Li kosuvo dîlan û li kurdistan pîlan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: gotar



hozan x efrînî

Piþtî kû yekîtîya sovyeta berê kû hate roxandin, gelek welatên cur be cur hatin raghandin û bûn bi xwedîyê nasname û pênasên neteweyî xwe, li her deverên cîhan,herwa bi piranîjî ji hêla emerîka û un ve hatine pîrozkirin, li mixabin li welatê rojê dajî(Kurdistan) , her kuþtin û qirkirina kurdan hatîye pîrozkirin û erêkirin.


Îro li kosuvo dîlane û li Kurdistanjî pîlane , ma ev çi jiyane……ev çi dîmokratî û dadwerîye…ma gelo paristina mafên mirovan  vaye…darijtina têgehên wekhevî û dîmokrasîyê di dine da eve….ma rêzgirtin li vîna gelan eve….
Çend rojên pêþî da,li welatê sirbistan da, welatike nû hate raghandin, û yekser ji alîyê emerîkada û un de hate pejrandin û pîrozkirin,
Lê îro li Kurdistan tev kuþtin û qirkirina kurdan ji hêla emerîka û îsraîl û welatên ewropa ve , têne piþgirîkirin, û bêdengî li hemberî kirdarên tirkîye, îran, sure, berdewam dikin, kû roj bi roj li bakûr û baþûr û li rojhilat û rojava lêdan û têkdane, tev þînî û berxwedane, roj nine dayîkên kurdan bi dîlan û lîlan bin, lê her dem bi girîn û dilgiranin, bi rastî ev rewþ êdî pesend nabe,wîjdanjî pesend nake kû ev rewþa mirovan be…
Di demikî kin da ,li rojavayê kurdistanê û li bajarên qamîþlo+efrîn+ kobanîyê , bi sedan welat parêz û xebatkarên kurd bê tewan, ji hêla peyên rijîma baas ve hatin girtin, û bê ser û þûn bûn, hera bi lêdan û eþkence dan ta kû toþî newaþî û nelibarîya tendirûstîyê bûn,herwek bûyera  þehîdbûna mamoste û siyasetmedarê mezinî kurd perlementer osman silêman kobanî, kû bi tewanê livandina hastên netewî ya gelê kurd, li hemberî rijîma baasî da dike,jiberkû wek rêberikî gel di xweda dît, kû serkêþîya xwepêþandina gel li bajarê berxwedanî û kurdiyetîyê(kobanîyê) bike û pêkanî,  lê bi rastî bi serbilindî jî erk û kar û xebata xwe yên netewî bi cih kir û bi serfirazî jî ,tevlî kerwanê pakrewanên riya rizgarî û azadîya gelê Kurdistan bû, evajî vîna gelê me lawaz nake belkû bi hêztir jî dike û dengê rastîya doza rewa a netewîya kurd ,bilintir kir… li mixabin her bê dengîya hêzên navnetewîye…. herwa li bakûrî welat jî mêrlawekî 16 salî dikin jêr tekerên panzer û zirupêþan, û diceciqînin wek mîrolan, her bê dengîye….herwa li rojhilat jî genc û xwendevanên kurd, bi eþkenedan û lêdan tên kuþtin,û xelkî sivîl jî yên kû li nêzîk sinûran dixebitin, jibona parîk nanjî ,bi destên pastarên ecem, têne gulebaran kirin û her bê dengîye….li baþûrê Kurdistan kû herêmeke azad û fedrale û li jêr kontirola emrîka daye,roj bi roj ji hêla balefir û firokên cengî tirkan ve ,têne bomebaran kirin, û her bê dengîye…ma gelo ta çi demê her bêdengîya hêzên navnetewî wê bidome…. Ta çi demê wê piþtgirîya dagîrkerên kurdistanê bikin…ta çi demê siyasetmedar û rewþenbîrên me, wê hêla sor derbasbikin….ta çi demê partî û rêxistinên me ,wê bê lobî bin, û her berdest bin,û bê deng û bê reng bin….li ewropa jî hewlî daxistina roj.tv îyê dikin ,kû sembol û pênasa tevahî raghandin ,û medyayên kurdî ye, ma kes dikare nikolî li vê rastîyê bike…kû di demekê da kû televizyûna-MED.TV ,dest bi weþana xwe kir, tu kesî kurd bawer nedikir, kû tiþtikî we bibê,,û ta roja îro jî,wek  nûneretîya medyayên kurdistanî tê dîtin,wek çawa partîya dîmokrata kurdistana îranê , bi partîya serekî û dayîk, tê naskirin, jiberkû partîya yekê bûye  li Kurdistan, herwa roj.tv jî, weye ,ma gelo ev çi sitem û bêmafîye ,kû bi derheqê gelê me da dibe û her bê denîye…
Dema kû ez va nivîsa xwe tînim ser nivîs, û rexne û helwest digrim,ez xwe jî di nav da dibînim,wek rewþenbîrikî kurd….eger em li rastîya siyeseta navnetewî binirin, û baþ binirxînin,gelek tiþtên nû û sere û mer derdikeve hole,wek çawa gelê kosuvo serbixwe bûna xwe radigihênin, û emerîka û hêzên navnetewî pîrozdikin,û rêz jibo vîna gelê kosufo digrin, emjî emerîka li ser wê helwêstê piþtgirî dikin, lê dibê wek çawa rêz li vîna gelê kosuvo digirin bila nîvî wêjî ji vîna gelê kurd ra bigirin emê spasdarê wan bin hetahetyî… li mxabin ta roja îrojî , jiber hindik berjewendî , ne emerîka û nejî ewropa, rêz li vîna gelê kurd negirtine, ji bilî mijara mirovetî û dîmokrasîyê tiþtek nebûye…ta niha jî gelek rewþenbîr û siyasetmedarên emerîkî û rojavayî, di xwe da nabînin ji herêma kurdistanê ra bibêjin, Kurdistan, belkû bi bakûrî îraq bi nav dikin, evjî bê rêzîyeke mezine ,li hemberî vîna azad a gelê kurd û Kurdistan. Lê emê hr bibêjin li kosuvo dîlan û þahîye ,û li Kurdistan jî her pîlan û têkdane û þînîye…û bê dengîya welatên navcîhanîye….

Silêmanî
efrinzan@gmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=909