Serdaneke Saykolojî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: Helbest



    Bêkes Reþîd

Bi rawestina hemû pirsgirêkan
Ji bilî hin kirinên awarte
Û...
Hin têkelên ko wê ji nû biafirin
Yan jî...
Egerin di paþ divayekê de li wateyekê paldayî ne
Di ariþiyên hin regezan de
Bi narînî ramandineke lezgîn didomîne
Hin gustîlkên nîgaþê li dûmana çixarê dixemilin
Serjmêrek ji tevaviyekê re amade dibe
Hemû qatên veþartinê di nav de
Îstatîstîkek ji qeþmeriyê re dibe
Wilo nav li xwe tîne!!


Li vir... li wir
Li nik te û min
Ev serjimêr li deverin nependî jî dibe
Di nav van bêjeyan de
Di nav van xêzan de
Hin nexweþî
Hin "ser mirovayetî"
Hin jehrmar jî ji nav dernakevin
Þuþtin bi awayekî hiþwerane
Bêdeng... bi dizî
Bi dagerîneke kûd
Ajaweke zincîrkirî
Ji piçûkbûn destpêkirî
Hin ji jêderan dibin
Hin jî ji pêþeka encamê direvin
Hêdî... hêdî
Ew serjimêr ji xwe razber dibe
Dêmek...
Tiþtin... hinin... ji xwe sûrîn dibin
Encam in nerast
Pronivîsin valayîn
Mîna danasîna rewanekî
Wilo axavtin hêsanî dimîne!!
Dêmek...
Daneheva pêþî
Ji seriyên daleqandî re ye
Ji serkêþiyên bi ayendeyê re ye
Dêmek...
Xwepejirandin pileya dawîye!!
Heger ko nakokî xwe bêdaw bihêle.
  20 / 02 / 2008







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=922