Sibe Ewê Bê Û Mamoste Hadî Behlewî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 23 ãÇíæ 2006
Mijar: gotar


Konê Reþ


    Piþtî salên dur û dirêj, çavê me bi diwana helbestên mamoste Hadî Behlewî ket.

Dîwana wî ((Sibe Ewê Bê )), 32 helbestan di nav 104 rûpelan de kom dike. Mijarên helbestên wî li dor çend zîlanan digerin wek: Kurdperwerî, mirovantî, evînî û civakî..

   


  Hêjaye gotinê, ku mamoste Hadî Behlewî, ji mamostayên zimanê erebî yên kevne di dibistanên Qamiþlo de. Wî di sala 1978 an de xwendina xwe di zankoya Helebê de beþê zimanê erebî bi dawî aniye...Di sala 1966 an de helbest bi zimanê erebî hûnandine û ji sala 1969 an û bi virde, bi herdû zimanan / Kurdî û Ereebî / helbest hûnandine û wiha ta roja îro berdewame...  
Mamoste Behlewî ev dîwana xwe kiriye diyarî ji çend kesan re:

Yek ji wan bavê wî (Mele Þêxmûsê Qerqatî )ye, yê din ( Mîr Celadet Bedirxan ) e,di gel pakrewanên Kurd û Kurdistanê...

  Ji destnivîsên mamoste Hadî Behlewî :


      Dîwanek helbest bi kurdî û erebî, di bin navê ( Ji Dil )

      Dîwanek din , xurû bi Kurdî ye, amadeye ji çapê re.

      Çîroka Siyabend û Xecê , bi helbestî hûnandiye.

      Pirtûkek ji bo fêrkirina zimanê kurdî, bi kurdî û erebî ye.

Mamoste Behlewî di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye... 
Em jî , ji dil û can mamoste Hadî  Behlewî pîroz dikin û bi hêviya ku em çav bi nivîsên wî yên mayî jî kevin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=90