmed Osman, Selmet Guler, Amed Çeko Jiyan, Dîlan Aydin, Omer Dilsoz, Recep Dildar, Welat Dilken, Þêrko, Azad Ronak-bar, Bakî Boga, Evîndar Stêrk, Aydýn Orak, Mêrxas Ronî, Nora Ez, Þivan Ar, Abdullah Oral, Reyhan Sarhan, Nesrîn Navdar, Hogir Berbir, Koçer, Behlûl Zelal û Hilmî Akyol bi helbest, pexþan û berhevkirinên xwe rûpelên kovarê xemilandine.
Di vê hejmarê de hin niviskarên me bi du berhemên xwe cih girtine. Ji ber ku dosye û nivisên derveyê dosyeyê ji hev cuda ne me guncaw dît ku em wan biweþînin.
Heta hejmara 20’an her bimînin di xweþiya wêjeya kurdî de...

Naveroka Hejmara 19’an

n Ji Edîtor .....................................2
n Dosye: Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz / Azad ZAL - Enîse ÞÎRÎN .......3
n Cejna Evîndaran û Newroza 2708 / Îkram BALEKANÎ ...........4
n Newrozî martî 1948 / Pîremerd ...................5
n Di Mem û Zînê de Newroz / Ehmedê XANÎ .................6
n Newroz e li welatê min / OmerDilsoz ...............7
n Bîst û Yekê Adarê / Seydayê TÎRÊJ .....................7
n Newroz û Pîroziya Newrozê / Azad ZAL ............................8
n Newroz e / Helbest: Cegerxwîn - Muzîk: Aramê Dîkran ........8
n Di nava Kurdên Ezîdî de Newroz / Tîmûrê XELÎL............9
n Sînem û Cejna Newrozê / Jan DOST.........11 
n Newroz / Cankurd............12
n Di Hiþmendiya Me Kurdan De Yekem Nîþaneya Neteweyiyê / Semra OZBEY ....12
n Kurmê Þîrî Heta Pîrî / Aram Gernas...........13
n Newroz im / Eskerê BOYÎK.....................14
n Agirê Newrozê / Xamevan .........................15
n Newroz / Seyid Feysel Moctevî ................16
n Nêrgiza Welat / Arþek Baravî ...............16
n Ji Salên 90’î Li Cizîrê Newroz / Bahaeddîn ROBAR ...........17
n Gula Bihna Xwe Avdan / Ayten ÇAÇAN ..............18
n Her Bihar / Mizgîn AYDIN.................19
n Newroz / Berken BEREH.............20
n Pêtal / Ronî WAR ........................21
n Xwezî ez bikaribim êvara Newrozê li Qamiþlo û roja wê jî li Amedê pîroz bikim / Rizoyê Xerzî........23
n Sembola Raperîn û Serfiraziyê Newroz / Adar JIYAN .......24
n Dilberê Îro Seher Avête Cergê Min Du Dox / Melayê Cizîrî........27
n Awaza Zozanên Elegezê Egîtê Cimo / Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ .....28
n Rexne / Aram Gernas ......................35
n Wêje: II, Bizavên Wêjeyê / Adar Jiyan ..................38
n Riya Dûr / Selahedîn ÇAM .....................42
n Strana Vegerê / Ehmed OSMAN........44
n Liqatvan / Selmet GULER ..................45
n Firotin / Amed Çeko Jiyan...................48
n 8’ê Adarê / Dîlan AYDIN ....................49
n Çavreþ; li reþeçavên xwe min bisitirîne / Omer DILSOZ ......51
n Balîf, Xewn û Xeyal / Cîhan Roj ................54
n Jana Þairekî Amedî / Receb Dildar .................56
n Me ji bîr nekir / Murathan Mungan ...................57
n Biyan im / Welat Dilken .............59
n Lêvên Tîmayî / Þêrko.................60
n Ma ne bes e! / Azad RONAKBAR ..................61
n Çi bû ji me can! / Bakî Boga ...............62
n Ala Serhildan / Sîpan Xizan .................63
n Evîna Xewna Min / Evîndar Stêrk ...............64
n Lêgerîna Bê Bersiv / Aydin Orak .................65
n Lêê Yarê! / Mêrxas Ronî ..................66
n Tu Çi Dibêjî? / Nora Ez................67
n Hejarê Rewan / Þivan Ar ............68
n Bextreþî / Abdullah Oral .............69
n Li wê kuçeyê / Reyhan Sarhan .............70
n Bendewar im / Nesrîn Navdar .................. 71
n Çîroka Keçel û Apê / Berhevkar: Hogir Berbir........ 72
n Methelokên Gelêrî / Berhevkar: Koçer................74
n Jina Bi nav û Deng / Berhevkar: Behlûl Zelal .............75
n Dengbêjek û Stranek Þêx Huseyn / Amadekar: Hilmi Akyol .............. 78
n Pirtûkxane .............. 80







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=937