«Rih dibe bost, lê dijmin nabe dost»
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 29 İÈÑÇíÑ 2008
Mijar: gotar



  Lewend Hisên

   Ev cara dewemîne, ku artêşa Turkiyê, di vê demê de, êrîşê dibe li ser xaka Başûrî Kurdistan, û bi taybetî li ser çiyayê Qendîlê bi hêviya ku ewan şervanên Kurd bi tevayî tune bike, lê zû di şerê pêşî de şikest û qehremanên kurd li çiyayê Qendîlê bi mêrxasî pêdarî kirin û zû hiştin ku çonta Turkiyê bi reve, pîştî dîlkirina 8 leşkerên Turk û kuştina hijmarek mezin ji wan.


   Di dema ku serekatiya leşkerên Turkiyê ev mêrxasî dîtin, lingên xwe bi ser xwe de vekişandin, û tirsgirtin, êdî hew ceger dikirin ku derbasî herêma Kurdistanê bibin, ne tenê wusa, pêre jî ew helwesta Kurdayetî, ya ku ji rex serokatiya Herêma başûrî Kurdistan ve hat diyarkirin, Rijêma Turkiyê bê çare ma ku êdî li hin pîvanên xwe vegere.
   Bê goman, Rijêma Turkiyê, li pîvanên xweyî ku li ser bingeha wê ew helwest avakiribû, li wan vegeriya, û karîbû hin pilanên din wêne bike, û diplomata xwe livand û têkiliyên xwe bi DYE (USA) re çareserkirin, ji ber vê jî cara pêşî derbasî xaka başûrî Kurdistan nebû, kelem jî jêre serkeftina hevbendiyên Kurdan bi DYE re bûn.
   Bê goman ew hin serkeftinên doplamatîkî yên Turkiyê, di vê qûnaxa îroyîn de wê bê berhem û bê encambin, ew jî vedgere pilan û hevbendiyên nuh di herêmê û di cîhanê de. Dibe ku hîn ew têkilî û hevbendiyên berê bandora xwe li ser standina helwest û biryaran bike, lê ew bandora han wê pir sist û qels be, yan jî wê ew helwest û birayrên ku hatî standin li ser ewan hevbendiyên kevne, wê bi herivin li ber dîwarên berjewendiyên demane.
   Di gelek qûnaxên berê de, hin rêxistinên me kurdan, têkilî girêdidan bi rijêmên dagîrker re, bi taybetî rêxistinên Başûr û yên Bakur, mixabin ne dihat bîra wan ew penda pêşiyên me ku digotin: "Rih dibe bost, lê dijmin nabe dost", Eynî şaştiyê hîn hin rêxistinên meyî siyasî dikin, lê ez ji wan re dibêjim: vegerin ewan hevpeyvînên ku rojname û êzgeh û tv yan bi serok Mes3ûd Berzanî re kirin, û piraniya wan, jê xwestin ku helwesta xwe ji PKK diyar bike wek rêxistinek teror, lê Serok Mes3ûd ew nekir.
   Em wek Miletê Kurd gereke em hînî Kurdayetiya resen û pak bibin, êdî şerme em berê tivingên xwe bidin sînga hev, bere êdî em hew kêfa dijminê xwe li xwe bînin, bere êdî ew xwenên wan hew pêkbên ku Kurd Kurd bikuje, di baweriya min de, gereke xêzên sor ji xwe re em wêne bikin, gereke em di leystika siyasî de têgihiştîbin, bere helwestên me ne wek hevbin, lê gereke em hay ji hev hebin, em jî êdî bi dijminê xwe bilîzin, ne bi hev bilîzin. Gereke lêvegerek meyî nehênî (veşartî) hebe û nûnerên hemî rêxistinên meyî siyasî li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê têde endam bin, û tu alî yan jî hêz yan jî dewlet, nizanibe, biryara Kurdan li ku tê standin, piroblema meyî sereke ewe ku her tiştê me li ser zimanê meye, û em ji dijminê xwe re hişkere dikin.
   Di vê dagîrkirina dawîn de li ser Başûrî Kurdistan, helwesta Turkan, û Turkmenan yekbû, pêrejî helwesta rijêma Turkiyê û ya welatiyên wê jî yek bû, heger em çapemeniya turkan bi xwînin li ser sedemên evê êrîşa nijadperest li ser Başûrî Kurdistan, emê bighên evan encaman ku sedemên êrîşê evin:
1- dorpêçkirina serkeftiyên Kurdên Başûrî Kurdistan, û rawestandina bikaranîna beşê 140 ji destûra Îraqa Fidral, ya ku li ser çareserkirina rewşa Kerkûkê hatiye danîn.
2- Gihandina peyamekê ji serokatiya herêma Başûrî Kurdistan re, ku divêt tu biryar bêyî erêkirina rijêma Turkiyê nebin.
3- Peyamek ji DYE re, Ku Rijêma Turkî, wek lîstikvanek bingihîne di rewşa herêmê de.
4- Û ev xala sereke ye, guhestina alozî û nakokiyên xweyî hundir bal bi derveyî sînorê xwe ve.
   Têkçûn li pey têkçûnê bû encama pilanên rijêma Turkiyê, ew têkçûna leşkerî li ber berxwedan û mêrxasiya şervanên Qendîla bi rûmet, û ew têkçûnên li ber têgihiştina siyasî û diplomatiya siyasî ya berpirsên herêma Başûrî Kurdistan, ku îro jîr û zanene, û dikarin ewan pilanên dijminan li wan vegerînin û bikin serkeftin ji gelê Kurd re, û bere rijêmên dagîrker binasin ku war ew war e lê Buhar ne ew buhare.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=928