Pirtûka Hekîm Ehmed «barana þevên rijî» derket
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



ciwan nebî
 
di bin navê «barana þevên rijî» de ji çapxaneya el-zeman li sûriyê û bi çapeke bedew dîwana yekem ya helbestvan {hekîm ehmed} bi zimanê kurdî derket,
hînde ew li ser not û þeþ rûpelên xwe radihêje bîst û du hebestan...
«barana þevên rijî» helbestên wê xwendinin di þevine ku rola tewrî mezin ji henteþiya demê ji wan re bû


 û xuya dibe ku "hekîm" pirr caran gund cihek ji van þevan re hilbijartiye ,û di seqayên gund de dixebite, di tiþtên wî de jî da bi wêneyên helbestên xwe û bi zimanê xweyî sade wan binivîse, zimanekî çendî bi rambûn û jîrbûn "hekîm" pê re daye û sitandiye, zimanekî bi rastî ava kirinek bû ji jîwara "hekîm" re, lewra zimanê kêlîkên wî bû û ew jî xweþ nivsîkar bû ji wan re.
tiþtê balkêþ di vê dîwanê de ew kûrbûna haye, ku nîgaþê mijûl dike,kûrbûneke ber bi nexuyayê de na gindire bi qasî ku ew xebitandineke di wateya afirîde û derdorê de, hînde jîwarî bitevî ne jîwariyê dibe bo di encamê de jîwara grek be
erê eve tiþtê ku "hekîm" di helbestên xwe de kirî,
 ev helbestên ku gereke bi rexin û hezkirin werin xwendin.
li dawî hêjayî gotinêyê ku ez bêjim: «barana þevên rijî» bi pênûsa helbestvan "emîr hisên" hatiye wergerandin zimanê erebî jî û werger di bin çapê deye.
ji dîwanê em helbesta "sitem" hildibijêrin:
ev þev þiyar ma
li benda çirûskekê
lê her kûr dibû tarî dibû
kûûr dibû tarîî dibûû
kûûûr dibû tarîîî dibû
helbesteke kor
destê  xwe …
dipelandin
li welatekî..
bi qasî sînga te
lê xaçerêkên tariyê..
ew gihandin.. 
zindana Memo
þev xilmaþ dibû..
dixewixî..
berbangeke tarîtir
þevê
tariya xwe..
ji xwe kir
û di nav livîna ehreman de
zarokek wê çê bû
nav lê kir: "sitem".






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=917