Tirkiya û dagirkirina wê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 İÈÑÇíÑ 2008
Mijar: gotar



Azer Osî

Berî çend rojan, artêşa tirk dîsa bi hezaran leşker û bi firokan başûrê Kurdistanê dagirkir.
Hege merov bi zanistî û dorfireh li vê dagerkirinê û di vê zivistanê de binere pir tişt xweş li ber çavan û ji her kesî re û bi bi taybet kesên kurdewar û yên brejewendiyên niştimanî didine ber çavên xwe diyar dibe.
Tiştê ku merov têde matmayî dimîne û wekî ku nûçeyên ji hêzên parastina gel têne ragihandin ku firokên emrîkî di ser herêmên ku şervanên kurd lê bi cîh dibin difirin û ji xwe destek dayîna Israilê jî tê xuyanî kirin û wekî din bê dengiya rêjîmên Erebî û ya dewletên rojava jî.


Kurd tevî ku hemû hewldanên aşîtiyane ji boyî çareseriya pirsgirêka kurdî dikin, lê mixabin  neyarên wan mafên kurdan pesend nakin û hege kurd jî şer dikin dibêjin ew terorîstin....ev yek di hemû waran de dest nîşan dibe.
wekî kû tê zanîn di kurdistanê de hin destkeftiyên kurdan hene û bi taybet di başûrê kurdistanê de, lê dewletên derdor û di serî de Tirkiya bi rêvebiriya AKP hemû hewldan kirin û niha jî di vê êrîşa bejayî û Ezmanî de bi ser hêzên parastina gel û hemû destkeftiyên kurdan li başûrê welatê me kurdistan dike.
Armancên komara guran ji van êrîşên hovane xweş diyarin û têk birina her tişt girêdayî kurdan û navê kurdane, lê îroj rewş ne rewşa berê ye û hêza kurdan ya siyasî û ya leşkerî jî ne ya berê ye, tirkiya jî di wê bîr û baweriyê de ye û dikê û nake nema dizane çawa şervanên kurd (Gerîla) û pêşmergan û kabînêt û perlemanê Kurdistanê têk bibe.  
 
Li gorî agahiyên ku ji çiyayê kurdistanê û ji aliyê HPG ê tênê ragihandin ku ew berxwedaneke bêhempa dikin û ta niha balefireke tirkan xistine û bi sedan leşkerên wan kuştine û nahêlin ku artêşa wan bi pêş de bê.
tê xuyanî kirin ku her hêza kurdan li ser hev be û tevî hemû hewldanên dijminan wê kurd destkeftiyên mezin bi dest bixin.
Ez jî wekî kurdekî bang li hemû kesên welat parêz û li hemû partiyên kurd li çar perçên kurdistanê ku destên xwe bidin hev ta ku xwîna kurdan belaş nerije û armancên dijminên kurdan têk biçin.
Hêz bi yekitiyê çêdibe û hege ku kurd li ser kêşeya netewî bi yek bin wê bi karibin neyarên xwe bidine erdê û wê di nava cîhanê de bibine xwedî rûmeteke mezin.
Îroj tirkiya sergêj maye û hege hin gavan jî davê, dîsa di riya sîxuran re ye û bi taybet ew kesên ku dengên xwe dane AKPê û li ser teskereya dagikirina kurdistanê pesend kirin, hege giyanê kurdewariyê li cem wan kesan heba ya ev karê qirêj nedikirin ( kurmê darê ji darê ye )
Di dîroka me kurdan jî ya kevin dijminê kurdan şoreş û serlildanên kurdan bi destên kurdên xerab dane hilweşandin, wisa jî li ser barê partiyên kurd yên xwe dibînin xwedanê kurdan ku karê kudewariyê bidine pêş û nehêlin ku dijmin sûdê ji kesên kurd wergire, wê demê dijmin wê bi xwe neçar bi mîne û wê kurd mafê çarenûsiyê bi dest bixin.
Tirkiya di dîroka xwe de, giyane ku ew der xera kirine û tiştekî baş nekirine û tiştê herî matmayî jî desthilatdariya wan û gelê wan jî wekî hevin regez perestin û tû mafî ji me re ta bi zimanê me qebûl nakin, yanî hovin û li ser hovitiyê komara xwe ava kirin.
Yê tirkan dinase dizanin bê tirk çine û kultûrê wan çi ye, pirê wan naxwazin navê kurdan bibhîzin û kurdan wekî miletekî nabînin.
Lê dem ne dema berê ye û cîhan jî ne ya berê ye....Kurdan jî riya xwe dîtiye û şervanên kurd ayetên berxwedanê li serê çiyayên kurdistanê diafirînin, ewin neviyê Şêx Seîdin, Qazî mihemedin, nemirê Berzanîne, Seyid Riza, Mehmûd Elhefîdin û yê birêz Ocelanin.
Îroj şervanên kurd bi çiyê re yekin û çiyan jî ji wana re hêlînin û hevalbendên wanin.Tirkiya bi vê hovîtiya xwe hestên kurdan yên neteweyî bêhtirîn bilind dike û kurd li her çar perçeyan dibine yek û wê ev yekitî dawiya komara guran ya hovane têk bîne û hilweşîne.
27.02 2008






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=925