Jina kurd di nav bera duhî û îro de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ãÇíæ 2006
Mijar: gotar


Cîhan Ebdula

Wek em di zanin ku îro dîroka jina kurd bû ye pertûkek vekirî di nav destên nefþên me yê nûhatî de … gelo ta kûderê em di Karin van rûperan bi xwînin …?
 bê guman di xêzên destpêkê de emê gelekî bibêzarî û dilbikulî bisekinin, ji zilim û zordariya ku di ser jina kurd de weþehayî …. Ji karê ku dikir sibê ta êvarî di bin taveroka havînê de û herweha ba û barana zivistanê de jî, û ji bilî wê zilima ku zilamî tanî serê wê…

ew kesê ku rojekî ji rojan li vê jinê ne nêrî ku ew jî weke wî mirove, qeher û kulên ku wî ji derveyî malê didîtin, ji bindestî , zilim û zordariya ku di ser de dibarî, di çivaka wî de wek netewa wî ya winda di naveroka zikê zordaran de, lê mixabin ew kesa ku di kêleka wî de diskinî, pêre tehlî û þêranî di borand,girî, kul û derd dixwar, ew zilamê ku bav û bira yan jê mêr û kur li bîra xwe ne tanî ku ew jî hevpiþke pêre ye di vê xemê de, nezanî… û nekarî çi jê re vegerîne beramberî wê dilovaniyê, ra bû jêre veda dafikên kura û çavên wê girêdan û avête tariyê, zilimek nûh avête ferhenga wê ji bilî ya netewî ya civakî jî pêre… û eger em hêdî hêdî di xwendina xwe de werin emê bibînin ku jina kurd bi xwe jina malaye, qehremana serê çiyaye, bi namûs û þerefe, gelek cara xwîna bavê û birayên xwe nehiþtiye ku li  ser xakê ziwa bibe …. Heyfa wan hilandiye ….xwe kêmî zilaman nekirye û xwe li þûna wan nehiþtiye ,demek her û her þer bû li ser jina kurd, di warekî gelek teng û tarî de bû, di demê wê de dibistan û xwendin tûnebûn .
Lê pirsa ku xwe tavêjê li ser kaxetê…… piþtî ku guhertin û zanebûn zêde bû, çima rola jina kurd ma qels û lawaz… ?
Ji ber piþtî ku jina kurd ket dibistana û fêrî zanebûnê bû û li berçavên wê têgeha mafê mirovatiyê ket û di bîra wê de ew qûnaxa ku jina kurd li piþîya wê têre derbas bûyî, û nexasim demek dirêj he ye navbera qûnaxa tarî û nezaniyê û ya ronahî û zanînê de …. Ma gelo jina kurd piþtî ku ji zankoyê derçû û tevlî karê wê xwendina kirî bû, di çivakê de çima di wê rewþa ku jina kurd berê têde ma, gavin gelek piçûk avêtin . belê, negorî dema ku em di tê re derbasdibin, ji ber vê yekê daxwaz çi ye : ewe ku jin rola xwe ya mirovatî bistînê, îro roj guh bide xwe, xwe di hemî waran de avabike, nexasim di aliyê rewþenbîriyê de, bide xuyakirin ta kûdê di karê bike, wan sînoran biþkîne,bi rola xwe ya surîþtî rabe, wek ku tê dîtin û naskirin ku nîvê çivakê ye, nebes bi mîne gotin dilbiþa be û bes wek hêviya xwe bi zilam re bicih bîne ,bi azadî hest û ramanên xwe diyar bike , ji ber çi pêþketin bi welat re çêna be, ta jin dûrî rola û bizava xwe ye, ta ku kanin xwînê jî biherikin .
Pêwîste ku em li dora xwe binêrin … bizanibin çi guhertin, çi di bin ta jiyana jinê geþbibe …. Û xwe avakin bi rengekî þaristanî û wan gulên bi þaxê daran ve avabidin, perwerde bikin, ji bo avakirina welat, welatekî bayê azadî û zanebûnê di ser de bibarê …û li dawiyê û di berê de hatiye gotin :( þêr þêre çi jine û çi mêre).





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=93